22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Abdî: ‘Hingê ez jî dikarim biçim Şamê’

Zêdetirî 100 hezar çekdarên me hene ku deh sal in şer dikin û pêwîstiya wan bi çareseriyeke destûrî û çareseriyeke yasayî heye.

Ji aliyekî ve hewldanên ji bo pêşîgirtina li êrîşeke bejahî ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê didomin ji aliyekî din ve tevî nerazîbûna Rûsya û Amerîkayê gefên rayedarên hikûmeta tirk jji bo êrîşê berdewam dikin.

Li gorî nûçeyeke malpera Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR beriya niha di navbera Amerîka û Rûsyayê de hevdîtin hatine kirin û herdu aliyan di mijara pêşîgirtina li êrîşeke bejahî ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê li hev kirine.

Piştê wê jî gelek nûçe li ser malperên cuda hatin nivisandin û behsa hin şert û mercên Tirkiye, Rûsya û HSD’ê kirin ji bo çareseriyê.

Di 8-9’ê kanûnê de heyteke Rûsyayê li Tirkiyê bi rayedarên hikûmeta tirk re hevdîtin kir. Li gorî malpera Al Hadas di hevdîtinên Rûsya û hikûmeta tirk li ser vê yekê diyalog hatine kirin ku HSD’ê hêzên xwe yên leşkerî ji Kobanê û Minbicê derxîne û li şûna wan hêzên Asayişê werin bicih kirin. Her wiha hêzên rejîma Sûriyeyê deverên sînorî biparêze.

“Wê gavê ez jî dikarim biçim Şamê”

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Abdî di hevdîtineke bi rojnameya Al Şarq Al Awasat re behsa naveroka hevdîtina xwe ya bi fermandarê hêzên Rûsyayê General Alexander Chaiko re kir. Abdî da xuyakirin ku Alexander Chaiko ji bo navbênkariya di nava Hêzên wan û hikûmeta tirk de bike hatiye serdana wî.  Abdî derbarê armanca serdana generalê rûsî wiha got:  “Em dikarin bibêjin ku Rûsya niha di pozîsyoneke bêalî de ye. di navbera me û Tirkiyeyê de ye û hewl dide ku peymana Soçiyê ya sala 2019’an derbasdar bike.” û binpêkirinên ku diqewimin çareser bike.

Li gorî nûçeya Al Şarq Al Awasat Abdî di bersiva pirseke din a derbarê tevlêbûna HSD’ê bo artêşa Sûriyeyê jî wiha bersivê dide û dibêje:  ji bo ku HSD’ê bibe beşek ji “sîstema berevaniyê ya artêşa Sûriyê bi giştî, şert û mercên me hene. Zêdetirî 100 hezar çekdarên me hene ku deh sal in şer dikin û pêwîstiya wan bi çareseriyeke destûrî û çareseriyeke yasayî heye. Divê (HSD) di nava artêşê de xwedî roleke taybet be.”

Li gorî heman çavkaniyê li ser hevdîtinên bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re jî Abdî wiha gotiye: “Em ji bo dan û standinan şandeyan dişînin Şamê. Dema ku şert û mercên çareseriyê bigihîjin û guncav bibin wê gavê ez jî dikarim biçim Şamê.”

Hêjayî gotinê ye ku bi dehên caran Rêveberiya Xweser şandeyên xwe ji bo hevdîtinan şandine Şamê lê di hemû hevdîtinan de aliyên hikûmeta Şamê naxwaze tu gavan ji bo diyalogeke rasteqînî bavêje. Bersiva hikûmeta Şamê her ew e wekî ku tu tiştek neqewimî be û herêmê wekî berê radestî hikûmeta Şamê bikin. Yanî bi gotineke din li şûna diyaloga ji bo çareseriyeke aştiyane ku mafê hemû pêkhatiyên herêmê diparêze, ew teslîmiyetê li ser Rêveberiya Xweser ferz dike.