spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Maçek bêmane

Ez qîzek xama, wek qîzên der û cînarên me, wisa dilê min kelecan dibû dema min xortek didît. Hinek hevalên min wisa hezdikirin ku te digot qey darek di nav rêzan de bê av maye û li ser koka xwe miçiqî ye. Ji kezebê of û axînî dikişandin. Dema min wan wisa wek genimê ku bibe qelînek, zuha bi qele didît, min tiştek ji wê rewşa wan fêm nedikir. Gelo hezkirin wisa bû?

Ji xwarin û vexwarinê dûr diketin, her roj diçilmisîn û xwe wek zehmetkêşên vê cîhanê didîtin. Di wan deman de ez difikirîm, gelo ez ê jî weke wan wisa bi hezkirineke di rêya mirinê de hez bikim? Naaa, Ez wisa nikarim hez bikim, min pir dixwest lê dîsa jî min wek wan ne dikarîbû hez bikim, dibe ku hemû hezkirinên min derew bûn an jî ji min re wisa dihat.

Her hevaleke min dilê xwe li ser tenê xortekî dişewitand, min jî dilê xwe diavêt ser çend xortan, ez wisa bûm, min yek tenê hez ne dikir, sê û çar bi hev re hez dikir, ev jî dilê min bû. Min xwe bi xwe re digot; ji te jî hez dikim, ji ew ên din jî hez dikim, ez çi bikim ya min û dilê min jî wisa bû.

Ez niha jî wisa me, kesekî ku min hez bike nabêjim na, lê tu carê destê xwe jî nadim ser destên wan. Ew hevalên min ku wek bi rêya mirinê de biçin hez dikirin, qet yek ji wan jî bi hezkiriyên xwe re nezewicîn.

Wana wisa hevdû hez dikirin ku ji bo min wek rêya çûn û nehatinê bû. Di dawiya dawî de ew hemû xortên çeleng û dilşewat bi hinek qîzên din re zewicîn, hevalên min jî bi hinek xortên din re zewicîn, şewata wan a dil di nava dilê wan de wisa wek kozikek agir ma.

Min carnan ji wan re digot; Gelo we maçek bêmane da wan, ewan jî wisa dilê xwe ji we sar kirin? Ji min re digotin; te derdê dil ne dîtiye û tu nizanî dilê hezkirî çawa bêbextiyê dike! Erê, erêêê kesek ya di dil de diqewime nizane, lê ji bo maçek bêmane jî ez nikarim dilê xwe ewqasî biêşînim.

Hezkirin xweş e, hemû cîhan li mirov xweş tê, lê ew ên ku te di cih de dihêlin û diçin û bi hinekên bêmane re dizewicin, gelo di nava dilê wan de çi diqewime?… Hez bikin lê ne wek axek bêav bimîne hez bikin. Ez qet behsa hezkirina xwe jî nakim.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê