28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ker diaxive

Hevalê Mistê

Carekê ciwanekî gundî dixwaze ji xwe re keçeke bajarî bibîne û pê re bizewice. Elîko dadikeve bajêr û diçe dikanekê ji xwediyê dikanê re dibêje xalo ez di bextê te de me hal û mesela min ev e û dixwazim bi keçeke bajarî re bizewicim. Dikandar dibîne ku mirovekî safike ew jî dixwaze wensa xwe pê bîne. Elîko dibêje lê xalo ez nizanim mirov çawa wan qayil dike.

Dikandar dibêje: Hema ku te keçek delal di kolanê de dît bide pey wê, dema tu nêzîkî wê bû jê re wiha bêje: Ez cara pêşî dibînim ku parçeyek heyvê li ser rûyê erdê dimeşe. Wê gavê wê kêfa keçikê were û bi te re bibe heval. Elîko hema di cih de bi ya dinkandar dike û dide pey keçekê û jê re dibêje:

Lê lê delalê ez cara pêşî dibînim ku parçeyeke heyvê li ser rûyê erdê dimeşe. Keçik li xwe dizîvire û dibêje:  Ez jî cara pêşî dibînim ku kerek wekî mirovan diaxive.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê