spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Rojnamegerên Kurd hat avakirin

Rojnamegerên kurd ên li Swîsreyê dijîn, Komeleya Rojnamegerên Kurd ava kirin.

Rojnamegerên kurd ên li Swîsreyê dijîn, li bajarê Zurîh ê welat li hev civiyan û Komeleya Rojnamegerên Kurd ava kirin. Di civînê de rojnamegerandestpêkê li ser rêziknameya komeleyê nîqaş kirin û piştre bi kongreyê damezrandina komeleya xwe ragihandin.

Di kongreyê de rojnameger Ruştu Demîrkaya li ser navê dîvanê axivî û diyar kir ku saleke ji bo avakina komeleyê xebat dimeşînin û armanca avakirina komeleyê bi van gotinan aşkera kir: “Em ji bo rojnamegerên li erdnîgariya Kurdistanê xebat meşandina di bin sîwanekê de bigihînin hev û çareserkirina pirsgirêkên rojnamegerên ji neçarî Kurdistanê terk kirine hatine gelhev.”

Di hilbijartina ku hat kirin de ji bo rêveberiya komeleyê Ruştu Demîrkaya, Hulya Emeç, Safûra  Bazrafshan, Kawa Karîmî, Meltem Oktay, Rojda Ogûz û Fazel Walîa hatin hilbijartin.

Yekitiya Ragihandina Demokratîk-Ewropa (YRD-Avrupa) jî peyamek ji kongreyê re şand.