22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nav û dîroka bajarê dergûşa Şoreşa Rojava: Kobanê

Li ser girê Miştenûrê bajarê Kobanê heye ku li ser deşta Pirsûsê dikeve. Kobanê ji bo gelê Kurd û dostên wê semboleke mezin e. Ji ber ku dergûşa Şoreşa 19ʹê Tîrmehê û warê berxwedana dîrokî ya li dijî DAIŞʹê ye. Lê îro ev war bi gefên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ye.

Bajarê Kobanê di sala 1892ʹyan de hat avakirin anku dema taxên gundên Kaniya Kurda û Kaniya Murşidê bi hev ve hatin girêdan. Bi projeya xeta trênê ya Bexda- Stenbolê ya sala 1912ʹan re, bajar veguherî cihekî girîng ê kombûna niştecihan.

Li ser bingeha navê Kobanê gelek lêkolîn hene. Lê di dawiyê de nêrînên li ser vê mijarê di du lêkolînan de sînordar dimînin. Ya yekê behsa hevgirtina eşîrên Beraziyan a di serdema dawiya sedsala 17’an heta adwiya sedsala 19ʹan e ku li hemberî êrişên eşîrên derdorê ye, nemaze eşîrên Milî yên bi serokatiya Zor Temir Paşayê Milî. Zor Temir Paşayê Milî paşeyekî Osmanî ye û eslê wî Kurd e. Bi wateyeke din hevgirtina eşîrên Beraziya “kom banî” anku kombûna bilind e ku bi demê re veguherî “Kobanê”.

Di lêkoînan din de behsa kompanyayê (şîrket) dike ya ku xeta trênê çêdike ku di Kobanê re derbas dibe. Bi demê re jî navê kampanyayê bû kobanê.

Koçerên Ereb, navê Eyn El Ereb da Kobanê. Ev nav jî bingeha xwe ji kaniyên avê digire ku beriya 200 salî biharan dihatin Kobanê. Piştre kanî zuha bû û koçber ne niştecihên resen ên herêmê ne. Lê ji ber polîtîkayên erebkirinê yên ku rejîma Baasê li Sûriyê dimeşand, navê Eyn El Ereb li şûna Kobanê esas girt.

Kurd li herêmê qet navê Eyn El Ereb bi kar naynin, ji ber ku Kobanê di hafizeyê wan de hatiye rûniştandin û nayê jibîrkirin. Xelkên ji Kobanê yên li deverên din ên Sûriyê wekî Şam û Helebê navê “Welat” li Kobanê dikin.

Dîroka Kobanê

Li gorî piraniya lêkolînên dîrokî, herêma di navbera çemên Dîcle û Firatê de dergûşa şaristandiyê ye û ji bo bicihbûna mirovan navendeke girîng e. Kantona Kobanê jî beşek ji vê herêmê ye ku li aliyê rojhilat dikeve navbera her du çeman û çiyayê Torosê li bakur heta Kendava Erebî li başûr e.

Li gundê Til Benat ê nêzî bajarokê Sirînê yê dikeve başûrê kantonê girekî dîrokî li qiraxa çemê Firatê heye. Ev gir nîşaneyên herî kevnar ê şer ên li cîhanê ye, her wiha cihekî herî kevn ê niştecihbûnê ye, heman demê devereke herî mezin a definkirina çekdaran bû. Li gorî dîroknas û arkologên cîhanê, dîroka gir vedigere 3 hezar sal beriya zayînê. Li gorî şandeyên biyanî yên di sala 1988ʹan de gir kolandine, gundê Til El Benat şahidê şerê yekemîn ê navxweyî yê dîrokê ye.

Li gundên Cade, Til Îber û Til Ehmer ê li rex çemê Firatê yên 20 kîlometreyan dûrî bajarê Kobanê ne, şûnwar derketin. Dîroknas û arkolg dîroka van şûnwaran vedigerînin 10 hezar sal beriya zayîn. Şandeya fransî ya li Sûriyê di vekolandinên ku di sala 2007ʹan de li 4 gundên Kobanê yên li rex çemê Firatê pêk anîne, tabol û hestiyên mirovan dîtin.

Nêzî navenda bajar, bajarokê Şêranê heye. Ev bajarok yek ji bajarên herî kevnar li Sûriyê ye û  navên wê yên din; “Hedato” û “Arslan Taş” hene. Dîroka Şêranê vedigere serdema desthilata împratoriya Hîtî 1600 beriya zayînê, piştre Mîtaniyan û li pey wê Asuriyan bajarok hikum kirine. Li vî bajarokê sûra kevn, peykerên şêrên mezin ên ku deriyê bajarokê diparêzin, hatin dîtin. Piraniya şûnwarên ku di dema hebûna Fransa ya li Sûriyê de hatin derxistin, birin Stenbolê, piştre mûzexaneyên Fransayê.

Di Gulana 2017ʹan de Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê derxistina tabloyekê ji qiraxa çemê Firatê nêzî bajarokê Şexlera Jêrîn ragihand. Ev tabol şerê tory ya ku 1200 sal beriya zayînê rû dabû, îfade dike. Dîroka vê tabloyê vedigere serdema serweriya Romaniyan a li herêmê ya navbera salên 67 beriya zayînê heta 637 zayînê.

Bajarê Kobanê çawa ava bû?

Dewleta Osmanî di dema qirkirinana ermenen de, bi hezaran Ermen koçberî deverên cuda kirin û zêdetirî milyon û nîv Ermenên li Anadol û Bakurê Kurdistanê qetil kirin. Hejmarek mezin a malbatên Ermen xwe li bajarê Kobanê girtin û roleke sereke di avakirina bajar û firehkirina wê de lîstin.

Beriya ku Ermen bighêjin Kobanê û beriya avakirina xeta tirênê ji aliyê şîrketa almanî, Kobanê tenê ji du gundan pêk dihat, her du gund 2 kîlometre ji hev dûr bûn.

Dema serweriya Fransa ya li Sûriyê, plana binsaziya bajar bi awayekî mezin hate dayîn. Hîna hin avahî û kolanên bajar a li gorî nexweşeya fransî hene.

Heta sala 1960ʹî, 3 dêrên Ermenan li Kobanê hebûn. Piştre hinek malbatên Ermen koçî Yekitiya Sovet û Ermenistanê kir. Niha li bajarê Kobanê 6 malbat tenê mane.

Eşîrên Kobanê

Li gorî daneyên heyî, li bajarê Kobanê zêdetirî 60 hezar kes û li gund û bajarokên derdorê wê derdora 300 hezar kes dijîn.

Qebîle û eşîrên Kurd û Ereb ên Kurdistanê di pêvajoyên hevbendî, parçebûn û koçberbûnê re derbas bûn. Ev hemû bi navên qebîle, an eşîr an jî koman ve girêdayî ne.

Lê ji bo eşîra Beraziya, rewşa wan cuda ye, ji ber navê xwe yê dîrokî parast û bi guhertinan û polîtîkayên hêzên serdest bi bandor nebûn.

Li kantona Kobanê, yekitiya eşîrên Beraziya dijîn ku ji eşîrên Kêtikan, Şêxan, Şedadan, Mîran, Pijîyan, Ilêdînan, Miefan, Zirwaran, Asiyan, Dîdan, Dinan, Oxiyan, Qereh Kîciyan pêk tê.

Beşeke ji van eşîran li Bakurê Kurdistanê ne ku dewleta Tirk a dagirker di navbera her du parçeyên Kurdistanê de (Rojava û Bakur) de sînor çêkir.

KOBANÊ Û TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ

Rêber Abdullah Ocalan, dema ku derbasî Rojava bû, di 2ʹyê Tîrmeha 1979ʹan li gundê Elpelûrê hat pêşwazîkirin û derdora 3 mehan li gund ma.

Ji destpêka avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve Kobanê kadroyên tevgerê hembêz kir û gelek keç û xortên wê tev li tevgerê bûn. Ciwanê yekemîn ên ji Kobanê yê ku tev li refên tevgerê bû Qere Omer ê ji gundê Gabelekê ye bû û şehîda yekemîn a ji Rojava ya di nava tevgerê de Dîcle (Eyno Miho) ya ji gundê Kor Elî ye.

Çeteyên DAIŞʹê sala 2014ʹan êrişên berfireh bire ser Kobanê, li hemberî wê berxwedaneke mezin a şervanan û gel hate meşandin. Ji bo ku Kobanê nekeve destê DAIŞʹê rêber Abdullah Ocalan banga seferberiyê li Kurdistaniyan û azadxwazên cîhanê kir. Bang hat bersivandin û Kobanê ji bo gelê Kurd û neteweyên dostên Kurdan bû sembola berxwedanê.

Serhildana 2004ʹan

Bi deh hezaran Kurdên li Rojava û Şam û Helebê di Serhildana Qamişlo ya sala 2004ʹan de li hemberî zext û polîtîkayên rejîma Baasê serî hildan, Kobanê jî hêzên ewlehiyê yên Şamê ji bajar derxistin, li ser vê hêzên hikumetê tewqiya leşkerî şand û girtin ser bajar, bi sedan ciwan girtin ku heta niha çarenûsa gelekan nayê zanîn.

Piştî sal û nîvekê ji destpêkirina krîza Sûriyê, li Kobanê şoreşê dest pê kir û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Di 19′ê Tîrmehê de welatiyên herêmê Kobanê ji hikumeta Şamê rizgar kir, dûre Efrîn û Cizîrê hatin rizgarkirin. Li wan herêman Rêveberiya Xweser hate avakirin, sazî û hêzên parastina wê bikin hatin avakirin.

Ew hemû di demekê de ku aloziya li Sûriyê girêktir bû, pêk hat. Serhildanên gel veguherîn şerê çekdarî û dûre dest bi destwerdanên derve bû û bandor li rêveçûna bûyeran hate kirin. Bi wê re mijar rojane girêktir bû.

Li hember wê jî şoreşa li 3 kantonan; Kobanê, Efrîn û Cizîrê bandoreke erênî çêkir. Gel ji desthilatê xelas bû û li ser bingehên edlî, azadî, wekhevî û demokrasiyê karên xwe bi xwe bi rê ve birin û di wê yekê de xwe spartin projeya neteweya demokratîk.

Şerê li dijî DAIŞ’ê

Piştî demekê ji pêketina çirûska şoreşê, Kobanê ji 4 aliyan ve hate dorpêçkirin; ji aliyê bakur ve Tirkiyê, ji aliyên rojhilat, rojava û başûr ve komên çete û dest bi êrişên li dijî Kobanê hate kirin. Lê YPJ û YPG′ê parastina Kobanê heta Îlona 2014′an kir. piştre DAIŞ′ê çeteyên xwe li hemû eniyan li derdora Kobanê xurt kir, çekên ji baregehên artêşên Iraq û Sûriyê wergirtine; ji Reqa, Dêrazor û Mûsilê li dijî Kobanê bi kar anîn.

DAIŞ′ê di 15′ê Îlonê de êrişî Kobanê kir û piştî 3 hefteyan gihaşt nêzî bajêr. Bi 134 rojan şerê kolanan hate kirin. YPG û YPJ′ê şerê DAIŞ′ê kir û zirarên mezin gihand wê.

Ev berxwedan li tevahî cîhanê deng veda û bi milyonan xwepêşandêr li sernaserî 93 welatên cîhanê derketin qadan; mîna Argentina, Japan, Efganistan, Misir, Mexrib, Tirkiyê û piranî dewletên Ewropa. Xwepêşandêran bang li hikumetan kir ku parastina Kobanê û şervanên wê bikin.

Di 1′ê Mijdarê de Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin, her wiha li ser rêyên sereke yên bajarên mezin ên cîhanê û balafirgehan û li pêş balyozxaneyên Tirkiyê xwepêşandan hatin lidarxistin û desteka dewleta Tirk a yekser ji DAIŞ′ê re hate şermezarkirin.

Li beramberî wê di kolanên bajarê biçûk de şerekî tund dihat meşandin. Li hember erebeyên bombebarkirî û kiryarên xwekujiyê ciwanên Kurd şerê hebûn bi çekên ferdî û vîneke xurt dikir. Kobanê mal bi mal, kolan bi kolan rizgar kirin û dûre serkeftina mezin ragihandin.

Di 26′ê Çileya 2015′an de çeteyên DAIŞ′ê di Kobanê de têk çûn û dûre şerên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destê DAIŞ′ê hatin destpêkirin.

Şerê Kobanê, hevkariya di navbera YPG û YPJ′ê, komeke ji Artêşa Azad û Koalîsyona Navneteweyî de zemînek ji bo avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çêkir û piştre QSD′ê herêm heta bi cihê dawî ya DAIŞ′ê li Baxozê di Adara 2019′an de rizgar kir.

Serkeftina li Kobanê destpêka hilweşîna plana dewleta Tirk li Sûriyê bû. Hemwextî şerê tund li kolanên bajêr Erdogan derket û got “Kobanê ket, ha dikeve”. Plana dewleta Tirk ew bû ku DAIŞ li seranserî sînorê Tirkiyê-Sûriyê were belavkirin. Lê bi têkçûyîna DAIŞ′ê re dewleta Tirk bi xwe hewl didin vê projeyê pêk bîne û herêmên ku ji DAIŞ′ê hatine rizgarkirina dagir bike, çeteyên DAIŞ′ê yên berê û yên xwedî fikrên tundraw li wan herêman belav bike.

Ji ber tiştên hatine bibîrxistin, Kobanê di dilên Kurdistanî û cîhanê de cihekî mezin digire. Ew bajarê yekemîn e ku rêber Ocalan di dema derbasî Rojava bûye serdana wê kir. Ew bajarê ku Şoreşa Rojava tê de dest pê kir û bajarê yekemîn e ku cara yekê çeteyên DAIŞ′ê şikand û bi saya wan hemûyan bû sembola Kurd û mirovahiyê.

Lê ji ber ku xwedî nirxekî mezin û sembola Kurdan e û ji ber ku plana dewleta Tirk bi bin xist, Erdogan îro hewl dide tolê hilîne û di siyaseta xwe ya dagirkirî û vejandina Osmaniya Nû de ku Kobanê li pêşberî wê asteng e, dewam bike.

ANHA