4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Swîsre êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî kurdan dişopîne

Konseya Federal a Swîsreyê der barê êrîşên artêşa tirk ên li ser kurdan de ragihand ku ew êrîşên bi çekên kîmyewî dişopînin û got ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava jî ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê Neteweyên Yekbûyî ne.

Parlamenterên Swîsreyê yên Partiya Sosyalîst a Parlamenta Neteweyî Claudia Friedl û Keskan Nikolas Walder, der barê şerê ku dewleta tirk li dijî kurdan dimeşîne de pêşnûmepirs dabûn Konseya Fedaral a Swîsreyê. Konseyê bersiv da peşnûmepirsa her du parlamanteran û got ku êrîşên bi çekên kîmyewî ên dewleta tirk û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava jî ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê Neteweyên Yekbûyî ne.

Bersiva Konseya Federal a ji rêveberiya welêt berpirsyar e wiha ye:

“Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê bi meqamên Tirk re di nava têkiliyê de ye. Wezaretê piştî van êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê ku ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê Neteweyên Yekbûyî ye, fikarên xwe tavilê anî ziman. Bang li Tirkiyeyê hatiye kirin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de erkên xwe bi cih bîne û çi dibe bila bibe rê nede kuştina sivîlan. Swîsre weke welatê malovan ê hevdîtinên li Cenevreyê, ji bo piştevaniya li aştî û ewlehiya li herêmê bi rengekî du alî û piralî bi rengekî çalak dixebite.

Herî dawî Swîsre û partnerên wê, mijara têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ku tê îdîakirin ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye bikaranîn dişopînin. Bi taybetî baweriya xwe bi pozîsyona Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) a li dijî van sûcdariyan tîne.”