spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NPG’ê bersiv da angaşta Hûlûsî Akar a çekên kîmyewî

NPG’ê  bersiv da antgaştên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar ên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de ev tişt got: “Bi wesayîtan jî dikarin xwe bigihînin qada ku çekên kîmyewî lê tên bikaranîn. Banga me ji şandeyên serbixwe ew e ku li herêmê lêkolînan bikin."

Dewleta tirk êrîşên xwe yên ku di meha nîsanê de li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê didomîne dabû destpêkirin didomîne. Di van êrîşan de artêşa tirk li dijî gerîllayên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev bikaranîn ji aliyê dewleta tirk ve tê redkirin. Lê tevî redkirinê jî parlamenterên HDP’ê li Lijneya Giştî ya Meclisê vê mijarê tînin rojevê û  di hevdîtinên budçeya Wezareta Parastinê de derheqê bikaranîna çekên kîmyewî de pirs kirin.

Kesên ji derve qebûl nakin

Li ser pirskirina parlamenterên HDP’ê Wezîrê Parastinê Hulusî Akar careke din angaşt kir ku di envantera artêşa tirk de çekên kîmyewî tunene û ev tişt got: “Li gorî Peymana Pêşîlêgirtina Çekên Kîmyewî, gazên ku rê li ber barandina rondikan vedikin dikare ji bo parastina ewlehiya mirovan di operasyonên taybet ên hêzên ewlekariyê de bên bikaranîn. Berovajîkirina daxuyaniya têkildarî operasyona Garê de, bi gotineke herî sivik propagandaya rêxistinê ye. Em xwedî wê kapasîteyê ne ku xwe bi xwe kontrol bikin û xwe binirxînin. Em qebûl nakin ku ji bilî me tu kesê din li herêmê lêkolînan bike.”

Bi domdarî Akar angaşt kir ku di 24’ê mijdarê de şandeyeke wan li herêmê lêkolîn kiriye û angaşta xwe wiha domand: “Me şandeyek amade kir û şande çû. Lêkolîn kir û tiştên ku kom kirin dan labaratuara Wezareta Tenduristiyê. Di raporê de derket holê ku çekên kîmyewî nehatine bikaranîn.”

Daxuyaniya NPG’ê

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) der barê van angaştên Akar de daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) der barê mijarê de da; NPG’ê diyar kiriye ku di 9’ê kanûnê roja ku Akar axaftin kiriye de li nêzî gundê Sîda yê Bajarokê Şêladizê yê Amediyeyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Banga li şandeyên serbixwe

Ji bo lêkolînakirina mijarê NPG’ê ev bang kir: “Dibêje ku şandeyeke di bin kontrola xwe de şandine û bi vê yekê li xwe mikûr tê ku sûcê şer dikin. Dikarin bi wesayîtan biçin herêma ku di navbera 7-8-9’ê kanûnê de 150 caran çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn. Bi wesayîtan jî dikarin xwe bigihînin vê herêmê û qadeke ji lêkolînê re vekirî ye. Banga me ji bo şandeyên serbixwe ew e ku bên li vê herêmê lêkolînan bikin û heqîqetan di cih de bibînin.”