17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bi bîranîn

Nivîskar Mehmed Uzun, Di 15’mîn salvegera koçkirina wî de dîsa wekî her sal di 11’ê cotmehê de  li ser gora wî merasîma bîranînê bi tevlêbûna nivîskar, dost û heval û xizmên Uzun pêk hat.

Mehmed Uzun li goristana deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûra Amedê ji hêla gelek rewşenbîr û hezkiriyên wî ve hate bibîranîn.

Di destpêka merasîmê de nivîskar Şehmûs Dîken axivî û qala jiyana Mehmed Uzun û hin bîranînên xwe yên pê re kir.  Piştî axavtinê hevjîna Mehmed Uzun helbesta xwe ya bi navê Şevên Lal, xwend û bi xêrhatina hemû beşdaran kir û dawî li axaftina xwe anî.

Birayê Mehmed Uzun, Mustafa jî nameya ku ji bo birayê xwe nivisandibû xwend. Piştre hevalê Mehmed Uzun, Bijîşk Adem Avci, axivî û behsa rewşa Mehmed Uzun a di dema nexweşiyê de kir. Her wiha behsa hevaltiya xwe ya bi Uzun re kir û wiha got: “ Min ew ji nêz ve nas dikir.  Ew hevalekî pir zîrek û zana bû û me pir salên xweş bi hev re derbaskiribûn. “

Piştî axaftinên li ser gorê kesên ku beşdar bûbûn ber bi qonaxa  Zerzevanê ve meşiyan û li wê derê jî gelek nivîskar û heskiriyên Mehmed Uzun li hev civiyan.

Kombûna li Zerzevanê bi bernameyeke dewlemend berdewam kir û li wir jî gelek axaftin çêbûn û behsa berhemên Mehmed Uzun hate kirin.

profesorê wêjeyê Weysî Yetîk, der barê bandora berhemên  Mehmed Uzun li ser wêjeya kurdî ya modern kir û wiha got: “Mehmed Uzun, bi berhemên xwe înkara zimanê kurdî  ji holê rakir. Uzun bi vejîneke edebî wêjeya kurdî gihande asteke jor. Min gelek nirxandin li ser berhemên Mehmed Uzun kirine û dixwazim romanekê jî li ser wî binvîsim.”

Amed Tîgrîs jî di axaftina xwe de behsa hin bîranînên xwe yên bi Mehmed Uzun re kir “ Min û Mehmed Uzun di sala 1980’yê de li Stokholmê hevdu nas kir. Di wê demê de komeleyên kurdan dixwestin bi hevre ferdrasyoneke kurdan ava bikin, lewre di wan xebatan de em demekê bi hevre xebitîn û piştî avakirina fedrasyonê me li ser navê fedrasyonê kovareke bi navê Berbang derxist ku xurî bi kurdî bû. Wê demê ez û Mehmed Uzun bi hevre di radaksyona kovarê de bûn. ”

Tigrîs di berdewamiya axaftina xwe de got ku Mehmed Uzun tevî ku karekî wî yê baş hebû lê dest ji kar berda û dest bi nivisandinê kir. Di vê der barê de  Tigrîs ev agahî parvekirin û wiha got: “ Mehmed Uzun piştî ku dest ji karê xwe berda, êdî nema dihat federasyonê jî, dest ji karê siyasetê jî berda û li mala xwe dest bi nivîsa berhemên xwe kir.”

Bername bi axaftina çend xwendevan û heskiriyên Mehmed Uzun berdewam kir û bi helbesta Zozan Uzun û axaftina wê ya ji bo spasiya beşdaran bidawî bû.