12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmet Ocalan: Raste rast bêhiqûqiyê dikin

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû lê axaftin di nivî de hatibû qutkirin. Hêj qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re bi dawî nebûbû ku di 13’ê nîsanê de dîsa cezayê 6 mehan a qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan li Ocalan hat birîn. Têkildarî sedema qedexeyê tu agahî nedan parêzer û malbata Ocalan. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî mijarê bi Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Mehmet Ocalan da zanîn ku malbat têkildarî biryara qedexeya hevdîtinê nehatiye agahdarkirin û wiha got: “Em jî li ser televîzyonê jê haydar bûn. Ev qedexe ne hiqûqî û ne jî insanî ye. Kesekê ku li nîva behrê di nava çar dîwaran de tê ragirtin ma dê çi sûcan bike? Cezayên çêkirî ne. Ev qedexeye, di şexsê birêz Ocalan de nêzikatiya dewletê ya li hemberî gelê kurd nîşan dide.”

Bi domdarî Ocalan diyar kir ku weke malbat û parêzeran her hefteyê ji bo biçin Îmraliyê serlêdanan dikin û wiha pê de çû: “Lê tu bersiv nayên dayîn. Van qanûnan eleqeya xwe bi êrişên li her çar aliyên Kurdistanê re tên kirin re heye. Ev yek nayê qebûlkirin. Dema qedexeyek tê danîn, bingeha wê li gorî wê tê amadekirin. Lê belê bingeheke van qedexeyan tune ye. Di destê wan de tiştek nema ye û raste rast bêhiqûqiyê dikin. Li Tirkiyeyê qanûn tên binpêkirin. Kîjan dever pêwîst bike em ê serlêdanên xwe bikin û jê bixwazin ku bi qanûnên xwe bikin.”

Di berdewamê de Ocalan got ku biryarên derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tên dayîn, têkiliya xwe bi êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê re heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sedî sed eleqeya xwe pê re heye. Ev tiştekî rast nîne. Meseleya kurd bi şer û kuştinê çareser nabe. meseleya kurd, pirsgirêkeke insanî û siyasî ye. Heke bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin, dê ne leşker, ne polîs û ne jî gerîla nemirin. Heke birêz Ocalan biaxive, dê ev mirin ji holê rabin. Lê dewlet vê yekê naxwaze ku bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin da ku ev xwîn bisekine. Birêz Ocalan, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hêviyek e. Neçareserkirina pirsgirêka kurd, ziyanê digihîne hemû gelên Rojhilata Navîn.”

Ocalan, bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî polîtîkayên dijhiqûqî da û axaftina xwe wiha qedand: “Ji sedî sed para Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Nêzikatiya Xerab a Ewropayê (CPT) di van bêhiqûqiyan de heye. Heke bixwazin dikarin deriyên Îmraliyê vekin. Lê dema mijar dibe kurd, hemû kes xwe bêdeng dike. Heke saziyên ku qaşo parastina mafên mirovan dikin bixwazin, dikarin dawiyekî li van bêhiqûqiyan bînin. Nexwe dê bibin aliyekî êrişên li ser gelê kurd. Divê vê bêdengiya xwe bi dawî bikin. Hesabê her kesekî di aloziya heyî de heye û ev yek nayê qebûlkirin. Divê di zûtirin demde biçin Îmraliyê û pêşî li vê xwînê bigirin.”