5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çawîşên pispor ji şer direvin

Şerê dewleta tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di 14’ê nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê daye destpêkirin, 23 rojin didome. Tirkiyeyê heta niha bi dehan caran li herêmê operasyonên hewayî û bejayî pêk anî. Lê di her şer û operasyonê de gelek leşker hatin kuştin û bêyî encam bi dest bixe vegeriya. Niha jî Tirkiye bi balafirên şer, helîkopter, SÎHA, ÎHA û bi piştgiriya NATO, PDK, cerdevan û DAIŞ’ê êrîşên xwe didomîne. Piştî Mesrûr Barzanî li Tirkiye û Ingilistanê bi rayedaran de hevdîtin kirin li dijî Herêma Parastina Medya dest bi şerekî dijwar kirin. Tirkiye û PDK’ê armanc dikir di rojekê de encam bigirin. Lê 23 rojin derbas bûn hêj gavek jî pêş de neavêtiye. Niha leşkerên tirk ên şer dikin neçar mane ji gelek noxteyan paşde vegerin.

‘300 leşker hatin kuştin’

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ji qada şer derbas kir, artêşa tirk li herêmên Kurojahro, Werxêlê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortê çekên kîmyewî bikaranîn. Li gorî nûçeyê di şerê li herê mê de heta niha herî kêm 300 leşker hatine kuştin.

Çawîşên pispor ji şer direvin

Cerdevanên ku birine herêmên şer, diyar kirin ku li Zapê şer bi dijwarî didome û çawişên pispor bi payebilindên xwe re niqaşan dikin. Cerdevanan, diyar kirin ku çawişên pispor ên şandine Zapê derûniya wan xera bûye û ev rewş di nava leşkeran de rê li ber niqaşan vekiriye. Cerdevanan ragihand ku çawişên pispor bi gotina “Çi karê min li vir heye?” hewl didin ku birevin. Cerdevanan, dan zanîn ku çawişekî pispor ê hewl daye bireve ji aliyê binefser ve ji lingê xwe ve hatiye birîndar kirin.

Di rojên borî de 10 çawişên pispor ên pirsgirêkên psîkolojîk dijiyan îstîfa kiribûn.

 DAIŞ’işan dişînin şer

Nivîskar û rojnameger Takor Zerdeşt jî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku 5 hezar DAIŞ’iyên ku cil û bergên pêşmergeyan lê hatine kirin, birine ser sînor. Zerdeşt anî ziman ku peywireke dîrokî dikeve ser milê pêşmergeyên xwedî şeref û wiha got: “Êrişên li dijî Herêma Kurdistanê parçeyeke şerê sedsalan ê li dijî kurdan e. Ev şer, ne tenê şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye. Parçeyeke komploya li dijî gelê kurd e. PDK jî ji bo berjewendî û sermayeya xwe li cem Tirkiyeyê cih digire. Dewleta tirk ji bo sînorên Mîsak-i Mîllî bi hemû artêşa xwe êrişî Kurdistanê dike û dixwaze dagir bike. Hemû çekên di envantera NATO’yê de tên bikaranîn û heta ji bi kar anîna çekên kîmyewî jî xwe nade paş. Hemû cîhan jî bi durûtî li rewşa heyî temaşe dike. PDK, şibiyaye Tirkiyeyê. Fînansmaniya şer li ser PDK’ê tê kirin. Di heman demê de alîkariya leşkerî û îstîxbarî tê dayîn. Xelkê ji rastiyan dûr dixe û bi darê tirsê dixwaze wan kontrol bike. PDK mîna Joseph Goebbels ê Hîtler demogojiyê dikin. Ez 20 salan li Duhokê jiyam û min bi çavên xwe dît bê ka gel bi van derewan çawa tê xapandin. Niha jî çeteyên El Nusra, El Qaîde, Roj, Zêrewanî, Pilingêr, Gûrgê Bozo û hwd. ava kirine û navê pêşmergeyan li van dike û hewl dide mîna lehengan nîşan bide. Li gorî agahiyên dawî yên ketine destê me; bi alîkariya Tirkiyeyê 5 hezar DAIŞ’î kom kirine, navê pêşmergeyan li wan kirine û birine ser sînor. Niha jî ereb û tirkmenên li derdora Mûsil, Kerkûk û Telefarê kom dikin. Tevahiya van kesan DAIŞ’î ne.”