7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed serdana Îranê kir

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di 8’ê meha Gulanê de serdana Îranê kir û bi serokê Îranê Ibrahîm Reîsî re hevdîtin kir.

Ibrahîm Reîsî di hevdîtinê de pesnê Beşar Esed da û jê re wiha got: “Tu wekî bavê xweyî.”

Reîsî ji Esed re got ew jî wekî bavê xwe cihê xwe di eniya berxwedanê de digire.

Reîsî di berdewama axaftina xwe de li ser hevkariya bi Sûriyeyê re rawestiya û wiha got: “Di demekê de ku rayedarên dewletên ereb û yên herêmê ji bo rûxandina hikûmeta Sûriyeyê dem destnîşan dikirin, Îranê cihê xwe li kêleka hikûmet û gelê Sûriyeyê girt.”

Reîsî der barê hêzên biyanî yên li Sûriyeyê de jî wiha got: “Divê hemû hêzên dagirker ji axa Sûriyeyê werin derxistin.”

Beşar Esed jî behsa hevkariya di navbera Sûriye û Îranê de kir û wiha axivî: Piştî berxwedana 10 salan eniya berxwedanê teqez kir ku berxwedan rêbazeke erênî û bikêrhatî ye. Me bi hevkariya xwe da xuyakirin ku berxwedan dikare DYA’yê têk bibe. Em deyndarê hikûmet û gelê Îranê ne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema destpêka bûyerên li Sûriyeyê ango ji sala 2011’an de ev cara duyemîne ku Beşar Esed serdana Îranê dike. Beriya niha cara dawî Esed di sala 2019’an de serdana Îranê kiribû.