19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hêzên kurdistanî divê piştgiriyê nedin dagirkeriyê’

Hunermendên kurd, bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dan û bang li gel û hêzên kurdistanî kirin ku li dijî dewleta tirk helwesteke hevpar nîşan bidin. Hunermendên kurd ên ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) axivîn, diyar kirin ku êriş li dijî hemû kurdan e û bi lêv kirin ku divê hunermend û rewşenbîr li dijî êrişan bêdeng nebin.

Hozan Canê

Hozan Canê ku li dijî êrişan banga yekitiya netewî kir, wiha axivî: “Dîsa dewleta tirk şerekî qirêj, berfireh û mezin li hemberî gerîla da destpêkirin. Ez vî şerê qirêj şermezar dikim. Bang li her çar beşên Kurdistanê dikim ku werin em giştî bi hevre dest bidin hevûdu, yekîtiya xwe ya netewî çêbikin û vî şerê qirêj rawestînin, li hemberî wê bisekinin, bila xwîna gerîla nerije. Eger xwîna gerîla birije, xwîna 4 beşên Kurdistanê dirije. Ji ber ku gerîla zarokên 4 beşên Kurdistanê ne. Dewleta tirk dixwaze bi xwîna kurdan dîsa bigihije armancên xwe yên qirêj û hilbijartinan. Ez bang li kurdan dikim ku yekîtiya xwe ya netewî ava bikin, neyên lîstokên Erdogan û bila bira birayî neêşîne. Ji we rîca dikim ku gerîla bi tenê nehêlin, serketin ya kurdan e, serketin ya gerîla ye.”

Ganî Nar

Hunermend Ganî Nar jî berteka xwe ya li dijî şer wiha anî ziman: “Kurdistaniyên hêja û birûmet, hemû miletên ku ji bo azadiya xwe berdêl dane û bi ser ketine, îro di nava civaka cîhanê de serbilind in. Ji ber ku şoreşa hemû miletan ji bo jiyaneke azad û birûmet e. Li şûna ku em kurd bibin neteweyeke yekbûyî, li şûna ku em bibin yek û ji bo azadî û avakirina welateke bê bindestî; lê mixabin hinek kes hîn jî çavên xwe li lîstok û fêlên dijminên Kurdistanê re diniçiqînin. Ma em ê heya kengê azadî û biratiya xwe, destkeftî û serkeftinên xwe bikin qurbanê lîstokên dijminên xwe, dijminên axa bav û kalên xwe? Ma êdî ne bese ku em xwe bi jehra dijminên xwe bikujin.”

Hoşyar Heme Ferec

Hunermend Hoşyar Heme Ferec jî erîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha got: “Têkildarê leşkerkêşiya artêşa tirk a li ser kurdên bakurê Kurdistanê ez wan kiryarên Tirkiyê şermezar dikim ku bi salan e hertim ne carek û ne du carin dubare dike û her carê ji wî re rûreşî û şermezarî dimîne. Xuya ye ku divê Tirkiyê bigihîje vê astê û têgihîştina vê rastiyê ku bizane ev kar hertim bi diyalogê çareser dibe ne bi hêza leşkerî. Xuya ye ku ew operasyonên bi salan û mehan ên berê yên Tirkiyê, her çend salan carekê dubare dike û her carê jî dizane ku ew ê di vî karî de serkeftî nebe. Divê vê rastiyê fêm bike ku hêz û neteweyeke li Kurdistanê heye ku ji wan re tê gotin kurd û xwedî ziman, maf û çanda xwe ne. Destdirêjkirina li ser her beşeke Kurdistanê li ku derê dibe bila bibe, destdirêjîkirina li ser giyana hemû welatiyên kurd.”

Necmedîn Xulamî

Hunermend Necmedîn Xulamî jî wiha got: “Peyamekê ji bo şermezarkirina hikumeta AKP’ê û ew êrişên wê dawiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û her wiha li ser Hêzên Parastina Gel araste dikim. Di rastiyê de dîrokê şahidê vê yekê ye ku bi dirêjahiya dîrok û xebata gelê me, li bakurê Kurdistanê rejîmên yek li pey yek ên Tirkiyê ku bi domdarî operasyon li darxistine û sozên tunekirina PKK’ê dane gel, lê bi kêyfxweşî dikarim bêjim ku hemû operasyonên wan heta niha bê encam mane. Şoreşa rizgarîxwaziya gelê me li bakurê Kurdistanê roj bi roj zêdetir geş bûye û pêşketiye. Di rastiyê de gelên azadîxwaz ên cîhanê ev xebate nas kirine, her wiha bera xwe dane wê. Ez wan êrişan bi tundî şermezar dikim, ji hêzên kurdistanî dixwazim ku bi ti awayî tev li wan planan nebin. Di rastiyê de çendîn sal in Tirkiyê armanc dike ku hêzên kurdistanî yên başûrê Kurdistanê tev li planên xwe bike. Bi xwe baş dizanin ku hikumeta Tirkiye, AKP dijminê sereke yê gelê kurd e, tenê dijminê aliyekê yan jî PKK’ê nîne. Bi xwe vê yekê baş dizanin ku ew heta rehmê bi zarokê kurd yê di nava dergûşê de jî nakin, me dît û li ber çavên cîhanê destê zarokekê çawa şikandin û bi domdarî sûcên dijmirovî pêk tînin, çekên qedexekirî li dijî gelê me bikar tînin. Mixabin ku cîhan jî li hemberî wana bêdeng e. Ez wek hunermendekê careke din wan êrişan şermezar dikim û ji giştî gelê kurd û bi taybetî yên başûrê Kurdistanê daxwaz dikim ku li beramberî van êrişên Tirkiyeyê hişyar bin, her wiha bila bala wan li hêzên Kurdistanî be ku bi tu awayî tev li wan êrişên hikumeta AKP’ê nebin. Hêvîdarim ku hemû hunermend, kesayetî û hemû rewşenbîr li hemberî vê êrişê ku êrişa li dijî mafên rewa yên gelê kurd e, hişyar bin. Bi hêviya serketina gelê kurd, bi hêviya tunekirina dagirkerên Kurdistanê.”

Hêmîn Nanobeat

Hunermend Hêmin Nanobeat jî wiha axivî: “Silav li we hevziman û hevneteweyan; em hemû dizanin ku yek ji dijminên herî xedar ê neteweya me li her sê aliyan ve her çend bi xwe li hev nakin û bi nakok in, pirsgirêkên cûr bi cûr di navbera wan de heye. Dixwazim balê bikişînim ser vê yekê, ji bo tunekirina kurdan, hertim yek ziman, yek fikir, yek deng û yek hêz bûn. Tişta ku sosrete ew e ku çima em ê ku yek netewe ne em nikarin bibin yek da ku ji wê zêdetir tune nebin û asîmîle nebin. Ji bo ku ew hemû ciwanên welatê me li wan behran nexeniqin, bi şanazî bijîn û pêşeroja me di destê wan de ye. Erkekî niştîmanî ya her yek ji me ye ku jiyaneke baş, pir şanazî û aram ji bo nifşa pêşerojê ya gelê me ava bikin. Ji ber wê yekê rîca li hemû rêxistinên siyasî, ayînî û hwd dikim ku ew baweriya ku gel daye we ji bo berjewendiyê take kesî yan jî ew rêxistinên heyî bikar neyînin, berevajî bixin xizmeta netew û gel yê ew bawerî daye wan.”

Hozan Aydin

Hozan Aydin jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re şermezar kir û got: “Silav û rêz gelê me yê hêja, weke tê zanîn ev demeke ku dîsa ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi ser axa welatê me, bi ser şervanên azadiya welatê me êrişên hovane tên kirin. Pir mixabin ku em dibînin û dizanin ku PDK’ê alîkariyê dide vê êrişê. A niha tişta herî sosret ji bo me hemûyan û em hemû wate nadinê ew e ku ev alîkarî dayîn ji bo çiye. Bêguman weke tê zanîn ew zêdetirê 40 sal in ku tevgera azadiya kurd û Kurdistanê ango gerîla, ango PKK, ji bo azadiya welat û civaka me li hemberî dagirkeran û zilm û zordariya dagirkeran û dijminên welatê me şereke bêhempa li seranserê Kurdistanê dike. Çi li Bakur, çi li Başûr, çi li Rojava û çi jî li Rojhilatê Kurdistanê, li her derê li dijî dagirkeran şer dike. Ya ji kurdan tê xwestin, ya ji bo hemû kurdan a herî rewa û mirovî ew e ku kê/î xwedî çi ol û baweriyê be, çi di warê bîrdozî û siyasî de be bi kurtasî xwedî çi fikir û ramanî be bila bibe, divê bi vê tevgerê re rabe. Ji ber ku ev tevger ji bo azadiya me hemûyan, ji bo azadiya kurd û Kurdistanê ye. Sekinîna li hemberî vê tevgerê bextreşî û bêbextî ye. Dikeve xizmeta dijminê me û ew jî diçe xiyanetê. Pir mixabin wisa ye. Eger ku ne wisa be, nerazîbûnek li hemberî zilma dijminê me, zilma dagirkeran hebe, cih û axa ku mirov li wir xwedî îrade û sekn û hêzekê be, dijminê mirov nikare bikeve wê derê û li ser wê axê xwe bi cih bike, çeperên xwe çêbike. Di wan çeperan de li hemberî namûs û rûmeta me êrişî me bikin. Sekinîna li rex dijminên me, eleqedanîn û dostaniya bi dijminên me re tu carê ji bo me nabe çareserî, nabe sedem ku em bikarin bigihîjin armancên xwe, azadiya xwe û welatê xwe. Di wir de divê em bi biratî û yekîtiyekê bigihîjin hevûdu da ku em bikaribin li hemberî zilma neyarên xwe û dagirkeran sekna xwe nîşan bidin û ji xwe rê bêjin ku em xwedî rûmet in. Eger ku ew nebe, pir mixabin wê her tişt ji me re bibin xeyal û xeflet. Bi vê bîr û baweriyê careke din dibêjim silav û rêz û wê serketin a şervanên azadiya welatê me be û wê serketin a gelê me be.

Nahîde Fetahî

Hunermend Nahîde Fetahî jî wiha axivî: “Hunermend, hunerhez û gelê kurd û Kurdistanê yê hêja, hêvîdarin ku li hemberî rejîma faşîst a tirk bêdeng nebin ji bo xaka Kurdistanê. Hêvîdarin ku helwestê nîşan bidin û şermezar bikin. Her wiha li hemberî vê rejîma faşîst a ku zilm û zor li gelê kurd û Kurdistanê, xak û ava wê dike bêdeng nemînin. Hêvîdarim ku bi yek dengî û yek rengî xwedî helwest bin û destê xwe bidin destê hevûdu û ji bo xak û ava me, ji bo kurd û Kurdistana me bêdeng nemînin. Erka me Kurdan, hunermend û hunerhezan û gelê dilsoz ê Kurdistanî ye ku derheqê av û xaka Kurdistanê ku rejîma dîktator zilm û zordarî dikin û dagirkerin xwedî helwest bin. Bijî kurd û Kurdistan, bijî azadî ji bo her çar beşên Kurdistanê.”

Farûq Bapîr

Hunermend Farûq Bapîr jî wiha axivî: “Silav li we hunermend û hunerhezan, mixabin careke din dewleta tirk a faşîst bi hêcetên cuda êrişeke dirindane li ser xaka Kurdistanê dike. Dixwaze çend beşên din ên Kurdistanê dagir bike. Ez ji wir weke hunermendekê vê dagirkerî û leşkerkêşiya dewleta tirk şermezar dikim. Hêviya min ji gelê bi rûmet ê Kurdistanê ye ku li dijî vê dagirkerî û leşkerkêşiyê xwedî helwest bin. Her wiha peyama xwe bi taybetî arasteyê hunermendên hêja û resen ku her tim xwedî peyam bûne û nehîştine ku dijmin bi dilê xwe Kurdistanê dagir bikin û her tim xwedî helwest bûne; hêvîdarim ku vê carê jî li hemberî vê leşkerkêşî û dagirkeriya dewleta tirk helwesteke we yê paqij hebe. Careke din dubare dikim ku ev leşkerkêşiyê û dagirkeriya dewleta tirk şermezar dikim. Serketin her tim ya gelê kurd û gerîla, pêşmerge û dilsozên xak û niştîmanê ye, şermezarî ya xayinan û dijminên kurdan e.”