28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mekan û Ruh

Mekan, weke ku tê zanîn cî ye, cih û warê ku mirov lê dijî û jiyana xwe bi axilbeyî lê dibihurîne, dibe ku mekan biguhere jî, lê ya asas warê ku dibe welat, mekanê qedirbilind e. Lê ji bo takekesî jî bi taybetî mekanên xweş î tim di dil de hene. Bi civakî jî war ango mekan tiştin taybet, pîrozwer û giyanşadî hene. Girêdayî mekan îca watedana mirov a biaqilî yan jî dilî-hestî-hestiyarî heye. Mekanin hene ku ruhê mirov lê şa dibe, şad dibe, hinin jê jî dojeh in.

Dixwazim li ser têkiliya mekan û ruh tiştina parve bikim, ango hestên dilê xwe bibarînim. Ê ma hestên dil bêyî hiş dibe, helbet hişmendiya vî karî, van hestan jî heye. Ma ne ruh, li hember hebûnê hestiyarî, hestxweşî û dilzîzî ye. De ka hema ji we bipirsim; ku dengê Ciwan Haco bi lorînî got, “Diyarbekir mala min a / Ciyê bav û kalê min a…” wê derûniya we çawa be, tew ku bîranîneke we bi vê kilamê li mekanekî hebe! Hûn ê bibêjin çi! Bela ew mekana paşê wêran jî bibe, dema ku hûn herin wira, ev lorîn ew ê ruhê we şad bike. Belkî bêyî we û vê rewşhestiyarî tu wateya wî warî tunebe jî; mînak kolanek, kafêyek, baxçeyek, ber darekê, ber kevirekî, ber çemekî yan jî serê çiyayekî. Tew ku hezkiriyekî/ê we hevparê vê bîranînê be!

Îca hema mekan û ruh ne bi tenê xwedî wateyeke wisa ne. Çima gul bê bilbil nabe û bilbil bêyî gulê ji mirov re weke nanê tisî ye. Yanî mirov ew watedar kirine. “Ay lê gulê gula min ê / Şêrîna li ber dilê min ê / Ez gulê nadim bi malê dinê / Li ser gulê têm kuştinê…” û Mihemed Şêxo, de mekan ku be çi ferq dike, lê mekanên ku bi vê lorînê re mirov ji ser xwe dibe teqez hene.

Mekanên ku dildiperitînin jî hene; gundên şewitî, cenazeyên şewitî, mirovên ku di bin xaniyan de man, dijêrwaran de wenda, lê di dil de her dijîn. Carinan azadî jî têrê nake ku êşnin bêne jibîrakirin, na êş mîna dojehê ne. Sewtên ku wan bêbextiyan, wan kiryarên dijmirovî tîne guh jî hene; de bila Mem Ararat êşê bilorîne; “Ez ê çi bikim ne ewrek im, ku bibim baran û vî agirî vemirînim / Na na wele ez ê ne bayekê gûr im ku vê reşdûxanê biqewitînim…” dizanim niha çi mekan têne ber çavên we û çav şildikin, dil diperitin, hêstir dibin baran. Tew min digot ez ê çend ristên evînê bireşînim, lê va jiyan wisa ye. Va Beytocan herdû êşan jî dike yek, hem dil, hem êş; “Agir ketye dilê min / Xew nakeve çavên min…” Newêrim dest bavêjim birînên ku Seyda Perînçek kaşik-qalikên ser elemê radike…
De bila kelecana beriya salên heştêyî toza guhê min biweşîne, bi destûra we, Şivan û Gulîstan wisa dikirin gazî; “Kurdistanê Kurdistan, baxçê gulan derdê dilan / Îro mayî li bin destan barên giran li ser milan…” De vayê dengê azadiyê jî nêzîk dibe; ligel derd û kul û cefayan; herê, herê… “Destana Rojava / Tîpên wê zêrîn in / Hibreya wê bi xwîn e / Ciwan dinivsîn in / Em nadin Kobanê, Kurd nadin Kobanê…/ Kurdistan yek parçe / Dilê me çar parçe / xwe dikin hezar parçe / Em nadin Kobanê, Kurd nadin Kobanê…”
Û em dikarin vê nivîsê hê jî dirêj bikin, lê ne hewce ye, bawerim min merama dilê xwe anî ziman.

Yanî dixwazim bibêjim ku, jiyan çiqasî civîna bîranînan be, bîranîn jî civîna hest û mekanan e. Ruhê mirov di xew an şiyarî de, belkî bêyî miron jî digere û hey digere, belkî jiyan bixwe ger be jî, ger bi her awayî, çi fizîkî çi hişmendî, çi xewn û xeyalî. Carinan mirov ji ciyê xwe qet naleqe jî, lê hiş erd û asîman tevlîhev dike, toz û dûmanê jê radike! Dizanim hatiye serê we gelekan; xewnên mirov axilbe girêdayî zarokiyê ne û her dem warê ku mirov çavê xwe lê li dinyayê vekiribe, warê xewnên mirov in. Yanî mirov dikare bibêje her mekan ruh dide niştecihê xwe. War û ruh cêwiyê hev in. Ruh wisa li mekanê xwe digere ku dawiyê ew war fireh dibe, dibe welat!
Herê Welato, bê te ne tê sebr ne jî tebato..

Welato
Min bêrya te kir
Min bêrya qesela te kir
Min bêrya bêhna qesela te kir
Qesela payîzî
Gihayê hişk ku nizar û newalan
Dike Bihuşta Zehra
Dewar û pez / di tavheyvê
Di hênekahiya sibehê de tê de diçêrin
Tew ku baraneke payîzî lê bê
Ez qilçixkî wê bimêjim
Ku em li ber deviyekê yan jî mêwekê rûnên
Bi qaçaxî
Goşiyek tirî yan jî qemçik hejîr bixwin
Destên me tev mezeloqî
Rahêjin nanekî ceh
Herin ser çem
Gepik nan û qulpik av
Gepik nan û qulpik av
Pez hatibe ser ava esirî
û bêrî be jî
“Mere şivan bi çi nas dike..?”
Tasek şîr
Ku ji guhanê bizinê nûh hatibe dotin
Werê germ
Weke şîrê diyê..!
Weke ava heyatê..!
Ava nemirinê..!

Welato..!
Min çiqas bêriya te kir
Weke zarokê bêriya şîrê diya xwe kiribe..!

Herê wisa ye; welat dayika mirov e, mekan dayika ruh e; ne kêm ne zêde.