28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mele û şûştina cenaze

Carekê melayek diçe li gundekî melatiyê dike. Piştî demekê gundî li hev dicivin û biryarekê digirin ku melayê xwe yê ciwan biceribînin ka mele dizane miriyan bişo yan na.

Dibêjin: Em yekî gundî ji xwe bibin paşê gazî mele bikin,  jê re bêjin va ye miriye were meytê wî bişo.

Di nav xwe de yek ji xwe dibe û diçin gazî mele dikin da ku bê laşê wî bişo.

Dema mele tê gundî wî û yê qaşo mirî bi tenê dihêlin derî bi ser wan de digirin û diçin.

Piştî demek derbas dibe gundî li derî dixin ji mele re dibên: Mele, ma te çi kir mirî şûşt an na, tu çima ew qas dereng mayî?

Mele dibê: Heyran careke din, ji bo miriyên xwe yê nîvmirî gazî min nekin, heta miriyê we tam nemire gazî min nekin. Ez seatek bi miriyê we ve me heta ku min ew kuşt.  Şuştin û kuştin bi hev re pir zehmet bû. Careke din ji bo şûştina mirovên nîvkuştî gazî min nekin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê