6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destê min pîroz e

Azîz Aksû

Rojekê em çûn mala hevaleke me. Biraziyê wê yê temenê wî deh salî hebû, ez nas kirim û bi dîtinma min kêfxweş bû. Ez ji MKM’yê nas dikirim. Çend rojekî min waneya kurdî dabû wan, di pey re nexweşiya pandemiyê dest pê kiribû û me jî ji neçarî dev ji dana waneyê berdabû. Lê çaxa lawik ez dîtim, ez nas kirim. Ez bi kurdî pê re peyivîm, lê wî baş nekarî bersiva min bide. Min gote; “qet nebe çend peyvan bi kurdî bipeyive, de em ew qas jî nekevin deravê şermê. Qaşo tu xwendekar î û min jî mamostetiya te kiriye. Te, di nav vê civatê de keda me li ber bayê berda.” Zarok, hinekî li ber xwe ket û bersiva min neda. Hem kêfxweş bû û hem jî piçekî şerm dikir. Min got: “şerm neke, ne sûcê te ye. Sûcê mezinan e.” Gede bi rê ket û çû. Min ji mamê wî re got: “Qey hûn bi tirkî bi van zarokan re dipeyivin?” Wî jî got; “em car caran bi tirkî dipeyivin lê birayê me yê mezin pir dipeyive.” Min got: “qey wî ji we hemûyan zêdetir îşkence ji destê dewleta tirk xwariye?” Çi kesên di civatê de bûn, tev keniyan û mêrik jî got; “Tu çi dizanî wî ji me zêdetir îşkence xwariye?” Min got: “Ji tirkî peyivîna wî diyar dibe. Ji ber ku birayê min jî yê herî zêde îşkence xwariye, ji me hemûyan zêdetir tirkî dipeyive. Heta car caran min pê re qirin jî kiriye. Hem ji me hemûyan zêdetir dijberî vê pergalê ye, hem ji me hemûyan wêrektir e û ji me hemûyan zêdetir jî dixebite. Lê belê di aliyê zimên de, her wekî dermanek dabine wî, bi zimanê wan ve hatiye girêdan.”

Pismamekî me heye, navê wî Evdilqadir e. Bavê wî mezinê gund bû. Di salên şêstî û heftêyan de, li cem me, çi karên hebûna mirovan bi destê xwe dikirin. Yanî bedenî dihatin kirin. Îca çi kesên piçekî mişhet hebûna, diçûn cem bavê Evdilqadir û digotin “bila xêra we be, hûn dizanin em mişhet in. Ez biçim li ber pezî, dê karê min bimîne û ez biçim karî, pez bêxwedî dimîne. Wextê Evdilqadir pezê me bike di nav pezê xwe de û em jî zarokan bidin cem wî, dê baş bibe.” Bavê Evdilqadir jî, bê gotin erê dikir û pezê xwe dibirin nav pezê Evdilqadir. Carinan heta bîst zarokan jî dibûn hevkarê Evdilqadir. Jixwe ne hewce ye zêde jî mirov qala kirinên zarokan bike. Zarok li her cihî zarok in. Zarokên ku qaşo şivan bûn; rik li hev digirtin, şer dikirin, xwe bi tiştên beredayî mijûl dikirin, di xew de diman. yanî ji xeynî şivantiyê her tişt dikirin. Evdilqadirê xemxwar û pir hez pezî dikir, ji tengiya halê xwe û neçarî tim li wan dixist. Lê çaxê dinêriya lêxistin, zarokan weke daxwaza wî çênedikirin, êdî li gorî xwe cureyîn îşkenceyê peyda dikir û li ser wan diceribandin. Ew tiştên di leşkeriyê de dîtibûn û hinekî yên wî bixwe jî afirandiye li wan dikir.

Piştî gund hatin valakirin, hema bêje tevahiya gundiyên me jî hatin bajarê Mêrsînê. Tenê Evdilqadir û çend kesên pîr ên kêrî bajaran nedihatin, li gund mabûn. Demekî Evdilqadir jî ji boyî daweta lawê xwe hatibû Mêrsînê. Weke her cara ku yekî ji gund bihata, gundî hatibûn civata Evdilqadir jî. Helbet ew serpêhatiyên wî û wan kesên di wê demê zarok û hevkarên wî bûn, nehatana gotin, nedibû. Her kesekî serpêhatiyek digot. Evdilqadir jî guhdariya wan dikir û dibeşişî. Di dawiyê de got: “Ka li wan binêrin, ew kesên min li wan xistiye ji yên min li wan nexistiye rûgeştir in. Hûn bizanibin destê min pîroz e.”

Wê çaxa Evdilqadir welê got, kesên ji destê dewletê pir zêde îşkence xwarine û yên hindik îşkence xwarine, kêfa wan bêtir ji tirkî re tê. Ez fikirîm û min ji xwe re got: “Gelo dibe hinek ji wan kesên ku ji destê dewleta tirk pir lêdan xwarine, destê tirkan pîroz bihesibînin?”

Ew kesên ji boyî rizgariya welat, çand û zimanê xwe têkoşîn dane û ew îşkence qebûl kirine. Vê dewletê jî, di serî de ji boyî zimanê wan bişaftine (ku ziman hestiyê pişta neteweyan e) û neteweya wan tine bike, ew îşkence li wan kiriye. Yanî li hemberî bişaftinê şerekî ramanî kirine û bi îşkenceyên giran bedelê wê jî dane. Lêbelê niha jî, bi zarok û hawirdora xwe re tirkî dipeyîvin. Mixabin û sed mixabin, bi wê peyivîna zimanê tirkî, bişaftinê pêk tînin û wê daxwaza kesên îşkence li wan kirine, tînin cih. Yanî li şaxê darê siwar bûne û di bin xwe re dibirin lê haya wan jê tune ye.