3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Strana Cana Min ji Kirmaşanê ta Qamişloyê

Ehmed Yûsif

Gelek belge û jêder didin aşkerakirin ku muzîka (Cana Min) ne farisî û ne jî azerî ye, her wiha ne ya Mihemed Şêxo ye jî. Lê belê ev mûzîk di bingeha xwe de vedigere folklora herêma Kirmaşanê. Stran bi navê “Her Waye Her Waye” tê naskirin. Rastiya nayê nixumandin ew e ku çand û hunerên gelan pir bandora xwe li hev û du dikin û gava ku pir gel û netewe û çand di nava hev de bijîn bandora wan li ser hev hêj bêhtir dibe û pê re belgekirina afirînerên resen hêj dijwartir dibe. Di Rojhilata Navîn de çanda dokumenterkirin, mafparastin û tomarkirina berheman bi navê afirînerên resen, çandeke pir qels e û di destê dezgeh û saziyên dewletan ên fermî de ne. Di vî warî de yên ku herî pêrgî çewisandin û binpêkirina mafên çandî û afrêneriyê hatine û hê jî pêrgî tên kurd in.

Berî çend salan min li ser youtubê straneke azerî guhdar kir ku mûzîka wê hema tu bibê ya strana (Cana min) ya hunermendê koçkirî Mihemed Şêxo ye. Piştî demeke kurt min straneke farisî bi heman mûzîkê guhdar kir. Ji vê derê kete serê min ku ez vî tiştî lêkolîn bikim. Li ser bingeha hinek lêgerînan li ser înternêtê û ji ber ku strana azerî ya ku bi navê “Araz Xan” ji ya Mihemed Şêxo kevintir bû, li gel min pêşbiryarek çêbû ku ev melodî ne kurdî ye û min got belkî M. Şêxo û hem jî ya farisî ji mûzîka azerî birine lê tu delîl û belge li ser pêşbiryara min tune bûn. Ji ber vê min lêkolîneke* berfireh ji 12 rûpelan çêkir da ku bingeha awaza “Cana Min” bê naskirin û belgekirin. Ev gotara min li ser bingeha lêkolînê hatiye nivîsandin.

Helbest û muzîka ‘Cana Min’

Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Şêxo ev stran di albûma xwe ya dawî de di sala 1986’an de belav kiribû. Ev tê wateya ku wî ne li Îranê û ne jî li rojhilatê Kurdistanê di salên (1975-1983’an) de ev stran gotibû yan jî tomar kiribû. Li gorî Kom Muzîkê, ev stran ji ”Gotin û Awazên: Mihemed Şêxo” ne. Û li gorî gotareke di malpera Rewanbêjê de helbesta “Cana Min” a helbestvan Ahmedê Şêx Salih e. Gengeşe ne tenê li ser awaza vê stranê hene lê belê li ser helbesta stranê jî, ji ber ku li gorî agahiyan Bahaa Şêxo birayê M. Şêxo û qaşo niviskarekî bi navê Qado Şêrîn bi awayekî nerewa û dûrî rastiyê, hemû helbest û awazên stranên M. Şêxo bi navê M. Şêxo li Tirkiyeyê qeyd dikin û mafên gelek helbestvan û hunermendan bin pê dikin.

Strana farisî ‘Dil Rûba’ ya Bijanî

Melodiya strana ku bi navê “Dil Rûba” a Bijan Bijanî bi piraniya hevokêkên xwe yên muzîkî bi temamî weke melodiya strana “Cana Min” a M. Şêxo ye. Lê cudahî ew e ku melodiya farisî ji aliyê hunerî, qalîte, alav û teknîka muzîkê ve di asteke pir bilind de ye. Berhema Bijan Bijanî di sala 2000’an de ji aliyê doktorê muzîkê Kambîz Rewşenrewan hatiye hilbijartin û amadekirin. Agahiyên li ser vê stranê di albûma Bijan Bjanî de aşkera hatine nivîsandin ku awazên vê stranê ji straneke folklorî ya kurdî bi navê “Her Waye Her Waye” hatiye wergirtin.

Strana azerî ‘Araz Araz Xan Araz’

Straneke din a bi heman melodiya bi azerî ya bi navê (Araz Araz Xan Araz) min bihîstibû. Stran li ser heman melodiyê hatiye çêkirin û xuya ye stranek kevin e û ji zû ve hatiye tomarkirin. Lewre ez ketim gumana ku bingeha vê melodiyê folklora azerî be. Min got nexwe hemûyan û di nav de Mihemed Şêxo jî ji vê stranê birine. Lê piştî ku min lêgerînek li ser stranê kir, derket holê ku stran di sala 1968’an de hatiye çêkirin û gotin.

Bingeha strana ‘Araz Araz Xan Araz’

Hemû kesên ku ev stran gotine tu agahî li ser muzîka wê nenivîsîne, tenê tê gotin ku ev stran ji kelepûra azerî ye û ji bo bîranîna mamoste û nivîskarê azerî yê gewre Samad Behrengî hatiye çêkirin. Di sala 2020’an de rojnamegereke azerî/îranî bi navê Yûnis Leysî Derelyo gotareke berfireh bi navê (Destanê yek strane: Araz Araz) li ser çîroka strana “Araz Araz Xan Araz” di malpera Radyo Zamaneh a îranî de belav kiribû.

Di vê gotarê de hatiye nivîsandin ku stran di sala 1968’an de ji bo bîranîna nivîskarekî azerî bi nav û deng hatiye çêkirin. Nivîskar û mamosteyê azerî yê bi navê Samad Behrengî di sala 1968’an de di 29 saliya xwe di çemê Araz de jiyana xwe ji dest dide.

Hinekan gotin mirina wî qeza ye û hinekan got bi destê Savaka Îranê hatiye kuştin. Yekser piştî mirina Behrengî, mamoste û hevalê wî Behmen Zamanî helbesta “Araz Araz” dinivisîne û di heman salê de hevalê Behrengî mamosteyê muzîkê Mûrad Aqayî li ser bingeha muzîkeke folklora kurdî helbestê dike stran û belav dike.

Stran hem di nava gelê azerî yê Îranê hem jî li Azerbeycanê belav dibe û ji bo azeriyan di asta neteweyî, çandî û hunerî de dibe semboleke girîng. Min ev stran bi dengê gelek hunermendên azerî bihîst lê tu kesî ji wan nenivîsandine ku bingeha muzîka vê stranê kurdî ye.

Strana ‘Her Waye Her Waye’

Tevî ku gelek gengeşe li ser muzîka vê stranê çêbûne û hê jî çêdibin gelek belge û jêder didin aşkerakirin ku muzîka (Cana Min) ne farisî û ne jî azerî ye, her wiha ne Ya Mihemed Şêxo ye jî. Lê belê ev muzîk di bingeha xwe de vedigere folklora herêma Kirmaşanê. Stran bi navê “Her Waye Her Waye” tê naskirin.

Di vê der barê de hêjayî gotinê ye ku diziya azeriyan ne kêmî ya tirkan e. lewre encama lêgerîna min xuya kir ku hinek azerî jî weke tirkan di diziya çand û hunerê de pispor in. Wêneya jêrîn nimûneyeke li ser hewldana dizîna çand û hunera kurdî ye. Di wêneyê de aşkera xuya ye ku belge li ser hinek programan pê hatiye leyistin ango gotina kurdî hatiye jêbirîn û li şûnê azerî hatiye nivîsandin. Her wiha navê stranê hatiye guhertin û bûye (Sultan Araz Xan). Jêdera vî wêneyê neresen û derewîn – têra dila- malpereke olî bi navê Riyadul- Salîhîn e. Lê wêneyê rasteqîn di pirtûka “Heft Şehrê Ney“ a Hamid Amjadyan de hatiye tekûzkirin û belavkirin.

Ev jî jêdereke ku baş dide xuyakirin ku ev awaz di bingeha xwe de kurdî ye. https://www.youtube.com/watch?v=WmC9QenzK7Q. Pêwîst e li vê derê bi nav bikim ku hunermend Şahramê Nazirî jî strana “Her Waye” bi heman melodiyê gotiye.

Awaza ‘Cana Min’ ne ya M. Şêxo ye

Hunermend Mihemed Şêxo strana “Cana Min” di albûma xwe ya dawî de di sala 1986’an de belav kir. Ango 3 salan piştî vegera wî ji rojhilata Kurdistanê û Îranê. M. Şêxo li Îran û rojhelatê Kurdistanê li bajaroka Rebetê ya ku bi ser şarê Serdeşt ve ye, şarê Mahabad, Ûrmiye û Gonbadê Kavus ku bi ser Gulistan ve ye, li van cihan bi cih û war bûbû. Li gorî jêderên ku min bi dest xistine awaza “Cana Min” vedigere kelepora şarê Kirmaşanê. Di jiyannameya M. Şêxo de tucarî nehatibû gotin ku ew li şarê Kirmaşanê bi cih û war bûbû. Ji ber vê dibêjim belkî M. Şêxo ev awaz cara yekem ji hunermendên azerî bihîstiye û bi taybet li şarê Gonbedê Kavûs a nêzîkî deryayê Qezwînê. Lê ji aliyekî din, hinek delîl û palpiştên din hene zelal dikin ku M. Şêxo awaza kurdî ya resen bihîstibû û strana xwe “Cana Min” li ser wê ava kiriye. Yek ji wan delîlan ew e ku du hevokên muzîkê yên destpêkê di strana (Cana Min) de, bi temamî li ser awaza resen a kurdî hatiye avakirin ango li ser strana “Her Waye Her Waye”, lê strana Azerî “Sultan Araz” tenê hevoka yekem ji strana “Her Waye” bi kar tîne. Ev jî tê wateya ku strana azerî qelstir e ku M. Şêxo li ser ava bike. Mebesta min ji Hevoka Muzîkî ev e; parçeya muzîkê ya ji parçeyeke din bi meqamê, bi drûv an jî bi çîna dengî ji hev û dû têne cudakirin. Tiştê balkêş di strana “Cana Min” de ew e ku M. Şêxo hevokeke din li awaza bingehîn zêde kiriye. Ango stran ji aliyê belavkirina awazan ve dibe sê beş. Her wiha M. Şêxo întro yan jî destpêk ji stranê re afirandiye. Ji ber vê strana “Cana Min” ji aliyê zengînbûna meqaman ve ji strana azerî, farisî û ji ya resen jî firehtir e. Her wiha hêjayî gotinê ye ku ji bilî melodiya stranê, M. Şêxo întro yan jî destpêk ji stranê re afirandiye. Kambîz Rewşenrewan yek ji muzîknasên herî bibandor û bi nav û deng e li Îranê. Rewşenrewan bixwe profesorê muzîkê ye û di cîhana muzîka Îranê de jêderk cihê baweriyê ye. Doktor Kambîz albûma Bijan Bijanî ku bi navê Zemînê Îran di sala 2000’an de li ser bingeha muzîkên şar û îstanên Îranê ên cur bi cur amade dike. Der barê strana “Dil Ruba” de Kambîz û Bijan bi nav kirine ku ew li ser bingeha melodiya kurdî ya bi navê “Her Waye” hatiye sazkirin. Agahiyên li ser Dr. Kambîz didin xuyakirin ku wî leşkeriya xwe ya fermî li şarên Kirmaşan û Kurdistanê kiriye. Ew li Kirmaşanê rêvebirê grûpa muzîka leşkerî bû. Ji ber vê jî pir pêkan e ku wî li wan deveran strana kurdi “Her Waye” bihîstibe. Wek ku rojnamavanê azerî Yûnis Leysî aşkera “dibêje ku awaza strana “Sultan Araz” li ser bingeha awazeke kurdî hatiye çêkirin û li vir doktorê mûzîkê Rewşenrewan jî bêguman li ser albûma Bijanî datîne “li ser bingeha melodiya kurdî ya herêmî Her Waye” nexwe tu guman namînin ku awaza “Cana min” a M. Şêxo, “Dil Ruba” ya bi farisî ya Bijan Bijanî û her wiha strana Araz Araz a azerî, ev her sê stran li ser melodiya straneke kurdî ji herêma Kirmaşanê bi navê “Her Waye Her Waye” hatine avakirin.

Hûn dikarin hemû lêkolînê li ser vê lînkê bixwînin:

https://www.academia.edu/102221151/L%C3%AAkol%C3%AEnek_berfireh_li_s er_awaza_strana_Cana_Min_a_hunermend_Mihemed_%C5%9E%C3%AAxo