10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên Windayan vê hefeyê li aqûbeta Siddik Oncu pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta Mehmet Siddik Oncu yê ku di sala 1993’an de hat windakirin pirsîn û xwestin kujer bên darizandin.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 749’emîn li dar xist in. Çalakî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê pêk hat.  Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û wêneyê giştî jî li erdê hat raxistin.

 Kuştinên sîstematîk

Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz di çalakiyê de axivî. Yilmaz diyar kir ku ew li aqûbata kesên ku di salên 90’î de bi rengekî sîstematîk dihatin kuştin û kujerên wan ne diyar in digerin û wiha got: “Ji ber ku di vê pêvajoyê de tu hikûmetê bi erênî nêzîkî pirsgirêkê nebûye, ev pirsgirêk hê jî li pêşiya me ye. Di vê pêvajoyê de Dayika Berfo û Dayika Asiye bêyî ku kujerên zarokên wan bên darizandin jiyana xwe ji dest dan.”

Vê hefteyê aqûbeta Oncu hatin pirsîn

Vê hefteyê çiroka windayê bi navê Mehmet Siddik Oncu yê di 21’ê Hezîrana sala 1993’an de li gundê Qerqatê yê navçeya Çinar a Amedê ku di bin çavan de hat windakirin, hat pirsîn. Çîroka windakirina Oncu ji aliyê rêvebirê ÎHD’ê parêzer Yûsûf Erdogan ve hat xwend.

Çîroka winda wiha ye:

“Di roja bûyerê de Mehmet Siddik Oncu ji aliyê leşkerên ku bi ser Gundê Kerkatîkê hat binçavkirin û li ber çavê gundiyan demek dirêj rastî îşkenceyê hat. Leşkeran ji hevjîna Oncu re got, “Tu êdî hevjînê xwe nabînî” û ji gund derketin û Oncu bi xwe re birin.

Şopa îşkenceyê

Malbat piştî ku Oncu hat binçavkirin êdî tu agaî jê negirtin. Bi rêya telefonê ji malbatê re tê gotin ku cesedê Siddik Oncu li morga nexweşaxaneya fakulteya Tibî ye. Li ser vê yekê malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM’ê daye û di 8’ê Tîrmeha 1993’an de cenaze wergirtiye.

Di rapara otobsiya ku dan malbatê de tê diyarkirin ku “ ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Heman dane di rapora definkirinê de jî dane. Malbatê diyar kir ku li ser laşê Mehmet Siddik Oncu di her du aliyên ling de birîn û şikestin hebûn, li milê rastê, hemû neynûkên tiliyan, li ser çîm û di bin çengê wî de jî birîn hebûn her wiha li pşopên benikan li ser stû û destên wî hebûn.”

Bersiva derew

Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Gazîoglû di bersiva pirsa kuştina Oncu de wiha dibêje: “Mehmet Siddik Oncu di 4’ê Tîrmehê de ji ber têkçûna gurçikan nexweş ket û di 5’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.”

Serî li DMME’ê dan

Malbat piştî mirina Oncu ji ber ku di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de tiştek bi dest nexist, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dan. DMME’yê di encamê de biryar da ku Tirkiye tazmînatê bide malbata Oncu.” Paşê jî wekî her hefteyê daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.