18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên Kurd di rojeva Parlamentoya Swîsreyê de ne

Zext û êrîşên dewleta tirk li hemberî rojnamegerên kurd di rojeva Parlamentoya Swîsreyê de ye. Parlementerekî Swîsreyê bi pêşniyarpirsekê zextên li ser rojnamegerên kurd xist rojeve palamentoyê

Parlamenterê Meclîsa Federal a Swîsreyê ya Partiya Sosyalîst Rielle Laurence Fehlmann bi pêşniyarpirsa xwe re zextên li ser çapemeniya kurd anî rojeva Parlamentoya Swîsreyê.

Fehlmann di pêşniyarpirsa xwe ya li parlementoyê de diyar kir ku, li Tirkiyeyê azadiya ramanê di bin tehdîdê de ye û rojnameger, akademîsyen, hunermend, parêzvanên mafên mirovan ku polîtîkayên hikûmetê rexne dikin bi destgîrkirin û girtinê re rû bi rû ne. Di pêşniyarpirsê de hat diyar kirin ku divê Hikûmeta Federal li hemberî van pêkanînên dijhiqûqî helwestê nîşan bide.

‘Azadiya ramanê di bin gefa dewletê de ye’

Di pêşniyarpirsa Fehlmann de wiha hat gotin:

“Li Tirkiyeyê azadiya ramanê her ku diçe xeternaktir dibe. Rojnamevan, akademîsyen, hunermend û parêzvanên mafên mirovan bi metirsiya darizandi, lêpirsîn û sansure re rû bi rû ne.

Di demên dawî de li 21 bajarên başûr û rojhilatê Tirkiyeyê 110 rojnamevan, akademîsyen, hunermend, parêzer û siyasetmedar hatin girtin. Gelek saziyên navneteweyî ku di nav wan de NY, Konseya Ewropayê, Nûçegihanên Sînornenas û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî hene, ev demeke dirêj e ku zext û kêmaniya azadiya ramanê ya ku li welêt serdest e şermezar dikin. Ev zext bi taybetî bandorê li rojnamevanên Kurd dike. Tirkiye di warê azadiya çapemeniya cîhanê de di rêza 149’an de ye.

Hikûmeta Erdogan zextan zêde dike û hewaya tirsê diparêze; ev metirsiyek e ku bi awayekî cidî rê li ber aramiya pêkanîna mafên sivîlan digire.

Li hemberî vê rewşa metirsîdar, gelo wê konseya federal bikeve nava tevgerê û bang li hikûmeta Tirkiyê bike ku rêzê li peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyê îmze kirine bigire, azadiya çapemeniyê û azadiyên demokratîk vegerîne, rojnamevan û kesên din ên ku ji ber ramanên xwe bi awayekî keyfî girtî ne, bên berdan?

Hevgirtina bi rojnamegerên kurd re

Endamê Meclîsa Federal ê Partiya Karkerên Swîsre û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Swîsreyê Denis de la Reussille jî zextên li ser çapemeniya Kurd şermezar kir. Reusille ji ajansa me re axivî û got, “Ez vê rewşê bi lewaziya desthilatdariya Erdogan û tirsa wî ya ji rojnamevanan ve girêdidim. Ji ber Erdogan ji encamên pêş hilbijartinê tirsa wî hebû, zextên li ser rojnamevanan zêde kir, bi taybet jî rojnamevanên muxalîf.”

Reusille got, “Bi taybetî piştî erdheja bi êş, binpêkirinên li herêmê, gendelî û zext zêde bûn. Rojnamevanan xwestin vê rastiya desthilatdariyê aşkere bikin û di vê çarçoveyê de xebat dane meşandin. Rojnamevanên li herêma erdhejê dixebitîn an hatin tehdîtkirin an jî nehiştin ku kar bikin. Ev hemû û zextên li ser rojnamevanên muxalîf nîşana qelsî û xemsaretiya hikûmeta Erdogan e. Em ê di nava piştevaniyê de bin.”

wêne: Denis de la Reussille