4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê û parlementer ji alî polîsan ve hatin dorpêçkirin

Dema ku Dayikên Şemiyê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û parlementerên Partiya Çepên Kesk û TÎP’ê hatin Qada Galatasarayê dora wan hat girtin. Xizmên windayan vê hefteyê jî hatin destgîrkirin

Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayên wan zelal bibe û kujer bên darizandin û cezakirin, xwestin di hefteya 951’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. 10 hefte ye polîs tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji bo Dayikên Şemiyê daye jî lê çalakiyê asteng dikin. Hesveroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenterên Partiya Çepên Kesk jî piştevanî dan çalakiyê.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku heta Qada Galatasarayê meşiyan, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan êrîş bir ser çalakvanan û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî di nav de 17 kes girtin bin çavan

Polîsan destûr neda ku parlamenter û Dayikên Şemiyê li gel hev daxuyaniyê bidin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenteran tenê daxuyanî xwendin.

Dorpêça polîsan

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê navên kesên hatine binçavkirin ragihand: Hanîfe Yildiz, İkbal Eren Yarici, Masîde Ocak, Hanim Tosûn, Mîkaîl Kirbayir, Alî Ocak, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yûrtsever, Cîhan Kaplan, Hatîce Onaran, Firat Akdenîz, Nazim Dîkbaş, Îsmaîl Yucel, Hunkar Hudaî Yûrtsever, Arda Yuksel, Meryem Bars.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan kêliya ku metna daxuyaniyê dixwend polîsan ew dorpêç kirin û hewl dan daxuyaniyê asteng bikin. Lê tevî astengiyê jî Bûldan daxuyanî xwend.
’28 Sal derbas bûn’ 
Daxuyanî wiha ye: “28 sal in em mafên xwe yên ji Destûra Bingehîn, qanûn û peymanên ku Tirkiye jî terefê wan e, ji bo eşkerekirina aqûbeta mirovên di binçavan de hatine windakirin û pêkanîna edaletê bi kar tînin. Me ji Qada Galatasarayê ku 699 hefte bi me re veguherî bîranînê daxwazên xwe qîriyan. Piştî ku Tirkiye derbasî Sîstema Serokatiyê bû, 5 sal in hevdîtinên me yên li Galatasarayê bi tundiya polîsan tên astengkirin. Tevî du biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ku qedexekirina Qada Galatasarayê ji bo Dayikên Şemiyê weke binpêkirina mafan dibîne jî astengî berdewam dike. Ev deh hefte her ku em diçin Galatasarayê ji aliyê polîsan ve tên dorpêçkirin, bi awayên nehiqûqî me kelemçe dikin û dikin binçavan.
‘Em ê bêdeng nemînin’ 
Ev êriş rasterast li ser pêbaweriya Dadgeha Destûra Bingehîn û li dijî mafên mirovan e ku divê Dadgeha Destûra Bingehîn biparêze. Her wiha, israra li ser vê qedexeyê armanc dike ku li ser her kesê ku bixwaze bi awayekî aştiyane li hev bicive û daxwazên xwe bîne ziman, bandorek astengkirinê çêbike. Em di hefteya xwe ya 951’emîn de careke din bi bîr dixin; Pergaleke ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk neyne, nikare baweriyê bi hiqûqê çêbike. 951 hefte ne û dîsa em bang li Serokkomar û Wezîrê Karên Navxweyî dikin ku rêzê li biryar û rewatiya Dadgeha Destûra Bingehîn bigirin, qedexeya Galatasarayê ya ku 5 sal in bi awayekî kêfî tê meşandin, demildest û bê şert û merc bi dawî bikin. Em têdikoşin ku înkar û neheqiya li van xakan diqewimin bidin xuyakirin. Li ser zemîna hiqûqê em li windayên xwe digerin û dixwazin kujer bên cezakirin. Dixwazin hêviyên me yên rewa têk bibin. Bi zorê dixwazin me bêdeng bikin. Lê em bi biryar in ku bêdeng nemînin. Em dest ji windahiyên xwe, lêgerîna edaletê û Galatasarayê bernadin. Em bi hêz û wêrekiyê li ber neheqiyan rabin û li dijî hemû zextan li ber xwe didin.”
Polîsan li rojnamegeran dan 
Piştî daxuyaniyê rojnamevanan pirs ji Bûldan kirin. Polîsan destûr neda û li rojnamevanan dan. Piştre şandeya siyasetmedaran ji qadê veqetiya.