18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Mafê girtiyên nexweş tê astengkirin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî got mafê tedawiya girtiyê nexweş Abdulvahap Kavak hatiye astengkirin û ÎHD’a Stenbolê jî diyar kir ku jiyana girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday di xetereyê de ye.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 458’emîn de li ber ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Daxuyaniya vê hefteyê rêveberê ÎHD’a Enqereyê parêzer Omer Farûk Yazmaci xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulvahap Kavak ê li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yêt ê ragirtin. Yazmaci da zanîn ku anî ziman ku cezayê muebeda giran li Kavak hatiye birîn û bi salan e di girtîgehê de ye û li girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûne. Yazmaci destnîşan kir ku rewşa Kavak her ku diçe ber bi xeteriyê ve diçe û mafê wî yê tedawiyê ji binî hatiye astengkirin. Yazmaci xwest astengiyên li pêşiya tedawiya Kavak bên rakirin.

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 586’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê li dar xist. ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R’yê tê ragirtin û rewşa wî giran e. Bi pankart û berzkirina dirûşmeyan hat xwestin ku Kuday û girtiyên nexweş bên berdan.

Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn daxuyanî xwend û anî ziman ku nexweşiyên wek fitiqa pişte, nikare xwarinê bicû, bi rê ve çûn û zehmetiya axaftinê lê peyda bûne û ew nexweşê ALS’ê ku nexweşiyek norolojiyê ye. Bekîn destnîşan kir ku tedawiya Kuday nayê kirin û 8 sal in girtî ye û tu daxwazên wî li ber çavan nayên girtin. Bekîn diyar kir ku nexweşiyên Kuday berdewam dikin û her ku diçe rewşa wî girantir dibe û daxwaza wî ya sewqê ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hatiye astengkirin. Bekîn da zanîn ku jiyana Kuday her ku diçe ber bi xetereyê ve diçe û xwest ji ber nexweşiyan cezayê Kuday bê taloqkirin û hemû girtiyên nexweş bên berdan.