21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Êlih û Îzmîrê aqûbeta windayan hat pirsîn

Li bajarê Amed, Êlih û Îzmîrê xizmên windayan dîsa çalakiyên xwe lidar xistin û li aqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn û xwestin ku kujerên wan werin darizandin.

Malbatên Windakiriyan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê faîlên Mehmet Siddik Oncu yê beriya 30 salan piştî hatibû binçavkirin hate qetilkirin pirsîn. ÎHD’a Îzmîrê jî xwest ku faîlên Alî Ûygûr ê piştî hate binçavkirin hate qetilkirin bên dîtin.

Êlih

Li Êlihê jî ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan di hefteya 585’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta li ser “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li ser dinivîsî hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin rakirin de malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên OHD’ê, Şaxa MEBYA-DER’ê ya Êlihê û Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê amade bûn.

Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz ê di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku di şerê ji ber şerê axê ya li navçeya Bismil a Amedê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji malbatan re sersaxî xwest. Yildiz diyar kir ku bi şer û pevçûnê tu pirsgirêk çareser nabin û destnîşna kir ku rêya diyalogê bê hilbijartin.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şiray anî ziman ku ji bo welat bikeve pêvajoyeke rast a demokratîkbûnê divê aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bê aşkere kirin û faîl bên darizandin. Şîray pişt re çîroka Mehmet Siddik Oncu xwend.

Axaftin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Îzmîr

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ya 2 hefteyan carekê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiyê lidardixe, îro careke din li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Alî Ûygûr ê piştî di 1’ê tîrmeha 1980’yan de li Mêrsînê hate binçavkirin û piştî 53 rojan cenazeyê wî bi awayekî îşkencekirî li Goristana Bêkesan hate dîtin pirsî.

Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek çîroka Ûygûr xwend. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.