2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêrê bi sed mêrî û koalisyona navneteweyî

Bazirgan li vî alî, wî alî çavên xwe li mêrê bi sed mêrî gerand lê ew nedît. Dawî dît ku xwe li bin siya darekê dirêjkirî ye û haya wî ji bayê felekê tune ye.

Dibêjin bazirganekî maldar hebû ji bo parastina karwanê xwe 7 parêzvanên wî hebûn. Carekê hevalekî bazirgan jê re got; “Ez mirovekî nas dikim ku mêrekî bi sed mêrî ye. Tu bi ya min bikî li şûna tu pereyan didî ewqas parêzvanan hema wî tenê bigire kar.” Bazirgan jî tima bû û got li şûna ez pereyan didim 7 kesan ez bidim yekî bi tenê, ji min re jî baştir e.

Ez serê we neêşînim bazirgan bang li wî mêrê bi sed mêrî kir û hemû parêzvanên din ên karwanê xwe ji kar derxistin.

Piştî ku çûn barê karwanê xwe bar kirin û bi rê ketin, di newalekê de rêbir ketin pêşiya karwan û dest bi talankirina wî kirin.

Serkêşê rêbiran hat ba bazirgan û jê re got divê tu 6 baran ji karwan bidî me. Paşê jî got divê tu hespa xwe jî bidî. Bazirgan bala xwe da parêzvanê xwe ku qet xwe ji cih nalebitîne.

Bazirgan ji serkêşê rêbiran re got tu çi ji barê karwanan dibî bibe lê tenê daxwazek min ji te heye.

Bazirgan destê xwe bi alî parêzvanê xwe de kir û got bila yek ji we biçe tiliya xwe bide qûna wî parêzvanê min ê ku li bin siya darê paldayî ye.

Çawa ku serkêşê rêbiran tiliya xwe da qûna parêzvan, ew ji cihê xwe veciniqî û rabû ser piyan. Rêbir tev lê civiyan, lê nikaribûn serkêşê xwe ji nav destê wî derxînin. Mêrê bi sed mêrî kete nav wan rêbiran û tev teslîm girtin, ew perîşan kirin û tev bi darekê ve girêdan.

Mêrê bi sed mêrî berê xwe da bazirgan û jê re got te dît min çi bi serê wan kir. Bazirgan got; “Heyra welehî te ew perîşan kirin û tu mêrekî bi sed mêrî yî lê mixabin tu ji min re nabî, ji ber tu parêzvanê qûna xwe yî ne parêzvanê karwanê min î.”

Îca çîroka koalisyona navneteweyî û helwesta wan a li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî gelekî dişibe çîroka mêrê bi sed mêrî.

Min berê jî behsa wê çîrokê kiribû lê di van êrîşên dawî ên dewleta tirk li dijî binesazî, depoyên genim, stasyonên elektrîkê û bê dengiya koalisyona navneteweyî ya ku qaşo hevkarên HSD’ê ne di şerê li dijî DAIŞ’ê de dîsa ev çîrok di mejiyê min de zindî kir.

Lê bi rastî wan ji wî mêrê bi sed mêran xerabtir kir, hema ê wî dema tilî avêtinê rabû ser xwe û şerê wan kir lê dewleta tirk tiliyan jî davêje koalisyona navneteweyî dîsa deng û his ji wan nayê.

Di êrîşên dawî ên li dijî Kobanê de baregeheke koalisyona navneteweyî jî hate bombekirin lê dîsa jî ti his deng ji wan nehat.

Mêrê bi sed mêrî heke parastina karwan nekir jî bi kêmanî dema destdirêjiya wî bû li ber xwe da û êrîşkar tar û mar kirin lê ev koalisyona ku welatên giregire di nava xwe de dihewîne û serkêşiya wê jî welatekî wekî Amerîkayê dike bi qasî wî mêrê bi sed mêrî jî bi xîret nabin û ne tenê êrîşên li dijîhevkarên xwe lê êrîşên li dijî xwe jî bê bersiv dihêlin.

Jixwe ku mirov pişta xwe bi destê xwe nexurîne kela mirov hênik nabe, lewra hêza me di yekitiya me de ye. Divê em tev bi hev re parastina karwanê xwe bikin û vê yekê nespêrin tu kesî.