28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Merhaba tu çawayî, bo delîlê  ‘endamtiya rêxistinê’

Li Îzmîrê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê 6 jinan de doz hat vekirin. Di îdianameyê de îfadeya “Merhaba tu çawayî?” wek sûc hatiye hesibandin

Li Îzmîrê di 22’yê adarê de polîsan avêtibû ser hin malan û endama Desteay Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê Îdîl Ûgûrlû, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin, Selma Demîr, Ayşe Merva Aytemur, Hayat Îzgî û Newroz Çelîk hatibûn binçavkirin. Her şeş jin jî ji di 24’ê adarê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsîna derbarê her jinan de bi rê ve dibir, temam kir û îdianame amade kir. 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê îdianameyê qebûl kir û danişîna dozê ya ewil da 8’ê hezîranê. Îdianame ji 50 rûpelan pêk tê  û 10 rûpel ji agahiyên derbarê PKK, KJK û TJA’yê pêk tê. Dozgeriyê îdianameyê spartiye îfadeyên Bûse Arslan a navê wê eşkere û şahidê veşarî bi navê “dokuz” û çalakî û şahiyên jin tev li bûne.

Daxuyanî û şahî wekî sûc hatine hesibandin

Di îdianameyê de hemû daxuyanî, çalakî û şahiyên demokratîk ku jinan li dar xistine û tev li bûne wek delîlên sûc hatine hesibandin. Pîrozbahiyên Newrozê û 8’ê Adarê jî kirine mijara tawanbariyê. Her wiha çalakî û şahiyên HDP’ê û rêxistinên sivîl jî wek sûc hatine nîşandan.

‘Merheba tu Rçawayî jî bûye sûc!

Di îdianameyê de tapeyên têkildarî hevdîtinên telefonê yên jinan jî cih girtin. Jinan ku di hevdîtina telefonê de îfadeya “Merhaba tu çawayî?” ji hev re gotine, kirine mijara tawanbariyê. Di îdianameyê de îfadeya navborî wek têkiliya rêxistinî hatiye nirxandin. Her wiha axaftina kurt a jinan ku li gel hev kirine jî wek “nîşandana helwesta rêxistinî” hatiye nirxandin.

Ceza tê xwestin

Di îdianameyê de derbarê Îdîl Ûgûrlû, Behiye Yalçin, Selma Demîr, Hayat Îzgî, Ayşe Merva Aytemur û Newroz Çelîk de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.