7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên Ewropî banga lezgîn li OPCW kirin

Endamên PE’yêbang li OPCW’yê kirin ku agahiyên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bi lez lêkolîn bike.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku rêxistineke navneteweyî ye û navenda wê li bajarê Lahey ê Hollandayê ye, têkildarî agahî û belgeyên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî heta niha ti lêkolîn nekiriye. Ji ber vê yekê jî Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) nameyek ji OPCW’yê re şandin.

Parlamenterên ji komên cuda yên PE’yê gotin: “Pêwîstî bi wê yekê heye ku îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Kurdistanê ya Iraqê, bi rengekî lezgîn bê lêkolînkirin.” Parlamenterên PE’ê name ji OPCW’yê re şandin.

Endamên PE’yê dîmenên piştî êrîşên dewleta Tirk, lêkolînên rojnamevanan ên li Başûrê Kurdistanê, lêkolînên Rêxistina Bijîşkên Serbixwe ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW) û mikurhatina rayedarên dewleta Tirk ên li ser bikaranîna gaza çavan dişewitîne, pêşkêşî OPCW’yê kirin.

Nameya Endamên PE’yê wiha ye:“Weke endamên Parlamenta Ewropayê, îdîayên cihê baweriyê yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Kurdistanê ya Iraqê û nekirina lêpirsîneke serbixwe me dixe nava tirs û fikarên mezin.

Peymana Çekên Kîmyewî, bi taybetî li gorî ku di malpera we de cih digire, ji sedî 98 ê cîhanê -çar welat ne di nav de’ di bin parastina vê peymanê de ye, ku ev yek destketiyeke girîng e. Lê belê tecrûbeya Kurdan nîşan dide ku çarçoveya ji sedî 98 jî gerdûnî nîne. Parastin bi wê yekê ve girêdayî ye ku divê dewleteke we hebe, ji bo bi navê we biaxive. Kurd xwedî dewletekê nînin ku daxwazeke bi vî rengî bikin.

Pêwîstî û şertê daxwaza dewletekê ruhê bingehîn ê vê Peymanê binpê dike, gerdûnîbûyîna wê ku gelekî girîng e înkar dike û ji bo afirandina cîhaneke ji çekên kîmyewî dûr, hewldanan asteng dike.

Artêşa Tirk bi xwe qebûl dike ku di şerê dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bi taybetî li Bakurê Iraqê gazên çavan dişewitîne bi kar tîne, ku ev gaz bi Peymanê hatiye qedexekirin. Rojnamevanên ku piştî êrîşên kîmyewî yên bombardûmana Tirk bi sivîlên xwecihî re axivîn, ku îdîa dikirin semptom bi wan re çêbûye, raporên bi fikar weşandin. Dîmenê welê hene ku nîşan didin, leşkerên Tirk xortûman dixin nava tunelên ku şervanên PKK’ê tê de bûn. Her wiha dîmen hene ku nîşan didin 2 gerîlayên Kurd êşa mirinê dikişînin.

Van dîmenên dawî Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk Prof. Şebnem Korûr Fîncanci îqna kir ku xwest mijar bi rengekî serbixwe bê lêkolînkirin, lê belê dema ku ev yek anî ziman hate girtin û vê yekê jî nîşan da ku Tirkiye xwedî hin tirsan e ku pêwîstiyê bi veşartinê dibîne. Her wiha delîlên di asta duyemîn de jî hene yên weke konteynirên kîmyewî û qutiya maskeya gazê. Dema ku ev dane hatin komkirin, Rêxistina Bijîşkên Serbixwe ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) têrker dît ku banga lêpirsîneke serbixwe bike. Wan bi xwe hewl dan ku mîsyoneke lêpirsînê bimeşînin, lê belê dema xwestin biçin herêmê û bi sivîlên ketin bin bandora mijarê hevdîtinê bikin, hatin astengkirin.

Daneyên ku me jorê bi bîr xistin ji bo we gelekî naskirî ne, lewma jî divê hûn zanibin ku pêwîstiya bi lêpirsîneke serbixwe ya li herêmê bi lezgînî heye. Bêguman em nikarin encama lêpirsîneke bi vî rengî texmîn bikin, lê belê eger nîşan bide ku Tirkiyeyê bi rastî jî çekên kîmyewî bi kar aniye, hingî ev yek wê bibe gava destpêkê ya girîng a ji bo rizgarkiriya ji çekên kîmyewî.

Em weke nûnerên Ewropî yên hilbijartî ji bo xwe weke wezîfeyê dibînin ku vê rewşa metirsîdar destnîşan bikin û ji bo lêkolînkirineke rast a li ser mijarê çi ji destê me bê bikin.”