3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meryem Nawaz bû serokwezîra parêzgeha Pencab a Pakistanê

Li meclîsa parêzgeha Pencabê ya Pakistanê hilbijartin hat kirin û di encam de Meryem Nawaz wek serokwezîra jin a parêzgeha welat hat hilbijartin

Endamên Meclisa Pencabê ya Pakistanê, di hilbijartina ku ji bo diyarkirina serokwezîra parêzgehê hat li dar xistin de deng dan. Di Meclîsa Pencabê ya ku ji 371 kursiyan pêk tê de keça Cîgira Serokê Koma Misliman a Pakistanê (PML-N) û serokawezîrê berê Nawaz Şerîf Meryem Nawaz, dengên 220 endaman wergirt.

Meryem Nawaz, ji aliyê piraniya dengan ve hat pejirandin û di dîroka welat de bû jina yekem ku wek serokwezîra parêzgehekê hatiye hilbijartin. PML-N, di Meclîsa Pencabê de bi 193 kursiyan piraniya xwe di destê de digre.

Namzedê Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) Rana Aftab yê partiya serokwezîrê berê yê girtî Îmran Khan, hilbijartinan protesto kiribû.

Hilbijartinên li Pakistanê

Komîsyona Hilbijartinê ya Pakistanê, encamên hilbijartinên Meclîsa Neteweyî û meclîsên parêzgehan ên ku di 8’ê Sibatê de hate li dar xistin, di 11’ê Sibatê de eşkere kir. Li gorî encamên fermî, di hilbijartinan de parlementerên serbixwe yên PTI’ya partiya serokwezîrê berê yê girtî Îmran Xan di rêza ewil de û PML-N’ya serokwezîrê berê Şerîf lîdertiya wî dike jî di rêza duyemîn de cih girtîbû.