Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku doh êvarê li herêma sînor a Bane hêzên Îranê êrîş birin ser komek ji kolberan. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de kolberekî Kurd hate kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, kolberê hate kuştin Cafer Ferecî yê 40 salî bû, ku bavê 2 zarokan e û ji bajarê Seqizê ye.
Di êrîşên Îranê de par zêdeyî 30 kolber hatibûn kuştin.