4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Azadiyê ya Parîsê di roja 15’emîn de didome

“Meşa Azadiyê” ya 25 kesan ku ji Parîsê dest pê kir, li Aulnay Sous Boîs di roja 15’emîn de berdewam kir.

“Meşa Azadiyê” 25 rojan a ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li bajarê Aûlnay Sous Boîs ê Fransayê di roja 15’emîn de berdewam kir. Meşa Dirêj a 25 rojan û bi 25 kesan tê lidarxistin û nûnertiya 25’emîn sala esaretê dike, ji çalakiyên salên dawî cudatir e.

Meşa li Aulnay Sous Boîs a yek ji banliyoya bakurê Parîsê hat lidarxistin, di nava gel û esnafên derdorê de eleqeyek mezin dît. Fransiyan eleqeyeke mezin nîşanî broşurên ku şert û mercên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de hatin vegotin dan. Ji organîzatorên Meşa Azadiyê Serhat Adar jî diyar kir ku ev çalakî di warê dînamîzmê de ji yên din cuda ye. Adar armanca meşa 25 rojan û tiştên ku di meşa 15 rojan de pêk anîn nirxand û wiha got: “Ev meş meşeke çalakiyê ye ku li ser azadiya Rêbertî bi giştî û çareseriya pirsgirêka Kurd tê meşandin. Lez û coş roj bi roj zêde dibe. Moralê gel jî zêde dibe. Çalakiya me piralî ye. Armanca wê ya bingehîn misogerkirina azadiya Rêbertî ye. Hem 25 kesên beşdarî meşê bûne hem jî gelê me hêrsa xwe ya li dijî tecrîda li ser Rêbertî tînin ziman. Em di roja 15’an de ne û her ku roja 15’ê Sibatê nêz dibe, hêrsa gelê me jî zêde dibe. Em armanc dikin ku di 17’ê Sibatê de vê atmosferê bînin bajarê Kolnê. Em biçin kîjan herêmê jî em Kolnê wekî navnîşan didin. Ez dikarim bibêjim ku di navbera destpêka çalakiyê û îro de weke refleksek di nava gel de ferqeke cidî heye.”

Serhat Adar diyar kir ku li ser rêyan jî çûn serdana saziyên cuda û wiha got: “Di hevdîtinên xwe yên bi sazî, çapemeniya herêmî û dosyayên ku em pêşkêş dikin, em diyar dikin ku Rêbertî xeta me ya sor e. Divê saziyên weke CPT vîna vî gelî nas bikin. Divê em zûtirîn demê de ji Îmraliyê agahiyan bistînin.”

Adar bal kişand ku polîtîkayên ku ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve tê meşandin û got. “Gel bi Rêberê xwe re heye û bi Rêberê xwe re dikare bigihêje cihekî. Ji ber ku ew vê yekê dizanin, bi tecrîdkirina wan hewl didin vê têkiliyê qut bikin. Bi vî awayî dixwazin vîna Kurdan bişkînin, lê nikarin bigihin armanca xwe. Ji ber ku ev gel bi ramanên Rêbertî ava bûye, lewma nikarin qut bikin.”