spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tu êrîş nikare meşaleya azadiya kurdan vemirîne’

Yek ji çalakvanên mafên jinan ên Afganistanê Latîfah Ahmadî, suîqesta Firyal Silêman Xalid bi bîr xist û wiha got: “ Tu zext nikare meşaleya azadiya têkoşerên kurd vemirîne.”

Dewleta tirk bi gelek şêweyan û li her deverên Kurdistanê têkoşerên kurd û bi taybetî jî jinên têkoşer dike hedef. Herî dawî jina kurd a şoreşger Feryal Silêman di 18’yê Çileyê de li taxa Serçinar ya Kerkûkê di encama êrîşeke çekdarî ya MÎT’ê de şehîd bû. Piştî qetilkirina Feryal Silêman Xalid ji aliyê gelek sazî û tevgerên jinan bertek hat nişandan. Hêrsa jinan hîn jî li hemberî vê qetilkirinê berdevam dike.

Yek ji çalakvanên mafên jinan ên Afganistanê Latîfah Ahmedî, der barê jina tekoşer a kurd Feryal Silêman Xalid peyamek şand. Latîfah Ahmedî di peyama xwe de wiha got: “Rejîmên dîktator ên weke Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê her roj şervanên kurd qetil dikin û wan bi kiryarên xwe yên terorê asteng dikin.”

Latîfah Ahmedî bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha berdewam kir: “Tevî cînayet û suîqestên bi hedef û zincîr jî gelê Kurdistanê dev ji têkoşînê berneda, her roj bi hêztir dibe û têkoşîna xwe ya li dijî zilm û zordariyê didomîne. Çaryek sedsal e gelê wêrek ê Kurdistanê têdikoşe û tên çewisandin. Lê tu zext nikarin meşaleya azadiya wan vemirînin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Latîfah Ahmedî li ser navê jinên Afganistanê diyar kir ku bi jinên kurd re di nava hevgirtinê de ne û wiha pêde çû: “Em jinên Afganistanê heman çarenûsê dijîn û heyranê têkoşîna jinên kurd in. Li dijî jinên kurd zilm û zordestî heye. Em hevgirtinê radigihînin û diyar dikin li kêlaka wan in. Ez bawer dikim ku wê rojekê Kurdistan azad bibe û yekitî çêbibe, pergalên zilmê hilweşin. Bila tevgera rizgariya Kurdistanê bi ser bikeve! Bila rejîm û serwerên li Afganistan, Îran, Tirkiye, Sûriye û deverên din ên cîhanê tune bibin!”