9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Azadiyê: Meş me ji bo azadiya Birêz Ocalan e

Rêwiyên Baskê Meşa Mezin a Azadiyê ya ji Qersê dest pê kir, gihişt Qerecobanê. Rêwiyên Azadiyê gotin: “Meşa me ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Heta Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe dê meş bidome.”

Rêwiyên Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a siyasî di 1’ê Sibatê de ji Qersê dest pê kir, di roja 6’emîn de didome. Rêwiyên Meşa Azadiyê di saetên serê sibê de ji navçeya Kop a Mûşê bi rê ketin, gihiştin navçeya Qereçoban a Erziromê. Ji vir jî derbasî Xinûsê bûn.  Ji ber salvegera erdheja 6’ê Sibatê meşvan bi awayekî bêdeng meşiyan. Meşvanan qurdeleyên reş li ber xwe xistin. Li navenda Qereçobanê daxuyanî hat dayin. Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û dest bi axaftinê kir.

Salih Kuday bi bîr xist ku îro salvegera erdhejê ye û ji 50 hezarî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan û got:”Mirov di bin avahiyan de hatin kuştin. Em hêvî dikin ku em careke din van tiştana nebînin. Îktidarê tu derfet ji bo erdhejzedeyan bi kar neanî. Avahî ji bo rantê hatin hilweşandin. Îktidar di bin enkazê de ma.”

Salih Kuday da zanîn ku meşa wan ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e û wiha axivî: “Heta Birêz Ocalan bigihêje azadiya xwe wê ev meş dewam bike. ”

Ji bo pêşwazîkirina germ a meşê Salih Kuday spas kir. Piştî daxuyaniyê girse derbasî avahiya DEM Partiyê bû.