27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berwarî: Dixwazin Kurdistanê bikin qada şer

Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku serdana berpirsiyarên tirk a Iraq û Kurdistanê ne ji bo xêrê ye. Berwarî, destnîşan kir ku armanc tunekirina gelê kurd û gerîla ye û Kurdistanê bikin qada şer.

Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin di 28’ê Çile de hat Bexde û Hewlerê. Li Hewlerê bi Mesût Barzanî re hevdîtin kir. Heta niha gelek caran rayedarên dewleta tirk hatin bi hikûmeta PDK’ê û malbata Barzanî re hevdîtin kirin. Çi cara ku rayedarên Tirkiyeyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ziyaret kiriye û bi malbata Barzanî re hevdîtin kirine, li dijî kurd û Kurdistanê êrîşên talankirin, wêrankirinê pêş ketine. Der barê têkiliya hikûmeta tirk û hikûmeta Barzanî Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk a Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî pirsên rojnameya me bersivandin.

Hûn vê hevdîtina MÎT’ê ya dewleta tirk a li Bexda û Hewlerê çawa dibînin?

Em dibînin di sed salên borî de ji roja dewleta tirk hatiye avakirin heta niha, tu caran hatine berpirsekî dewleta Tirkiye ya ji bo Iraq û Kurdistanê cihê xêrê nebûye. Her cara ku hatine, piştî wê karesatek çêbûye. An jî li dijî gel tawanek/sucek hatiye kirin. Ev hevdîtinên vê dawiyê jî û hatina berpirsê MÎT’ê ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin a ji bo Bexda û Başûrê Kurdistanê helbet armanceke xwe heye. Ew jî ewe ku dewleta Tirkiyeyê bikişîne nava şer. Iraqê û Kurdistanê bikin qada şer. Iraq û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin beşeke ji vî şerî. Dixwazin şerekî giran li dijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û gerilla pêş bixin. Heta ku gerilla hebin, ew nikarin dewleta xwe ya taze ya Osmanî li ser axa Kurdistanê û dewletên din durist bikin. Her wisa em dibînin ku dewleta tirk di dema xwe de bi ser neket. Planek wê hebû. Beramberî valakirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, di heman demê de li Qezeyê jî şer pêş bixin û gelê Filistînî jî bibin Rojavayê  Kurdistanê û li van bajaran bi cih bikin. Lê di dema xwe de ev plan bi ser neket. Ji ber vê yekê jî ev jî beşek ji wê planê ye. Peywendiya wê bi Xezayê re heye. Em dizanin ku destê çend dewletan di vî şerî de heye. Yek ji wan jî dewleta  Tirkiyeyê ye. Hez dikin ku xelkê Filistînî bînin başûrê  Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê. Tirkiye jî gihiştiye wê qenaetê ku gelê kurd dê xwe biqelîne û nahêle ev plana Tirkiyeyê bi ser bikeve.

*Gelek caran rayedarên dewleta tirk tên bi malbata Barzanî re hevdîtinan dikin. Lê deriyên xwe ji partiyên kurdan ên Bakur wekî DEM Partî, DBP û saziyên kurdan re digirin. Hûn vê polîtikayê çawa şirove dikin?

Em dibînin ku deriyê başûrê Kurdistanê li hemberî Tirkiyeyê û dezgehên wan ên ewlehî, îstixbarat, leşkeri û aborî hemûyan vekirî ne. Lê deriyê wan li hemberî kurdan girtî ne. Destên hevkarî, alîkarî û tevkariyê ji bo tu xwişk û birayên kurd ên parçeyên din dirêj nakin. Wekî mînak em dibînin ku Kampa Mexmûrê dorpêç kirine. Li ser Şengal û Rojayê Kurdistanê dorpêç heye. Dijrawestana wan a li dijî Şoreşa Rojhilatê  Kurdistanê ya ji salên 1982’an heta niha didome. Dîsa li gel leşkerên tirk, ketina wan a sengeran li dijî kurdan heye. Qet nebe di 30 salên dawî de li dijî Şoreşa Başûrê Kurdistanê û Kurdistana mezin, gerilla nûneriya wê dikin. Helbet ev pêngavek û hewldana ku deriyê xwe ji kurdan re digirin xelet û xerab e. Xizmeta kurd û Kurdistanê nake. Divê Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî yên Kurdistanê pêwendiyên asayî li gel van dewletan hebin. Lê nabe ku li ser hesabê partiyên din ên Kurdistanê û li ser hesabê parçeyên din ên Kurdistanê û li ser hesabê şoreşa kurdî be. Me dixwest îro peywendiyên başûr, bi taybet ên partiyên Kurdistan li gel DBP û DEM Partiyê hebe. Me dixwest li gel hemû saziyên kurd û Kurdistanî peywendî hebin.  Me dixwest peywendiyên demokrasî, aştî mirovî, neteweyî, niştîmanî pêk bihatana. Em bawer in ku dê rojekê bigêje wê qenaetê. Ev peywendiyên ku li gel dewleta Tirkiyeyê, dê li dijî berjewendiyan wan bên bikaranîn.

*Her ku rayedarên dewleta tirk hatine bi malbata Barzanî re hevdîtin kirine, li dijî herêma Başûr û qadên Parastina Medya êrîş pêk hatine. Hûn vê yekê bi çi ve girêdidin?

Çend rayedarên tirk hatin û li gel rayedarên başûr hevdîtin kirin. Amadekariyên şerekî mezin hatiye kirin. Vê gavê jî her wisa ne. Ji 2016’an heta vê gavê, ew şerê tê kirin bi armanca qirkirina gelê kurd û tunekirina bizava azadîxwaza kurd e. Ji bo tunekirina tevahiya gelê kurd e. Em dizanin îro yên ku gelê kurd û hebûna kurdan diparêzin, dîsa yên destkeftiyên neteweyî û niştimanî li Rojhilata Navîn diparêzin, yên demokrasiyê diparêzin, bêguman gerîla ne. Ev rastiyek e. Gerîla bi rastî ji bo şer şer nake. Şer ji bo aştiyê dike. Ji ber vê yekê em hemû caran teqez dikin ku pêwiste hemû cîhan bigêje wê qenaetê ku mafê gelê kurd bidin kurdan. Kurdistaneke rizgar, miletekî azad, statuyeke demokratîk pêş bikeve. Milletê kurd li çar welatan hatiye dapeşkirin. Li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê hatiye dorpêçkirin. Ji ber vê çendê, heta ev yek pêk neyê bêguman dê şer her bidome.

Li herêmê çi diqewime?

Xala herî girîn ew e. Niha amadekariyên mezin tên kirin. Ji bo şerekî berfireh li dijî gerîla amadekarî tên kirin. Hem ji qada ezmanî û hem jî ji qada erdê, dever têne dorpêçkirin û tengkirin. Hemû rêyên lojîstîk û rêyên ewlekariyê li gerilla digirin. Hewl didin.  Tensîqek an jî lihevhatinek mezin di navbera dewleta başûr û Tirkiyeyê de heye. Ji bo xwe amadekirina li dijî gerîla hewldanek heye. Helbest ev xaleke zor zor metirsîdar e. Ji ber ku dewleta tirk di van 30 salên dawî de hewl daye di vê xalê de bi ser bikeve. Lê heta niha bi ser neketiye. Ji ber ku xelkê başûrê Kurdistanê gerilla, PKK’ê û KCK’ê, Kongra Gel û hemû saziyên Kurdistanî û partiyên her çar parçeyên Kurdistanê gelê me bi dijminê xwe nizane. Belkî beşek ji hebûn û wateya xwe dizane. Vê gavê jî her wisa ye. Çi hat serê millete Başûrê Kurdistanê? Di van 30-40 salên borî de, her dem gerîla li me xwedî derketiye û piştevaniya me kiriye. Ji niha û şûnde jî gelê başûr her bi vî çavî temaşeyî gerilla dike.

*Hevdîtinên di navbera PDK û dewleta tirk de bandorek çawa li pêşeroja gelê Kurdistanê dike.

Hevdîtinên di navbera PDK’ê û dewleta tirk de bêguman bandorek pir xerab li siberoja gelê kurd dike. Ji ber ku nahêlin kurd li ser siyaset û stratejiyek rast û durist kar bike. Stratejiya dewleta Tirkiyeyê, ji sedî sed pêçevaniya stratejiya gelê kurd e. Ji ber ku gelê kurd li her çar parçeyê Kurdistanê, hewl dide demokrasiyê li Rojhilata Navîn berbelav bike.  Hewl dide aştî û azadî hebe. Dixwaze dawî li rijandina xwînê bîne. Helbet, pirsa kî dikare xwînê rawestîne? Kî dikare dawî li şer bîne? Kî dixwaze gerilla, şervan û leşkerên tirk neyên kuştin. Ev diyar e. Îro çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn bi giştî ya  Kurdistanê li gel van çar dewletan, bi taybetî jî pirsgirêka li Tirkiyeyê hemû girêdayî Îmraliyê ne. Çareseriya wan girêdayî rewşa Birêz Ocalan in. Girêdayî KCK, PKK û gerilla ne. Bi rastî kes nikare vê yekê înkar bike. Hemû kurd bi hevre kar nekin û destê hevkariyê bi hevre dirêjî Tirkiyeyê nekin, bêguman Tirkiye aram nabe. Dê roj bi roj xwîn bê rijandin.

Ji bo siberojek arab pêwistî bi çi heye?

Eger em bixwazin siberoja herêmê, siberojek aram be û berjewendiyên hemû aliyan bê parastin, pêwiste ew hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê li gel dewleta Tirkiyeyê, bikeve çarçoveyeke din. Ev hevdîtin di çarçoveya şer de ne. Di çarçoveya fetisandina doza kurdî de ne. Di çarçoveya tunekirina PKK’ê û her kesên parastina fikra Ocalan dikin de ye. Ev hevdîtin di wê çarçoveyê de têne kirin û li dijî gerîla û hebûna kurdan tên kirin. Li dijî Rojava, Bakur, Başûr tên kirin. Ji ber vê yekê ev siyaset, siyaseteke şaş e. Partiyên Başûrê  Kurdistanê û bi taybetî PDK dikare roleke erênî û baş di navbera Tirkiye û bizava Rizgarîxwaza kurdî de bibîne. Dikare daxwaza azadkirina Ocalan bike. Dikarin rê li pêşiya gerîla vekin. Dikarin hevdîtinan bikin. Tirkiye leşkerên xwe ji Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê vekişîne. Prosesa aştiyê dest pê bike. Kongreya Neteweya Kurdistanê bê lidarxistin. Hevdîtin careke din dest pê bike. Dikarin hewl bidin bikevin xizmeta bi Bizava Azadiya Kurdî.

*Dîsa hevdîtina di navbera PDK û dewleta tirk de bandorek çawa li ser yekîtiya kurd û Kurdistanê dike?

Tişta ku îro ji gelê kurd, Kurdistanê û bizava rizgarîxwaza kurdî û partiyên siyasî tê xwestinê, helbet helwestek siyasî, neteweyî, niştîmanî, demokrasî û mirovahî ye. Ewa ku îro li Kurdistanê tê kirin, jenosîd-komkujî ye, tawanîceng in, qirkirina siyasî ye. Qirkirina ceng e. Tunekirin û qirkirina xwezayê ye. Wêrankirina civaka Kurdistanê ye. Sûcên Tirkiyeyê îro li dijî rewşenbir, nivîskar, siyasetmedar, akademîsyenan pir in. Dewleta Tirkiyeyê siyaset ber bi hilweşîn û wêranbûnê ve birî ye. Ji ber vê yekê ji hemû aliyên siyasî tê xwestin ku li hemberî vê hovîtiya van dewletan raweste. Divê li dijî kiryarên li ser kurd û kurdistanê têne kirine rawestin. Yekîtî û yekrêzî ji wan tê xwestin. Divê bi yek siyaset, bi yek bername, bi yek strateji, temaşeyî meseleya yekîtiya neteweya kurd bikin. Li gorî vê yekê divê pêngava azadî, rizgarî û serxwebûnê  bavêjin.

*Partî û rêxistinên kurd û Kurdistanê divê li hemberî vê yekê helwestek çawa nîşan bidin?

Ji bo yekîtdiya neteweya kurd helwesta tê xwestin helbet erkek neteweyî û niştimanî ye. Ew partî kes û aliyên siyasî, li her çar parçeyên Kurdistanê û dervê welat jî, eger ne xwedî helwestek bin. Çekên kîmyewî di sala 2023’an de nêzî 3 hezar caran li dijî gerilla hatin bikaranîn. Ew partî û kesayetiyên ku li dijî talankirin û wêrankirina axa kurd û Kurdistanê, li dijî bombebarana Rojava, Qendîl û Mexmûr, Başûr û Şengalê, eger heta niha neketibin xizmeta gelê xwe û welatên xwe, an jî ji bo aştiyê gavek neavêtibe, an jî rê li pêş talankirina ax û ava welatê xwe nekiribe; bêguman ew tu caran nebûne kurd. Ew kes û partî tu caran kurd nayên hejmartin. Ji ber ku îro ew bi vê helwesta xwe ketine xizmeta dijmin û dagirkerê Kurdistanê. Bi vê helwesta xwe, temenê dijminên Kurdistanê dirêj dikin.

Gavên bêyî kurdan bên avêtin dê encamek çawa bi xwe re bîne?

Ya dawî ku ez bejim bila tu kes serê xwe danîne ser wê balifê ku ew dikarin gelê kurd tune bikin. An jî bizava azadîxwaza Kurdistanê bi temamî tune bikin. An jî bi rêya girtin, kuştin û komkujiyê milletê kurd teslîm bigirin.  Qonax ne şert û mercên cîhanî, ne yên navxweyî, Kurdistanî, ne jî yê herêmî, ne yê bizava rizgarîxwaza kurdî, dest nadin vê çendê. Ji niha û şûnde her pêngaveke bê avêtin li dijî millete kurd, û bi taybetî kuştina kesayetiya bizava rizgarîxwaza Kurdistan, bêguman, dê karegeriyek mezin li ser Rojhilata Navîn hebe û dê şer bêtir hebe. Eger niha bi armanca tunekirina gerilla gavek bê avêtin, ku em ne mirovên leşkeri ne; em siyasetmedar şirovekarin û rewşê dinirxînin, bêguman dê wê demê rewş li hemû Rojhilata Navîn belav bibe. Ji ber ku dê gelê kurd şerê man û nemanê bikin. Wê demê ka çawa îro aboriya Tirkiyeyê hatiye ser sifirê. Eger şer bikeve nava Tirkiyeyê, Derya Spî, Derya Reş û Derya Ege û Enqereyê, wê demê çawa ku Tirkiye niha saziyên kurdan ji nav xwe dibe, eger kurd jî li hemberî wan vê pêngavê bavêjin, bêguman dê dewleta tirk poşman bibe. Eger kurd li karaba (bendav) Tirkiyeyê bidin, an li avê bidin an jî li cihê giştî bidin ku miqabilî be, Tirkiye hewl dide ev tişt bê kirin. Dewleta xwe wêran bikin. Lê kurd vê yekê nakin. Ji ber kurd heta niha şerekî bi prensîb dikin. Tirkiye şerekî bê prensîb dike. Li jin û zarokan dide. Li siyasetmedar, rewşenbir, rojnamevanan dide. Kal û pîran, zarokan dikuje. Wisa lê kiriye ku Tirkiye li gorî hemû pîvanên navneteweyî, yên sincî, wîcdanî û neteweyî, niştimanî û olî, ji van hemû pîvanan derketiye. Ew tiştê ku îro dike bi tenê kerb, kîn û karbedanek li dijî aqil û mantiqê ye. Tenê armancek wan heye. Ew jî tunekirina gelê kurd e.

Di vê çarçovê de ji gelê tirk û gelê din tê xwestin ku xwe li kurdan û doza kurdan bikin xwedî. Rê li pêşiya dewleta xwe bigirin û êdî  vê komkujiya li hemberî gelê kurd, xelkê din ê Tirkiye û Kurdistanê nekin. Divê saziyên Tirkiyeyê jî bigêjin wê qenaetê ku niha AKP û MHP bûne bela serê wan. Eger bi vî awayî rewş bidome, dê xizaniyek pir mezin li Tirkiyeyê pêş bikeve. Dê aboriya  Tirkiyeyê têk biçe.