7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên azadiyê berê xwe dan Gimgimê

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin, navçe bi navçe meşa xwe didomînin û li Xinûsê Şêx Seîd bi bîr anîn.

Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, di 1’ê sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin. Meş di roja 6’an de didome. Baskê meşê yê Qersê îro di danê sibehê de li navçeya Kopê ya Mûşê bi rê ket û derbasî navçeya Xinûs a Erziromê bû. Meşvan, di ketina navçeyê de ji hêla dayikan ve hatin pêşwazîkirin. Li navenda navçeyê meş hat lidarxistin û ji pêşengên gelê kurd Şêx Seîd hate bibîranîn.

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu li meydana navçeyê axivî û wiha got: “Em li her derê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkrin. Îro salvegera erdhejê ye. Karesata ku îktîdarê di erdhejê de pêk anî ne tiştekî xwezayî ye. Destê îktîdarê xwînî ye. Dikarin bi pereyê ji bo şer xerc dikin re hemû bajaran jinûve ava bikin. Lê ne bi xema îktîdarê ye. Tekane tişta ku wan îktîdara xwe li ser ava kiriye, şer e, xwîn e. Em niha li bajarê Şêx Seîd in. Lewma ev meş gelek biwate ye. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî dê meşa me berdewam bike.”

Endamê DÎK’ê Mahmût Taniş jî ev tişt anî ziman: “Ziman û çanda me qedexe kirin lewma Şêx Seîd serî hilda. Şêx Seîd, tu cihêkarî di navbera gelan de nekir. Lê serhildan bi ser neket. Em wan kesên xiyanet li wî kirine şermezar dikin. Birêz Ocala ev 25 sal in di tecrîdê de ye. Her wiha Ocalan jî rastî xiyanetê hat û dîl hate girtin. Divê em ji rêya Şêx Seîd, Qazî Mihemed û Ocalan dernekevin. Em kurd in, ev welatê me ye û navê wê Kurdistan e.”

Piştî axaftinan, girseyê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kir. Meşvan û kesên pê re piştre derbasî avahiya partiyê bûn.

Meşvan, ber bi navçeya Gimgim a Mûşê ve ketin rê.