spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê bîranîna qurbaniyên erdhejê

Îro di salvegera erdheja 6’ê sibatê de partiya BDP, DEM Partî û namzetên şaredariyên Amedê li ber avahiya Diyar Galariyayê daxuyaniya çapemeniyê dan raya giştî û gotin: “ Sedemê wêrana mezin rant û sersariya dewletê bû”

Erdheja 6’ê Sibata 2023’yan ku navenda wê li Mereşê bû bandora xwe li 11 parêzgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê kir û li gorî daneyên fermî di erdhejê de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Bajarê Amedê jî yek ji bajarên ku bandora erdheja 6’sibatê lê bûbû û zirareke mezin dîtibnû. Avahiya Diyar Galariyê yek ji wan 7 avahiyên ku li Amedê hilweşiyabûn û di vê avahiyê de 89 kesan canê xwe ji dest da.

Di erdhejê de  Avahiya Galeriyayê jî yek ji avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyabûn û tê de 89 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Belê erdhejeke dijwar bû û gelek êşên giran bi xwe re anînin lê tiştê ku ew êş û jan mezintir û girantir kir bêtevdîrî, rant û bêplaniya ji bo karîsete wiha bû. Gelek mirovên di bin kavilan de bi seatan û bi rojan li hêviya rizgarkirinê man lê destê alîkariyê negihişt wan. Ne tenê li Amedê li hemû pajarên ku ji erdhejê bibandor bûbûn rewş wiha bû.

Bi hezaran canê me di binê kavilan de man

Daxuyanî ji alî Hevserokê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz ve hat xwendin. Piştî daxuyaniyê hevseroka DEM partiyê ya Amedê û namzeta hevşaredariya bajarê Mezin ê Amedê jî axaftin kirin.

Di daxuyaniyê de behsa sersarî û bêtevdêriya saziyên dewletê hate kirin û wiha hate gotin: “Belê ew felaketeke xwezayî bû lê tiştên ku hişt encamên gelekî giran bi xwe re bîne bêtevdîriya dewletê bû. Ji ber polîtîkayên rantê bi hezaran canê me di binê kavilan de man. Gelê me yê ku bê alîkarî û hewar ma hewl da ku birînên xwe bi destê xwe derman bike.”

Piştî daxuyaniyê namzeta hesrokatiya şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak jî axaftinek kir. Bucak di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkatên rantê yên hikûmetê û wiha got: “Di felaketa erdhejê de jî ji ber polîtîkayên rantê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û niha jî di mijara ji nû ve avakirina deverên ku di erdhejê zirar dîtibûn de dîsa polîtîkayên rantê derdixin pêş û hemû îhaleyan pêşkêşî alîgir û mirovên xwe dikin.”

Bucak li ser axaftina Erdogan a duh di medyayê de belav bû jî wiha got: “Erdogan gefan li gel dixwe û dibêje rêveberiyên herêmî yên ku bi rêveberiya navendî re ne hevkar bin ew ê tu alîkariyê negirin.”

Bucak di berdewamiya axaftina xwe de got: “ Hîna sersaxiya me teze ye û em li virin ku bêjin serê gelê me sax be û em tucaran vê yekê jibîr nakin.

Daxuyanî bi danîna qernefilan li ser kavilên li şûna Diyar Galariyayê bidawî bû.