spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Hem iqtîdar hem muxalefet di bin kavilan de man

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Meletiyê qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Bakirhan, bertek nîşanî gotinên Erdogan ên têkildarî Hatayê da û wiha got: “Gotinên wî mîna karesata erdhejê em êşandin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek, Parlamenterê Stenbolê Celal Firat û Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete tev li merasîmên bîranînê yên li Meletiyê bûn. Şande ji ewil çû serdana mexdûrên erdhejê yên li bajarê konteyniran ê li taxa Çavuşoglûyê û piştre jî derbasî avahiya DEM Partiyê ya Bajar bûn. Şande, ji hêla endam û rêveberên partiyê û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Li vir ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê loqme hate parvekirin û çerax hate vêxistin. Hevserokê DAD’ê Kete kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku dê wan ji bîr nekin. Kete, got ku bi erdhejê re polîtîkayên valakirina herêmê ji elewî-kurdan zêdetir bûn û wiha domand: “Di rewşên herî aloz de jî divê em xwe bêhêvî nekin, bi destê hev bigirin û van rojên zehmet derbas bikin.”

Piştre jî Bakirhan axivî û ev tişt anî ziman: “Çawa ku dewlet berê di bin kavilan de mabû, niha jî di bin kavilan de ye.” Bi domdarî Bakirhan çavdêriyên xwe vegot. Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xelkê me di bin kon û konteyniran de tî û birçî ye. Derfetan nabînin ku zarokên xwe bidin xwendin û xizaniyeke mezin dijîn.”

‘Gotinên Erdogan bi qasî karesatê biêşin’

Bi domdarî Bakirhan, anî ziman ku ne tenê îktîdar di heman demê de muxalefet jî di bin kavilan de ma ye û wiha pê de çû: “Îktîdar li şûna ku hesabê bide, hesabê dipirse. Gel sûcdar dike, kesên rexneyan dikin didarizîne û diavêje girtîgehan. Gotinên serokkomar ên têkildarî Hatayê bi rastî jî bi qasî karesatê êşbar bûn û dilê mirov diêşînin. Erê baş e Hatayê deng neda tê lê Semsûr, Meletî û Mereşê deng da te. Rewşa van bajaran jî mîna ya Hatayê ye. Em li Semsûrê bûn, xelk kar peyda nake û bi rastî jî me bajarekî wêrane dît. Divê berpirsyarên vê karesatê îstîfa bikin lê hikûmet weke ku tu berpirsyartiya wan nebe tevdigere. Em vê yekê şermezar dikin. Weke DEM Partiyê em ê li dijî vê bêberpirsyartiya îktîdarê li gel gelê xwe cih bigirin.”

‘Muxalefet jî di bin kavilan de ma’

Di berdewama axaftina xwe de Bakirhan got ku li kîjan devera cîhanê karesateke wiha bihata jiyîn dê hikûmetê îstîfa bikira û axaftina xwe wiha qedand: “Lê dev ji hilweşîna hikûmetê berdin, Serokê Heyva Sor jî îstîfa nekir. Ev îktîdareke wisa ye ku berpirsyartiyê li xwe nagire. Heta ku ev pirsgirêk tên çareserkirin jî em ê gotina xwe bikin. Kesê  ku di hilweşîna Hatayê de xwedî para herî mezin dîsa weke namzet hate nîşandan. Ne tenê hikûmet, di heman demê de partiya muxalefetê jî henekên xwe bi me dike. Yên ku divê weke berpirsyar bên dîtin tên xelatkirin. Piştre jî dibêjin ‘DEM Partî çima namzetên xwe derdixîne?’ Heke hûn bi kesên faşîst, kujer û bi kesên ku îmzeya wan di bin mirina bi dehhezaran welatiyên me de heye derkevin pêşberî me, bêguman em jî dê mîna mexdûrên erdhejê we şermezar bikin û bibêjin ji we re rê tune ye. Hem îktîdar hem jî muxalefet di bin van kavilan de ma. Rexnedayîna xwe nedan. Dîsa heman kes weke namzet nîşan da. Em bi tu awayî mîna van nafikirîn. Em li cem van kesan nînin.”

Piştî axaftinan jî gulbang hate xwendin û loqme hatin parvekirin.