4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Nobetên Edaletê qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn

Di Nobetên Edaletê yên li gelek bajaran berdewam dikin de, qûrbaniyên di erdhejên 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin berdewam dikin.

Wan

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 64’an de berdewam kir. Serdanên ji bo nobetê îro jî berdewam kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Şaxê û şêniyên Taxa Xaçortê serdana çalakiyê kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Şaxê Reşat Eraslan ê di nobetê de axivî, wiha got: “Em çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin û çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan pîroz dikin, em ê her tim li cem vê têkoşînê bin.”

Endamê DEM Partiya Şaxê Faysal Semo jî wiha got: “Birêz Ocalan li zindana Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Heta ku ev tecrîd neyê rakirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez bawer dikim ku em ê bi hev re vê têkoşînê mezin bikin. Heta ku Ocalan azad nebe, gelê kurd jî azad nabe.”

Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Amed

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 64’an de berdewam kir. Dayikên li vir axivîn, bi bîr xistin ku salvegera erdhejên 6’ê sibatê ye û qûrbaniyên erdhejê bi bîr anîn. Dayikan ji ber salvegera erdhejê bi awayekî bêdeng çalakiya xwe domandin.

Êlih

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê ya di pêşengtiya TUAY-DER’e de hatiye destpêkirin jî di roja 6’an de berdewam kir. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun di nav de gelek kesan serdana kesên di çalakiyê de kirin. Necmettîn Tûral ê piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan jî serdana çalakiyê kir.

Di nobeta ku tevahiya rojê serdan dom kirin de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Mêrdîn

Li Mêrdînê jî gelek kesan serdana çalakiya li avahiya DBP’ê berdewam dike kirin. Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Qoserê û dengbêj Hacerê jî serdana çalakiyê kirin. Di rojeva çalakvanên Nobeta Edaletê de îro “Meşa Mezin a Azadiyê” û qurbaniyên erdhejê hebûn. Di çalakiyê de ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê klam û stran hatin gotin.

Edene

Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 65’an de berdewam dike. Di çalakiya ku Dayikên Şemiyê di nav de cih digirin de daxwazên têkildarî azadiya Abdullah Ocalan hatin bilêvkirin. Dayika Aştiyê Cevahîr Temel, destnîşan kir ku naxwazin di şer û pevçûnan de kes jiyana xwe ji dest bidin û diyar kir ku ji bo aştî û edalet were divê Abdullah Ocalan azad bibe.

Akdeniz Adana Tutuklu ve Hükümlü Aileleriyle Yardımlaşma Derneği (AATUHAY-DER) tarafından

Mêrsîn

Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî berdewam kir. Dayikên Aştiyê daxwazên xwe anîn ziman.

Stenbol

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 55’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Rêxistinên DEM Partiyê yên Bahçelîevler û Eyupê û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), nûnerên Komeleya Piştevanî û Çandê ya Îdirê, rêxistina CHP’a Esenyûrtê ji bo piştevaniyê serdana çalakiyê kirin.

Rêveberê MA TUHAY-DER’ê Ridvan Karataş, îşaret bi rewşa girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kirin û wiha got: “Nobeta me ya Edaletê ku ji bo em bibin dengê hevrêyên me yên di girtîgehan de îro di roja 56’an de eye. Gelê me jî li hemû bajarên Kurdistanê xwedî li çalakiyan derdikeve bi serhildanan û meşan xwedî li pêvajoyê derdikeve. Çalakiyên me heta ku tecrîd were rakirin û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad bibe dê berdewam bikin.”