22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa dirêj a ji Tirbespiyê ber bi Girkê Legê ve didome

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê werin cenga azadiyê” meşeke dirêj organîze kir. Meş di roja duyemîn de didome. Meşvan vê sibê li pêş navenda Ciwanên Şoreşger a li rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo kom bûn û ber bi navçeya Girkê Legê ve dimeşin.

Meş li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û xiyaneta Partiya Yekitiya Demokratîk (PDK) û destekdayîna berxwedana gerîla, tê lidarxistin û endamên rêxistin, yekitî û saziyên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tevlê bûne. Meşê duh ji Çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê kiribû.

Meşvanan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şervanên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên û alên YPG/YPJ`ê rakirine û dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û “bimire îxanet” berz dikin. Beşdarên çalakiyê dê nêzî 90 km ji Qamişlo heta Dêrikê bimeşin. Tê payîn ku îro êvarê meşvan bigihêjin navçeya Girkê Legê.