Li Gundê Hosyan ê Berwarî yê Sêrtê teqemeniyek teqiya. Di teqînê de 2 leşker û cerdevanek birindar bûn. 2 leşker û ceredvanên birîndar bûn anîn Neweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Leşkerekî ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneya dewletê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da. Çavkaniyên li nexweşxaneyê diyar kirin ku leşker û cerdevan di teqînê de birîndar bûbûn anîn nexweşxaneya Sêrtê. Çavkaniyan da zanîn ku leşkerek li nexweşxaneyê mir û dermankirina leşker û cerdevanê din jî didome.
Piştî teqînê gelek helîkopter çûn cihê bûyerê.