10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ada: Edalet ji bo her kesî lazim e

Li Amedê malbatên girtiyên nexweş, ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan, serbest bên berdan, 197 roj in çalakiyan li dar dixin. Malbatan îro jî li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakiya xwe domandin. Malbatan di çalakiyê de pankarta “Ji girtiyên nexweş re Azadî” vekiribûn. Endam û rêveberên DBP, HDP, MED TUHAD-FED, TUAY-DER ya Amedê, MEBYA-DER, MED-DER, OHD û Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Amedê jî beşdarî daxûyanîyê bûn. Di çalakiyê de xwişka girtî Abdulsena Adar Reşahat Ada bi lêv kir ku 7 mêh in Nobeta Edaletê digirin, lê hîn daxwazên wan pêk nehatine. Ada, destnîşan kir ku naxwazin cenazeyên zarokên wan ji girtîgehan derkevin û wiha got: “Çima dengê me nabihîsin? Bila zarokên me berdin û em ê hestiyên zarokên xwe derman bikin. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe deynin ser milê xwe û ji girtîgehan derxînin. Bila înfaza zarokên me neşewitînin. Banga me ji bo wezîrê edaletê ev e; edalet ji bo her kesî ye û edaletê pêk bînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, Hiqûq, Edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Malbatan di 16’ê Mijdara 2021’an de li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn.