6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buldan, dê qadên azadiyê bi ser bikevin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di civîna koma HDP’ê ya li meclisê geşedanên di rojevê de nirxand.  Buldan anî ziman ku îqtîdar niha planên şer li ser Rojava dike û got: “Rêya îqtîdarê di Rojava re derbas nabe û dê derbas neke.  Ne dîwarê qedexeyan, dê qadên azadiyê bi ser bikevin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, ewil bal kişand ser rojên girîng û wiha got: “29’ê Gulanê salvegera roja reş roja komkujiya Çorumê ye. Em komkujiyên Sîwas, Dêrsim û komkujiyên din ji bîr nakin û em ê ji bîr nakin. Heta pêkanînên tundî zextan bi dawî nebe, em ê tekoşîna aştî, demokrasî û edaletê bidomînin. Carek din ez welatiyên me yên elewî bibîr tînin. Dîsa salvegera Ahmet Arîf û Nazim Hîkmet de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Buldan, destnîşan kir ku 3’ê hezîran salvegera karsazên kurd Haci Karay, Adnan Yildirim û Savaş Bûldan e û ew bibîr anîn. Buldan, da zanîn ku êdî dawiya îxtîdarê hatiye û wiha axivî: “Me li vê kursiyê her tim got. Îktîdara li ber windabûnê ye û çîroka wê ya siyasetê xelas bûye, dawiya dawî dê winda bike. Çareya dawî zext, tundî, zulm û bêhiqûqiyê zêde dike. Îktîdar îro têkoşîna hebûn û tunebûnê dide. Îqtîdar rojên xwe yên dawî dijî. Çeteyên 5 alî, piyê wan ê rant û aboriyê ye. TURGEV, piyên wan ên transfera pereyan û talankirina zeviyên cemaweriyê ye. TUKVA piyê wan ên kadrotiyê ye. Projeya DAIŞ’ê ya herêmî û neteweyî SADAT jî milê wan ê paramîlîter e. DAIŞ û OSO jî piyê wan ê çeteyên li Sûriyeyê ye. Milê artêşa trolê û çapemeniya tetîkkêş milê wan ê medyayê ye. Dozger û dadgerên darazê jî piyê wan ê kûmpasê ne. Burokrasiya ewlehiyê milê wan ê operasyonên siyasî ye. Qeyûm û rêveberên îdarî piyên wan ên îdarî ne.”

‘Bi şer tecrîd, sansur û îşkenceyê xwe dide jiyîn’

Buldan, da zanîn ku AKP bi qedexe, bêhiqûqî, tecrîd, îşkence, siyaseta nifrîn, sansur, bêaramiyê hewl dide xwe di îqtîdarê de bihêle û wiha lê zêde kir: “Em dibînin her roj şahî, konser, festifal û şahiyên demokratîk bi awayekî keyfî tên qedexekirin. Ji têla tempûrê, perdeyên kemanê û amûrên muzîkê ditirsin. Ji heviyê ditirsin. Hincet jî wekî zerara cemaweriyê nîşan didin. Lê esil sûcê vedişêrin rant e. Bi qedexeyan dixwazin bitirsînin û heviyên wan bişkînin.  Lê çi bikin bila bikin, dê nikaribin li ser vê axê tenbûr û stranan rawestînin. Dê nikaribin govendên me rawestînin. Dê tu car nikaribin civînan asteng bikin. Dê li ser vê axê ne zimanê qedexeyan, dê zimanê aştî û wekheviyê bi ser bikeve. Ne dîwarên qedexeyan, dê qadên azadiyê bi ser bikevin. Dê zimanê aştiyê bi ser bikeve.”

‘Dê nikaribin rastiyan veşerin’

Buldan li ser sansura çapelmeniyê jî rawestiya û wiha got: “Zagona sansura medya anîn rojevê. Zagona sansura medya dijîtal anîn rojeve. Ev qedexe, qedexeyên Abdulhamîd in. Hişmendiya vê îqtîdarê jî wekî ya Abdulhamît e. Em dibînin ku dixwazin vê zagonê têxin meriyetê. Wisa defikirin ku rastiyan ji gel veşerîn. Li vî welatî derewa herî mezin hikûmeta AKP’ê ye. Ji ber ku her tiştê hûn dibêjin derew e. Li vî welatî kes bi qasî AKP’ê agahiyên derewkar dezenformasyonê  pêş dixin tune ye. Hûn dê qet nikaribin çapemeniyê asteng bikin. Hûn dê qet nikaribin rastiyan ji gel veşêrin.”

‘Kobanê ji bo wan bû derd, dê kûmpas jî ji bo wan bibe derd’

Buldan, li ser doza Kobanê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Em dibînin doza kûmpasê ya Kobanê li holê ye. Li vir mijar ne tenê HDP ye. Ev kûmpasa li dijî hemû partiyan û demokrasiyê ye. Dîtin ku hevalên me doza kûmpasê pûç dikin, li bez biryar girtin û dixwazin hêj li ser îqtîdarê ne tola xwe hilînin. Kobanê ji bo wan bû derd. Kûmpasa wan jî dê ji wan re bibe derd. Ez dîsa dibêjim dê nikaribin bi ser bikevin. Dê heqîqet bêparastin nemînin. HDP bêdeng nebû HDP dê bêdeng nebû. Di doza kûmpasê de ne hiqîqet dê dozên we yên kûmpasê bên darizandin. Ev kûmpas dê dawiya îqtîdara we bînin.”

‘Dixwazin DAIŞ’ê li şûna kurdan bi cih bikin’

Buldan, bal kişand ser planên AKP-MHP’ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha bi dawî kir: “Piştî êrîşa li Herêma Federe ya Kurdistanê, niha jî planên şer û dagirkirinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em bi hevre dibînin ku amadekariyên hilbijartinê bi tangan dikin. Axaftinên xwe yên mîtîngan jî li ser tangan bikin em qet şaş nabin. Aborî bûye wekî agir. Gel li dijî qeyrana aborî şer dike.  Lê ew li Sûriyeyê li peş şerekî nû ne. Enflasyon û dolar piştî pir zêde bû, dibêjin em êrîşî Sûriyeyê bikin û mijarê biguherînin. Dibêjin em kurdên li herêmê vala bikin û cih li DAIŞ’ê vekin.

Dê rêya îqtîdarê di rojeva re derbas nebe

Rêya îqtîdara we dê di Rojava re derbas nebe. Dest ji vê yekê berdin. Niha propaganda penaberan paşve vegerînin dikin. Koçberiyên bi komî bi rêbazên leşker çareser nebûne. Rêbazên şer sedema koçberiyê ye. Em dixwazin kes nekeve vê lîstikê. Em dibînin ku li ser penaberan rantê dikin. Ji welatên rojeva bi çûwalan pere tên Tirkiyeyê. Ewlehiya sînor ewlehiya TURGAV, SADAT û TUKVA’yê ye.  Ji ber vê yekê em bang li hemû raya giştî dikin ku li dijî vî şerê helwestek pir xurt nîşan bidin. Divê her kes baş zanibe ku îqtîdar vî şerî ji bo xwe dike rant. Êdî tu kesê ku canê xwe bide vê ranta îqtîdarê tune ye.  Divê êdî her kes ji vî şerî re bêje na. Bi taybet muxalefeta li meclisê divê bêdeng nebin. Bêdengî erêkirina şer e. Li dijî polîtîkaya şer derkevin. Em careke din hişyar dikin, zerara ku şer bide gel bi qasî îqtîdarê muxalefet jî berpirsiyar e. Divê êdî her kes li dijî vê pergala îqtîdarê derkevin. Divê em bi hevre li dijî polîtîkayên tecrîdê derkevin. Divê em bi hevre li çareseriya demokratîk û aştiyek mayinde xwedî derkevin. Em bi hevre li vîna xwe xwedî derkevin. Yên li gorî ruhê demê tev negerin, dê têk biçin.

Sibê 1’ê Hezîranê ye. Roja Têkoşîna li dijî Birçîbûnê ya Cîhanê ye. Îqtîdara AKP’e Tirkiyeya ku kêlî bi kêlî ber bi birçîbûnê ve diçe ava kir. Li gorî daneyên TURK-ÎŞ’ê Sînorê birçîbûnê 6 hezar û 16 tl ye. Sînorê Xizaniyê 19 hezar û 600 tl ye. Di vê pêvajoya ku mirovahî li dijî xizanî û birçîbûnê şer dike, Serokê AKP’ê dibêje hin kes dibêjin ‘Em birçî ne. Bila bê wîcdaniyê neke. Li vî welatî kesên birçî tune ne.”

Hûn zalim in û hûn zulmê dikin

Heman serokê AKP’ê di demên borî de gotibû. “Eger bi milyonan dibêjin em birçî ne, eger mirov li ser çopê xwarinê kom dikin berpirsiyarê vê yekê hikûmet e.’ Bêwîcdaniya herî mezin hûn dikin. Hûn zalim in. Di zulmê de kes bi qasî we tune. Di dîrokê de yê herî zêde bêwîcdaniyê dike hûn in. We qet însanên ku li ser çopan nan kom dikin temaşe kiriye. We qet li kolanan rewşa însanan dîtiye. Hûn tenê kelepçeyên li destê însanan dixin dibînin. Hûn halê însanên birçî nizanin. Hûn halê kal û pîrên 80 salî yên neçar in kar bikin nabînin. Hûn zalim in. Wîcdanê he hişk bûye. Yên têr hayê wan ji halê yê birçî tune ye. Ev ji bo Serokê AKP’ê derbas dibe