18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cînayetên siyasî yên li Başûr û hevsengiyên dema pêş

Awyer Botan

Her diçe rewşên ne asayî li Başûrê Kurdistanê rû didin. Ev jî dihêle ku mirov bi mercekek baş li wê binêre.
Her ku pêşketinên di warê siyasî, dîplomatîk û leşkerî de pêk tên, em dibînin dijmin bi hevkariya hinek alî û kesayetan hewl dide vê temamî tune bike yan jî lewaz bike. Halê hazir rewşa niha li Başûr rû dide bi temamî qirkirin e. Di warê çandî, aborî, civakî, huner û erdnîgarî de guherînên mezin pêk tên.

Berê ciwanan da Ewropayê

Koçeke ciwanan û bêhelwestiya li ber kiryar û desthilata heyî pêk hatiye. Pêvajoya borî potansiyeleke baş a ciwanan bi taybet ji herêmên sînor bi zanabûn hatin derxistin. Berê wan dan Ewropa ku qaşo rêya rizgarî û filitînê ye. Lê koçeke ku heta dawî metirsîdar e û potensiyela xurt a li welat hate valakirin.

Qanûn û edalet tune ye

Ligel vê di warê aborî û siyasî de krîzên kûr li temamî Başûr serî hildaye. Bi taybet di warê siyasî de hilweşiyaye. Qanûn, edalet û pîvanên heyî li ser kes û malbat dimeşe. Di rewşeke wiha de, dema bi temamî kontrol kete destê kes û malbatê, edalet li erdê ma. Welatiyên Başûr li dijî krîza siyasî, aborî û leşkerî zêdetir daketin kolanan û serî hildidin. Nerazibûnên welatiyan didomin.
Di krîzê de destdirêjî zêdetir dibin

Di rewşeke wiha de derfetên ku dijmin destdirêjiyê bike, talan û wêran bike zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de rewşa Başûr ketiye ber êrîşeke dijwar a dagirkerên tirk. Li xetên sînor êrîşên dagirkeriyê bi çekên giran, kîmyewî û qedexe li nava bajaran jî cinayetên siyasî yên li dijî welatparêzên kurd destpê kiriye.

MÎT ketiye her derê

Di nava çend salên dawî de bi dehan bûyerên sûîkastê hem bejahî û hem jî esmanî li dijî şoreşger û welatparêzên kurd li başûrê Kurdistan pêk hatin. Ev jî nîşan dide ku serweriya navxwe ya desthilata başûrê Kurdistanê nemaye. Ji ber ku torên îstixbarat û MÎT’ê hem ketine nava hêzên navxwe, hem leşkerî û hem jî bîrokrasî û siyasî. Nimûneyek herî berbiçav jî eger bê dayîn Berpirsê Daîreya Karûbarên Derva ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ye. Dizeyî endamê MÎT’ê û Parastinê ye.

Başûr bûye qada cînayetan

Dagirkeriya tirk a ji van nakokiyên nava welat sûdê digire, bi taybet ji ber van alozî û serweriya malbatî başûr bûye cihê cînayetên siyasî. Di heman demê de bûye qadeke şerê hêzên serwer ên hegemon. Eger nimûneyek ji bo vê jî bê dayîn, şerê Îran-Îsrarîl-DYE ya li herêmê mirov dikare vekirî bîne ziman.
Muxalefet pir lawaz e
Di vê çarçoveyê de dema mirov li rewşê dinêre dibîne bê ka çi rewşeke cidî heye li ser Herêma Kurdistanê. Lê ya balkêş çi dibe bila bibe rêveberî û kesên li ser desthilatê vê nabînin an jî vê rewşê dixwazin. Aliyeke din a balkêş jî, ji ber bêhêvîtî û nebûna hêzeke xurt a muxalefetê em dibînin di asteke mezin de civakê jî li ber vê bêhelwest e. Helwestên heyî jî demkî û kêm dimînin.

Helwest lawaz û kêm in

Di rewşa niha de êrîşên dagirkirin, talan û wêranî hene. Gel ketiye xema dahata mehan e. Erê divê heqê mehaneya xwe, keda xwe, xwêdana xwe bixwaze. Lê li vir welat li ber têkçûnê ye. Ev yek gotina pêşiyên me ya dibêje; ‘Aş li ber lêhiyê ketibû, aşvan li pey çeqçeqogê ketiye’. Mijareke hem biêş e, hem jî pêkenok e. Welat girîng e yan dahata mehekê yan jî du mehan? Divê gelê Başûr û bi taybet rewşenbîr û siyasetmedar vê rastiyê bibînin. Di vê mijarê de cihê rexneyê ye ku baş nikarin rewşê ji civakê re bidin îzahkirin. Hêza herî xurt a welat gel e. Rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar jî eyneya wan in. Ji bo wê li başûr di serî de helwesta siyasetmedar û rewşenbîran a di famkirina rewşê de qels û lewaz e. An jî ji tirsa desthilatê nikarin helwesteke xurt nîşan bidin. Eger gel û siyasetmedar bibin yek dikarin vê rêveçûnê biguherînin. Dikarin dawî li vê polîtîkaya malbata Barzanî bînin.
PKK’ê hişmendiya mijokeran kifş kir

Tiştên ku bi navê PKK’ê li herêmê tên kirin, ji ya tê gotin û diqewime ji bo kurdan gelek û gelek mezintir e. Divê bê zanîn bê ka çima êrîşên esasî li ser PKK’ê û welatparêzan tê kirin. Ev êrîş ne ji ber tenê ku weke ‘dijminên xwe dibîne’ tê kirin. Rastiyek xurt a şoreşgerî û azadiyê li pişt e. Gelê Başûr vê baş dizane. Di demê herî xedar de kurdan bi piştdayîna hev dikarin xwe li hev bigirin û têkoşîna xwe bidomînin. PKK’ê di sala 2014’an de tenê ne DAÎŞ li Başûr têk bir. Di heman demê de fikra serwer a desthilat û mijokdariya dagirkeriyê jî kifş kir û li ber wê şer kir. PKK’ê başûr ji hişmendiyeke li ser xwîna gel dijî rizgar kir. Ramaneke ku bikare neteweyî bifikire, li çar parçeyan ava kir. Xort û keçên Başûr ev yek dîtin, di şer de cihê xwe girtin û şehîd ketin.

Rastiyan bibînin

Başûr û xelkên êşkişandî divê vê rastiya PKK’ê û hovîtiya dijmin û hevkaran bibîne. Ev rastî dihêle ku helwest bê nîşandin. Heta ev rastî neyên dîtin, wê encamên baş neyên girtin û rabûnek xurt pêş nekeve.

Mijar ne tenê PKK ye

Îro mijar ne PKK an hêzeke din e. Mijar netew, ziman, çand û erdnîgariya kurd-Kurdistanê ye. Yên niha li ser desthilatdariyê xemeke wan a kurd-Kurdistanê nîn e, ji bo wê divê malbatên şehîd û êşkişandiyan, enfal û wêraniyan xwedî li vê şoreş û kedê derkevin.

PDK bûye çavkaniya aloziyan

Metirsiyeke mezin a windakirina sed salî li pêşiya me heye. Ji bo wê ye ku ewqas berdêl tên dayîn. Her kes, bi taybetî dijminên kurdan dixwazin sed salên din bi kurdan bidin windakirin. Çiqas jî bikaribin şoreşger û pêşengan tune bikin. Ji ber vê yekê êrîşî wan dikin. Vê jî bi dayîna hinek hevkar, noker û xwefiroşan dikin. A niha li Başûr pêşengtiya vê dike û yên ku dijmin li wir digirin PDK û malbata Barzanî ye. Dema dibêjin PDK û Barzanî mebest ne hemû ne, kesên di asta jor de hevkar in. Ji ber ku gelek kes hene ji ber vê rewşê ji tirsan nikarin dengê xwe bikin. Lê divê êdî ew jî vê rastiya heyî bibînin. Wekî tê gotin; ‘PKK ne dijminê hemû PDK’ê û Barzaniyan ne’. Ev hişmendiyeke pûç e , propagandayên dijmin û xêrnexwazên PKK’ê ne.

Ji her derê beşdarî PKK’ê bûne

Rastî û dîroka PKK’ê li holê ye. PKK 50 sal in şer dike. Ne tenê li cihekî û bi aliyekî re. Heta niha jî bi serkeftî şer kiriye. Li ber xwe dide. Ev jî bi xêra heqîqet û rastfamkirina rewşa kurd-Kurdistan, dijmin-nokeriyê ye. Ên fam kirin û şer dikin, zarokên vî gelî ne. Ji Behdînan, Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, Amed, Colemêrg, Serhed, Sine, Urmiye, Qamişlo û Kobanê cihê xwe di nava şoreşa PKK’ê de girtin û hê jî hene, li ber xwe didin.