6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bijîşkên dewletê îdea kirin ku pîra 80 salî dikare li zindanê bimîne

Heyeta bijîşkan a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê îdea kirin ku Makbule Ozer a 80 salî ya ku bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” di 9’ê gulanê de hat girtin, dikare li girtîgehê bimîne. Makbule Ozer piştî hatibû girtin ji malbatê re peyam şandibû û gotibû; “Ez dixwazim bi lez bêm berdan. Dibe ku di her kêliyê de ez li vir bimirim.  Ez nikarim bimeşim û ez niha perîşan bûme. Garantiya ku ez ê li vir nemirin tune ye. Ez dixwazim demildest biçim mala xwe. Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim. Ez di nava çar dîwaran de me. Nexweşiyên min ên wek şeker, bêhntengî û tansiyon hene. Îdareya girtîgehê her tim min dibe revîrê.”

Ji bo cezayê Makbûle û hevjînê wê Hadî Ozer were taloqkirin parêzeran serî li dadgehê dabû. Lê her du serlêdan jî ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve hatibû redkirin.

Meqbûle Ozer li gel ku ji sedî 51 astengdar e nayê berdan. Piştre parêzerên malbatê ji bo Maqbûle bê berdan, xwestin ji saziya tenduristiyê raporê bistînin. Lê heyeta Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê rapora “dikare li girtîgehê bimîne” da Meqbûle Ozer. Heyetê îdea kir ku pira 80 salî ku ji sedî 51 astengdar e û gelek nexweşî pêre hene dikare li girîgehê bimîne.