3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Şêr diçin meydan dimîne ji çeqelan re’

Bi modernîteya kapîtalîzmê re têkiliya mirov û civakbûyînê çawa ku tê xwestin ji hev were qutkirin, têkiliya mirov û mekanan jî bi heman awayî ji hev tê belavkirin. Serdest ji bo wateya cih-mekanê di bîra mirovan de bide wendakirin, yan navê wan cihan diguherîne yan jî nava wan diguherîne û dixwaze şopên heyî ji wê derê paqij bike.

Lê wate tiştek wiha ye ku çi dibe bila bibe xwe bi awayekî dide der. Çawa ku mekana Sûrê bi avahiyên bêbîr hatin tijekirin û me her bi wê yekê re rû bi rû dihêlin jî nikarin wateya wê şop û berxwedanê bidin jibîrkirin. Belkî jî tam di vir de têkiliya zeman û mekanê xwe nîşanî me dide. Mekan di bîra zeman û di dîrokê de dadigere û li mirovan dîsa vedigere.
Piştî salên min ên li Kurdistanê, dema ez li Stenbolê bicih bûm ji min weye ku li vî bajarî ez ê bi xwecihiyên vê derê re têkiliyeke bi hestiyarî nikaribim ava bikim (belkî jî sedema hatina min, min xist wê hestê). Di çar salên min ên li vê derê de li taxên vî bajarî ketim dû şopên koçberan. Bi her danûstandinan re bûm mêvanê şopên berxwedêrên li van cihan û ew şop min mezin kir, min xurt kir, min xwedî kir…

Her çend di her rêwîtiya taxekê de ez nizanibim dê çi rastî min were jî bi dilekî rehet min xwe spart wan dilên germ ên Kurdistaniyan. Rojekê dîsa berê min li taxekê bû. Taxeke ku niha tê xwestin neqşeyên şoreşgeriyê, neqşeyên welatparêziyê ji wê derê xalî bibe û bi hinceta veguhestina bajêr gelek deverên wê bê hilweşandin.
Tişta bi êş ew e ku piştî cih û warên kurdan hatin xerakirin an jî şewitandin, kurd li ku derê bicih bûn vê carê jî bi hincetên din xaniyên wan tên xerakirin û tê xwestin kurd bi qutbûyinek mekanî û civakî ji hev bên belavkirin. Va ye ji wan taxan yek jî Taxa Okmeydaniyê ye. Ji Bakur bigirin heta Rojava bi hezaran kurd li vê taxê dijîn.
Ev tax taxeke wisa ye ku di aliyê berxwedanê de bi nav û deng e. Kolanên wê, dîwarên wê mîna helbestekê têkoşîna gel ber bi me ve diherikîne. Ji çalakiyan, ji protesto û berxwedanên kurd û çepgiran re mazûvanî kiriye ev tax. Weke gelek deveran heta demekê pergal nikarîbûye bi hêsanî bikeve nava Okmeydaniyê. Rêxistinbûyînek xurt li vê derê hebû. Gelek ciwan li dijî pergalê berê xwe didin çiya û Şoreşa Rojava, gelek ji wan tên girtin û gelek ji wan jî niha bi bêdengiyeke şikestî bendemayînê tercîh dikin.
Yên li vê taxê dijîn ji ber sedemên şer ji neçarî ax û warên xwe hiştine û li vê derê bi cih bûne. Dayikên ku zarokên xwe wenda kirine û aqûbetê wan ne diyar, yên li ber deriyên girtîgehan li benda azadiya zarokên xwe û yên ji ber feqîriyê li kolanan li dû nan in…
Min pir caran ferq kir ku bi qasî ew trajedî hatiye jiyîn, guhdarkirina van êş û serpêhatiyan jî barekî giran dide ser milê mirov. Mesela Behiyayê hê aqûbeta birayê xwe nizane heye an tune ye dipirse, dayika xwe Meyrem Bûlûtê di qetlîama Enqereyê ya DAIŞ’ê pêk anî de wenda dike û paşê birayeke xwe yê din wenda dike û hê jî destnîşankirina aştiyek mayînde dike.

Dayika Qumrî dema behsa lîstikên ku li vê taxê tên kirin ji Kurdistanê bigirin heta van bajarên Tirkiyeyê heman pêkanînên ji bo ku civak ji cewhera xwe qut bibe li rûyê mirovan dixîne. Ji bona ku bala ciwanan nekeve ser têkoşînê hemû rêbazên şerê taybet li vê taxê jî tên dîtin. Pergal ji bo lêgerîna ciwanan asê bike berê wan dide her qirêjiyan. Dayikeke ku navê wê Fatîhe ye li ser pirsa min a çima ev der wiha bû ye vê bersivê dide: Şêr diçin meydan dimîne ji çeqelan re!
Hema bêjin ketim her kolanên Okmeydaniyê. Di mekanan de li dû şopên hestan geriyam. Têkiliya me ya bi mekanan re ji xwe bi hestên me birûh dibe, mekan jî bi zindîkirina şopên li wî cihî re ji valahiyê derdikeve û xwe ji nû ve dibîne. Min li wê derê careke din hîs kir ku bi rastî jî mekan tenê ne mekan e. Di amfîteatra wê derê min lîrandina berxwedana serdemekê guhdar kir. Li wê mekana ku libik libik têkoşîn jê bariyaye rastî sê ciwanên belkî temenê wan hê 12-13 salî bûn û mîna bihuştê xweşikbûn hatim. Sozdar, Şîmal û Havîn…
Kurdiya wan a herikbar, ew kelecana wan a çavên wan dibiriqand min ber bi xwe ve birin. Dil miqabilî hev e ya, ew zarok nexwestin ji min veqetin û xwestin stranekê ji min re bêjin. Bi meraq li benda strana ji min re bêjin mam û her sê bi hev re dest bi strana Şervanên Azadiyê kirin.

Ev nivîsa min bi gotinên strana Şervanên Azadiyê bi dawî dibe, lê dixwazim destnîşan bikim ku ev ew ciwan in ku dê bîra me, şop, mekan û dîroka me bidin jiyandin. Ligel ew qas êrîş û hesabên tunekirinê dê Sozdar, Şîmal û Havîn rastiya me biparêzin û heger em bikaribin wan biparêzin dê ne mimkun be meydan jî mekan jî ji çeqelan re bimîne!