19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Gemlîkê li Stenbolê destpê kir

Bi pêşengiya HDK, DTK, HDP, TJA, DBP û MED-TUHAD FED’ê û bi dirûşmeya  ‘Em li dijî polîtîkayên tecrîdê ji bo azadiya xwe biparêzin ber bi Gemlîkê ve dimeşin’lingê meşe a Stenbolê li navçeya Kadikoyê dest pê kir. Girse li kolana Seraskerê li hev civiya û ber bi kolana Bahariyê ve meşiya.

Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, hevserokên KCD’ê Bedran Ozturk, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, hevserokên HDP’ê yên stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, parlementerên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û hevserok û rêveberên  SYKP, ESP, Partiya Şoreşger tev li meşê bûn.

Astengiya polisan hat derbas kirin

Bi hezaran kes li Kadikoyê belav bûn û tevî astengiya polîsan jî ber bi kolana Bahariye ve meşiyan. Di vê navberê de polisan bi astengkirina koma ku di nav de hevserok û parlementer jî hene hewl da asteng bike.

Bi derbaskirina astengiya polîsan re, bi hezaran kes ber bi Peykera Kadikoyê ve meşiyan û bi  dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Zext nikarin me rawestînin ”, “Bijî Berxwedana Zîndanan”, “Tecrîd bila bê şikestin zîndan bên valakirin”, “Her der Gemlîk Her der berxwedan “ û “PKK gel e, gel li vir e’ meşa Gemlîkê li hemû kolanên Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran kesî a niha didome.