6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e

Piştî “Peymana Şengalê” ku di 9’ê Cotmehê de di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistana Federe de hat îmzekirin êrîşên li ser Şengalê zêde bûn. Piştî vê peymanê Tirkiye û PDK’ê gelek caran êrîş birine ser êzidiyan û herî dawî jî di 2’yê gulanê de artêşa Iraqê bi tanq û topan êrîş bir ser Şengalê. Lê ev êrîş rastî berxwedana êzidiyan hat û artêşa Iraqê mecbûr ma paş de vegere. Artêşa Iraqê çendî paş de vegeriya jî lê hê jî gefan li Şengalê dixwe.
Rojnamevan Îbrahîm Êzidî planên Iraq, Tirkiye û PDK’ê yên li ser Şengalê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin û got, armanaca wan jiholêrakirina Pergala Neteweya Demokratîk e.
Rojnameger Êzidî bi lêv kir ku peymana 9’ê Cotmehê û komkujiya ku DAIŞ’ê li ser êzidiyan kir bi hev ve girêdayî ne û got: ” Ji êrîşa DAIŞ’ê ya ku ji bo qirkirina êzidiyan hatibû destpêkirin vir ve êrîşên li ser êzidiyan berdewam dikin. Armanca wan ew bû ku êzidiyan nehêlin. Bi sedan jinên êzidî li bazaran hatin firotin û êzidî hatin dorpêçkirin, lê tevî vê jî êzidiyan xwe birêxistin kir û ji wê xweliya fermanê sazî û dezgehên xwe avakirin. Li ser wî esasî gav pêş de avêtin. Mînak di dîroka êzidiyan de cara yêkemîn e ku hêzên xwe yên parastinê, sazî û dezgehên xwe di çarçoveya Pergala Neteweya Demokratîk de ava kirine. Piştî ku ev gav hat avêtin aliyên ku destê wan di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hebû û piştgirî dan DAIŞ’ê û beşdarî wê komkujiyê bûn, piştî ku êzidiyan gav pêş de avêt dest bi zext, êrîş û siyaseta qirêj kirin. Mînak PDK, yan jî dewleta tirk. Hemû dinya dizane ku dewleta tirk piştgirî da DAIŞ’ê û bi wî şêwazî êrîşî li ser Şengalê kirin. Dema ku êrîş kirin pêşmergeyên PDK’ê Şengal valakirin û êzidî di nav destê çeteyên DAIŞ’ê de hiştin. Piştî ku plana wan a qirkirina êzidiyan pêk nehat û ji aliyê êzidiyan ve di aliyê xweparastinê de ev gav hat avêtin PDK’ê, dewleta tirk û hin kesên bi ser hikûmeta Iraqê ve gef û êrîşên xwe yên li ser Şengalê zêdekirin. Di çarçoveya van gef û êrîşan de peymana 9’ê Cotmehê hat îmzekirin. Bi vê peymanê xwestin di aliyê qanûnî de çaroveyeke xwe yê qanûnî çêbikin û di wê çarçoveyê de jî êrîş bikin. Ji ber wê jî li gel îmzekirina vê peymanê xelkê Şengalê jî li ber xwe da û rabû ser piyan. Ji ber ku çawa ev peyman hat îmzekirin Iraq û hevkarên wan dewleta tirk bi xwe daxuyanî da û got, ‘Heger Iraq vê peymanê pêk neyne em ê mudexileyî Şengalê bikin û vê peymanê pêk bînin.’ PDK’ê jî bi hemû alî û ragihandina xwe piştgirî da vê peymanê. Di çarçoveya peymana 9’ê Cotmehê de plan, gef û êrîşên qirêj li ser Şengalê dan meşandin.”
‘MÎT’ê gef li rêveberiya xweser xwar’
Êzidî li ser êrîşên ku hêzên hikûmeta Iraqê li ser Şengalê kirin sekinî û got, ev êrîş ji bo xîzmeta Tirkiyeyê û PDK’ê tên kirin. Êzidî bilêv kir ku civaka êzidî rêvebiriya xweser wekî temsîla xwe dibîne û rêvebirî jî bi awayekî pir hesas nêzî vê meselê dibe û got: “Heger rêveberiya xweser weke ku hikûmeta Iraqê nêzikî êzidiyan dibe nêzî êzidiyan bûbûna wê di sala 2020’an de dema ku peyman hat îmzekirin wê şer û pêvçûn derketibûna. Rêveberiya xweser gelek caran di daxuyaniyên xwe de aşkere kir ku ew naxwazin bi Iraqê re bikevin nava şerekî. Gelek caran ji aliyê dewleta tirk û MÎT’ê ve kesên ku di rêveberiya xweser de cih digirin gef lê hatin xwarin, hedef hat girtin. Kesên weke Dijwar Feqîr, Seyît Hesen û bi dehan kesên din ê ku pêşengtiyê ji vê pergalê re dikirin pir caran gef li wan hatin xwarin û hatin şehîdkirin jî. Lê dîsa jî êzidi bi xwînsarî nêzikî hikûmeta Iraqê bûn. Ji ber ku êzidî û rêveberiya xweser di wê baweriyê de bûn ku Iraq ne bi xwe, bi destê dewleta tirk van êrîşan dike. Heta Çarşema Serê Salê, di meha nîsanê de Iraqê ev êrîş, zext û planên xwe yên li ser Şengalê veguherandin êrîşên rasterast ên li ser hêzên parastinê.”
‘Çapameniya PDK’ê senaryoyan çêdike’
Êzidî di berdewama axaftina xwe de li ser rol û mîsyona ragihandina PDK’ê ya di van êrîşan de jî sekinî û got, çapemeniya PDK’ê li herêmê şereke taybet dide meşandin. Êzidî anî ziman ku Iraq bi hemû hêza xwe dixwaze peymana 9’ê Cotmehê pêk bîne, lê piştî rastî berxwedana xelkê Şengalê hatiye dîtiye ku nikare derbasî van herêmên ku di bin kontrola hêzên YBŞ, YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê de ne bibe.
Êzidî bi domdarî got: “Li ser daxwaza Iraqê ev şer hat sekinandin û rewş hinekî aram bû. Niha di Şengalê de di warê leşkerî de bêdengiyek heye. Lê zext û êrîşên wan yên li ser Şengalê bi rêya siyasî berdewam dikin. Ev şer di navbera hêzên hikûmeta Kazimî û rêveberiya xweser de ye, em wisa bi nav bikin. Ev şereke rasterast bû û hemû cureyên çekan tê de hatin bikaranîn. Lê beriya ku şer bê kirin kesên girêdayî PDK’ê daxwaz dikirin ku Iraq mudexeleyî Şengalê bike. Bi taybetî ragihandina PDK’ê ji roja ku êzidiyan dest bi vê pergalê kiriye heta niha dijayetiya civaka êzidî dike û weke dijmineke bi salan tevdigere. Bi rastî jî heger mirov ragihandina wan bişopîne ew kîna wan a li hember êzidiyan de wê bibîne. Herî dawî PDK’ê bi rêya ragihandinê piştî ku alozî li Şengalê bi dawî bûn, goteqot di nava xelkê de belav kirin û bi şerê xwe yê taybet xwest civaka êzidî ji Şengalê derbixine û yek kes di Şengalê de nemîne.”
Êzidî bilêv kir ku ragihandina PDK’ê wekî makîneya derewan e û dixwaze bandorê li hin êzidiyan bike û got: “Bi rêya ragihandina xwe di plana valakirina Şengalê de gihiştin encamekê jî. Gelek malbat jî derketin. Lê dîsa jî civaka êzidî piştî demekê ew rastî dîtin ku tiştên ragihandina PDK’ê û helwêsta PDK’ê ya li hemberî Şengalê ne rast e û careke din vegeriyan ser axa xwe. Niha jî li ser Şengalê zextên PDK’ê hene. Gelek kes di van bûyerên dawî de, ji Şengalê reviyan û çûn başûrê Kurdistanê û li wir ji aliyê Asayişa PDK’ê ve hatin girtin. Mesela 4 ciwanên Şengalê hatin girtin. Li wir senaryoyek çêkiribûn ku ew ciwan ji aliyê YBŞ’ê ve hatine şandin û xwestine ku li başûrê Kurdistanê teqînan çêbikin. Êzidiyên ku li başûrê Kurdistanê newêrin xwarin û vexwarinê derbasî wargehên nava başûrê Kurdistanê bikin. Ji ber ku ev qas zext û êrîşên asayişa PDK’ê li ser xelkê heye. Ji Şengalê kesek derbasî wargehên navenda başûrê Kurdistanê bibe di 10-15 noqteyên wan ê asayişê re derbas dibin û dibêjin, ‘Teqemenî derbasî wargehan kirine.’ Senaryoyeke wiha çêkiribûn û xwestin ku hêzên parastinên Şengalê reş bikin. Tişta ku nikaribûn bi rêya dewleta tirk û Iraqê bikin bi senaryoyan dikin. Bi vî şêwazî li ser Şengalê û rêveberiya xweser planên cuda cuda çêdikin. Lê em dibînin ku êdî civaka êzidî bi wan planên wan hesiyaye. Ev şerê wan ê taybet ku tê meşandin bandoreke pir li ser Şengalê nake.”
Berxwedana jinên êzidî
Rojnameger Êzidî anî ziman ku bi berxwedana jinên êzidî li herêmê serdemeke nû dest pê kiriye û ev tişt anîn ziman: “Dema ku ferman li ser civaka êzidî rabû yê ku herî bêtir zehmetî ditin jinên êzidî bûn. Di dîrokê de çend jinên êzidî pêşengtî û qehremantî kirine lê weke niha jinên êzidî nehatine parastin. Ne hêzên desthilatdar ew parastine û ne jî pergaleke wiha hatiye danîn ku jinên êzidî xwe biparêzin. Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi mudaxileya gerîlayan li ser fikr û felsefeya birêz Ocalan civaka êzidî bi giştî bi taybetî jî jinên êzidî bûn xwedî îrade û rabûn ser pêyan. Mesela gelek jinên êzidî hene ku ji destê DAIŞ’ê xelas bûne hatin tev li nav refên YJŞ’ê bûn. Hin ji van jî çûn Reqayê û li hemberî DAIŞ’ê şer kirin. Ev wê dide diyarkirin ku hêz û îradeya civaka êzidî bi fikr û felsefeya birêz Ocalan hatiye pêşxistin. Heta niha jî yê ku pêşengitiya parastina Şengalê dike jinên êzidî ne. Yên Peymana 9’ê Cotmehê têk birin û nehiştin ew hêz bigihên aram armanca xwe jinên êzidî û ciwanên êzidî bûn. Ê ku yekê şevê li ber deriyê asayişê kom bûn û yê ku rêyên sereke girtin û nehiştin ku hêzên Iraqê derbasî van herêman bibin jinên êzidî bûn. Di vî şerê dawî de jî dayikên êzidî bi îradeya xwe li hemberî tanqên Iraqê sekinîn.”
‘Şengal di qirkirina Iraqê de maye’
Êzidî diyar kir ku di hedefa Tirkiyeyê û PDK’ê de fetisandina Pergala Neteweya Demokratîk heye û wiha got: “Di esasên xwe de ne Şengal e, hedef pergala nû ya Şengalê ye. Niha di Şengalê de ji ber 3’ê tiştan êzidî hedef tên girtin. Yek êzidî ji ber erdnîgariya xwe hedef tên girtin; dudo, ji be rola xwe û sisê jî ji ber pergala ku hatiye avakirin hedef tên girtin. Ji ber xeta Neteweya Demokratîk ne tenê Şengal, Mexmûrê jî ji ber ku bi Pergala Neteweya Demokratîk xwe bi rê ve dibe hedef tê girtin. Li aliyê din jî gef li Rojavayê Kurdistanê jî tên xwarin. Ji ber ku dewletên serdest nikarin van herêman bi kar bînin, êrîş dikin û dixwazin vê pergalê bifetisinin. Niha Iraq bi zextên ji derve dixwaze pergala ku li Şengalê hatiye avakirin bifetisine. Lê divê ku mirov ji bîr neke Iraq naxwaze Pergala Neteweya Demokratîk bi temamî li Şengalê tune bike, tenê naxwaze pêş ve biçe. Şengal di qirika Iraqê de maye. Iraq ne dikare wê daqurtîne ne jî dikare biavêje. Heger vê pergalê qebûl bike wê bikeve bin zextên dewleta tirk. Heger vê pergalê qebûl neke wê civaka êzidî jî wan qebûl neke. Ji ber wê jî di nava wan de maye.”
Êzidî di dawiya axaftina xwe de got: “Li wargehên başûrê Kurdistanê konên êzidiyan tên şewitandin, êzidî tên qetilkirin. Tu kes xwedî jî lê dernakeve. Herî dawî li kampa Şarya ku êzidî lê dimînin û başûrê Kurdistanê ew qasî behsa ewlekariya xwe dike, guhên ciwanekî hatin jêkirin. Tiştekî bi vî rengî çi wextî li Şengalê çêbûye? Hêzên asayişê ku nahêlin çûk li ser başûrê Kurdistanê bifire, lê li wir guhên ciwanên êzidî tê jêkirin. Kî wê bikaribe vê şîrove bike û bersiva van pirsan bide.”