spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî tecrîdê ber bi Gemlîkê ve

Ji bo ku tecrîda li dijî  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bi dawî kirin û azadiya wî ya fizîkî bê bi dest xistin gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê îro ber bi Gemlîkê ve dimeşin.

Di derbarê meşa mezin a Gemlîkê de Hevseroka DBP’yê Salîha Aydenîz axivî û da zanîn ku  têkoşîna li dijî tecrîdê dê bingehê derketina ji kaos û krîzên ferzkirî jî biafirîne û wiha got:“Dema me got tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û li her derê belav dibe, me îşaret bi xala îro em gihêştinê kir. Tecrîda ku ji Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû êdî li ser hemû kolan, tax û qadan weke dorpêçekê xuya dike. Ji ber ku tecrîd çiqas kûr dibe, siyaseta şer jî kûrtir dibe. Ev jî dike ku krîzên piralî yên li welêt, bi taybetî jî krîza aborî hîn dijwartir bibe. Ger rejîma yek zilamî û faşîzma ku hewl dide bi sazî bibe were astengkirin, divê pêşî hemû alî li ser şikandina qonaxa destpêkê yê têkoşînê ava bikin. Ji bo pêşî li vê meylê bê girtin, em roja Yekşemê bi dirûşma ‘Em li dijî polîtîkayên tecrîdê ji bo azadiya xwe biparêzin ber bi Gemlîkê ve dimeşin’ û di vî warî de em ji hemû pêkhateyan piştgiriyê dixwazin.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’yê Ayşe Acar Başaran jî di derbarê meşa Gemlîkê de axivî û got:” Hikûmet bi rêbazên cûr bi cûr sedema bingehîn a pirsgirêka li welat vedişêre, lê em dizanin ku îro li Tirkiyeyê bi krîza aborî, her roj zêdebûna tundiya li ser jinê, bi organîzekirina zayendperestiyê re bi milîtarîzmê re rû bi rû ne. Ango israra tifaqa AKP-MHP’ê ya di rêbaza çareseriya pirsgirêka Kurd a bi şîdet, zor, şer û dagirkeriyê, berdêla wê hemû bi civakê dide kirin. Di rastiyê de yek ji aliyên herî bingehîn ên vê mijarê tecrîda li ser Birêz Ocalan a li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê em wekî TJA,DTK,HDP,HDK,DBP û MED TUHAD FED  dê di 12’ê Hezîranê de li dijî tecrîd û polîtîkayên şer heta Gemlîkê bimeşin û diyar bikin ku em ê ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin.”

Mîmarê tevgera jinan  

Parlementera HDP’ê a Şirnexê Nûran Îmîr jî diyar kir ku meşa Gemlîkê meşa heqîqetê ye û em ê tu carî jê venegerin û got:” Birêz Ocalan mîmarê tevgera jinê ye û jinên kurd gelek deyndarê wî ne.Em jin ji bo daxwazên Birêz Ocalan bên jiyîn dê her tim têbikoşin. Yên ku şer diafirînin mêr in, lê yên ku li dijî şer radiwestin û dikarin wan bisekinînin jin in. Bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê tê wateya bidawîkirina zilma li ser me jinan. Têgîna şer a hatî afirandin bandorê li her beş û qadê dike, lê herî zêde jin bandor dibin. Ji bo vê jî em ê bimeşin û serî netewînin.”