4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome

Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Parîsê destpê kir, li bajarê Lorîent ê Fransayê di roja sêyemîn de berdewam dike.

Meşa Dirêj a 25 rojan ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Parîsê hatibû destpêkirin, li Lorîentê di roja 3’yemîn de didome.  Çalakvanan beriya çalakiyê serdana Navenda Partiya Komunîst a Lorîentê kirin û bi Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst û di heman demê de bijîşk Borîs Campos re hevdîtin pêk anîn. Campos “piştgirî da gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya di bin zilma rejîma Erdogan de ye.”

Piştî meşa dirêj Campos bal kişand ser çalakiya mezin a 17’ê Sibatê a li Kolnê bê lidarxistin û rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye.

Campos weke bijîşkekî diyar kir ku tecrîda li ser wî rîşeke mezin a li dijî rûmeta mirovahiyê ye û got, “Heke dewleta tirk bi rastî aştiyê dixwaze, dikare bi berdana kesê ku gelek caran agirbest pêk aniye, dest pê bike.”

Di civînê de bang li CPT’yê ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ye hat kirin ku demildest têkeve nava liv û tevgerê. Beriya meşê çalakvan û dostên kurdan li ber şaredariyê kom bûn û daxuyanî pêk anîn. Li ser navê Yekîtiya Komunîstên Azadîxwaz Erîc Breîzly axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxwaza gelê Kurd a ji bo azadiya Abdullah Ocalan û daxwaza çareseriya siyasî ya Kurdistanê kir.

Piştre  meşa ku li ber şaredariya Lorîentê dest pê kir heta Hennbontê berdewam kir.  Di tevahiya meşê de çalakvanan dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan berz kirin û ji bo agahdarkirina gelê Fransayê li derdora xwe bi hoparloran daxuyanî dan.

Meşa dirêj wê 25 rojan bidome û fînala wê di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê û sibe jî (25ê Çileyê Pêncşemê) li bajarê Vannes ê Fransayê bê lidarxistin.