spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêtehamuliya li dijî gorên kurdan

Li Tirkiyeyê gorên kurdan gelek caran rastî êrîşan hatine. Kêliyên gorên şervanên kurd hatine şikandin.

Li Tirkiyeyê gorên kurdan gelek caran rastî êrîşan hatine. Kêliyên gorên şervanên kurd hatine şikandin. Goristan hatine bombekirin û talankirin. Goristana Sîsê, Goristana Xerzan, Goristana Çiyayê Bagokê û Goristana Çiyayê Bestayê ku cenazeyên şervanên kurd lê hatibûn definkirin ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin bombekirin û rûxandin. Li goristana Yenîkoyê gelek caran gorên şervanên kurd hatin rûxandin. Herî dawî gora Şervanê YPS’ê Sertan Tîken (Egîd Botan) ji aliyê kesên nediyar ve hat rûxandin. Di sala 2023’an de 6 gorên şervan û zarokên kurdan ji aliyê kesên nediyar ve hatin rûxandin. Her çend nasname nediyar be jî malbat diyar dikin ku bi destê rayedarên dewletê gorên zarokên wan tên rûxandin. Dema em li daneyên salekê binerin em dibînin ku li dijî gor û goristanê zarokên kurdan bêtehamuliyek heye. Em ji êrîşên di salek dawî de pêk hatine çend mînakan bidin dê rastî bêtir şênber bibe.

Di 18’ê çileya 2024’an de leşker li gundikê Kanîspiyê ya Dutax a Agiriyê ji bo rûxandinê, li gora endamê YPS’ê Yakup Yalçin (Ferhat) ê ku di 2016’an dema qedexeya derketina derve ya li Cizîr a

Gora endamê Yekiniyên Parastina Sivîl (YPS) Sertan Tîken (Egîd Botan) ê ku di sala 2016’an de, di qedexeya derketina derve ya navçeya Hezex a Şirnexê de hatiye ragihandin de bi 12 kesan re jiyana xwe ji dest dabû ku  li gundê Cibrî yê li navçeya Cizîr a Şirnexê ye, ji aliyê leşkeran ve hate texrîbkirin. Hate diyarkirin ku leşkeran kevirê gora Tiken ê ku wêne û navê wî li ser hatibû nivîsandin, parçe parçe kirine û piştre jî desteser kirine.

Kesên nediyar cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku li navçeya Qoserê bi 13 guleyan hate qetilkirin û gora bavê wî kirin. Ahmet Kaymaz û lawê wî Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bû li navçeya Qosera Mêrdînê di 21’ê mijdara 2004’an de li ber deriyê mala xwe di encama gulebarana polîsan de hatibûn qetilkirin. Li dijî gora Ahmet Kaymaz û lawê wî Ûgûr ku li goristana taxa Pirîketa ye berê ji aliyê kes ango kesên nediyar ve êrîş pêk hat. Piştî êrîşa li dijî goran pêk hat, welatiyan gora Ahmet Kaymaz a kevirên wê hatibûn şikandin bi dilxwazî tamîr kirin.

Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin. Li gundê Çalxan a navçeya Sergolanê ya Semsûrê di navbera salên 1995-1996’an de 9 endamên PKK’ê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Hate diyarkirin ku li qada gora komî ya 9 endamên PKK’ê lê ne, gorên nû hatine çêkirin.

Li Goristana Zevye ya Sêrtê gora Revşan Aşkara (Sema Koçer) a HPG’î ku di 31’ê adara 2020’î de li Bazîd a Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, par ji aliyê hin kesên nenas ve hatibû xerakirin. Di 1’ê tebaxa 2023’yan de vê carê polîsên sivîl êrişî heman gorê kirin.

Bi boneya salvegera qetilkirina girtiyê nexweş Bazo Yilmaz merasîma bîranînê hat lidarxistin. Leşkeran êrişî merasîmê kirin û 3 kes binçavkirin.  Girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz di 18’ê tebaxa 2022’yan de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê hate qetilkirin. Yilmaz di salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Gokluya Jor a Asri ya li taxa Gogan a navçeya Xelfetî ya Rihayê hat bibîranîn. Ji xeynî malbata Yilmaz, parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Omer Ocalan û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Gora Jîna Emînî ku ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin gelek caran hate texrîbkirin.