3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zêd Paşa: Dixwazin gel koçber bikin

Parêzer û endama Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan Aynûr Zêd Paşa li ser êrîşên dewleta tirk ji rojnameya me re axivî.

Dewleta tirk ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake bi salane êrîş dike û sivîlan qetil dike. Parêzer û endama Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan Aynûr Zêd Paşa li ser êrîşên dewleta tirk ji rojnameya me re axivî.

Aynûr Zêd Paşa diyar kir ku beriya niha bi hinceta ‘Yên derbasî Tirkiye dibin û çalakiyên leşkerî dikin PKK’yî ne’ êrîşî Rojava dikirin û wiha got: “Lê niha tu hinceta wan tune. Niha dema leşkerên wan bi hejmarek zêde li qada Qendîl, Zap, Metîna û Xakurkê tên kuştin, ji bo tola xwe hilînin êrîşî axa Rojava dikin. Êrîşî xelkê sivîl ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Êrîş dikin heta ku malbatên leşkerên hatine kuştin bêdeng bibin. Ya din jî dewleta tirk naxwaze li herêma me aramî pêş bikeve. Bi van êrîşan dixwaze projeya xwe ya nexşerêya xeta sînor ku li ber ekranên televîzyonan bi raya cîhanê re parve kir, bibe serî.”

Zêd Paşa, da zanîn ku ew nexşerêya hatiye derxistin ji bo bê çêkirin, divê xelkê herêmê ji vê axê derkevin û ev ax bê valakirin û wiha lê zêde kir: “Dixwazin gel û rêveberiya xweser bînin beramberî hev. Diwaze qeyranê pêş bixe û gel di nava kaos û tariyê de bihêle. Dixwazin gel li dijî rêveberiyê sor bike. An jî dixwaze gel ji ber van kaosan koçber bike û vê axê vala bike. Piştî ev herêm vala kir, dixwaze xelkê Sûrî yên ji herêmên din bîne li vir bi cih bike û demografiya herêmê biguherîne. Dixwaze bi guhertina demografiyê serweriya xwe li ser gel çêke û vê axê kontrol bike.”

Zêd Paşa destnîşan kir ku niha koalîsyona navneteweyî serkêşiya wê Amerika dike û Rûsya çavên xwe ji êrîşan re digirin û wiha domandr: “Niha ji koalîsyona Amerîkayê û dewleta Rûsya li herêmê ne. Lê mixabin herdu jî çavên xwe ji êrîşan re digirin. Pişta xwe dide êrîşên Tirkiye û naxwaze bibîne. Hatina Rûsyayê bi erêkirina dewleta Sûriyeyê ye. Hebûna Amerîka û koalîsyonê ya li herêmê ne rewa ye. Tenê li dijî terora DAIŞ’ê li herêmê ye. Li vir hevkariya HSD’ê dike. Ji ber vê yekê divê herêm di bin parastina wê de be. Lê Amerîka tenê herêma ku leşkerê wê lê ye diparêze. Nahêle dewleta tirk bi balafiran lê bide. Rûsya û Amerîka bûn garantorê sekinandina şer. Ji ber vê yekê ji wan tê xwestin ku destûr nedin ku Tirkiye êrîşî Rojava bike. Destûr nede ku balafirên şer ên Tirkiyeyê herêma Rojava bombe bike.”

Paşa bilêv kir ku niha her tişt li ber çavê dinyayê pêk tê û wiha pêde çû: “Binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mirovan û bombekirina binesaziya herêmê sûcê şer e. Divê yên ku vî sûcî dikin bên cezakirin. Lê mixabin dadgeha navdewletî Tirkiyeyê diparêzin. Ji ber ku îmze nekiriye, li ser statuya Roma ya dadgeh li ser esasê wê hatiye avakirin.

Paşa xwest ku her kes ji rêxistinên mafên mirovan, kesayetiyên taybet, Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya û hêzên navdewletî bixwazin ku rê li pêş van êrîşan bigirin û wiha berdewam kir: “Divê biryarê ji meclîsên xwe derxin û qada hewayî ji balafirên tirk re qedexe bikin.”

Paşa anî ziman ku hikûmeta Şamê di destpêka krîza Sûriyeyê de dev ji herêmê berda û wiha axivî: “Piştî rejîma Sûriyeyê dest ji herêmê berda komên radîkal li vir bi cih bûn. Ji ber gel nikaribû xwe biparêze, rêveberiya xwe ava kir û hêza leşkerî ava kir. Dest bi parastina xwe kirin. Divê her kes baş zanibe ku kurd li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tu kesî ne xetere ye. Gefan li tu kesan naxwin. Rêveberiya Xweser tenê gelê herêmê diparêze. Ji bo jiyan û aramiya gelê herêmê hatiye avakirin. Felsefeya wan a jiyanê wekhevî, aramî, aştî û jiyana hevpar e. Em hevî dikin ku dewleta tirk, rastiya xwişk û biratiya gelê kurd û tirk bibîne. Divê bibîne ku jiyana wan a hevpar çawa hêzê dide Tirkiyeyê. Ku yekitiya gelê kurd û tirk li ser esasê wekheviyê pêş bikeve, Tirkiye dê di asta cîhanê de pir bilind û mezin bibe.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê