20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa mirovahiyê: Bi hezaran kes li dijî çekên kîmyewî dimeşin

Li bajaroka Tilqebîn a Silopiyayê, bi hezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li hev kom bûn û bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” dest bi “Meşa Mirovahiyê” kirin.

Bertekên li dijî çekên kîmyewî ku ji aliyê artêşa tirk ve li dijî gerîllayên HPG’ê tên bikaranîn didomin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, bi dûrişmeya “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” hezaran kes li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li hev civiyan.

Leşkeran bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseya gel kir ku berê gihiştî Tilqebînê. Tevî êrîşê jî girse belav nebû. Piştî ku bi sedan kesên ji noqteyên cuda hatin navçeyê jî tev li girseyê bûn, meş hat destpêkirin. Bi hezaran kes li nava zeviyan ber bi Rêya Armûşê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber çepik tên lidarxistin, tililî tên berzkirin û girse dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Zapê”, “PKK gel e û gel ki vir e” û “Bijî berxwedana gerîla” berz dikin.

Demek piştre girse gihişt ser Rêya Armûşê ku ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçe. Li vir, ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê jî girseyê rê ji trafîkê re girt. Li ser vê yekê leşkeran careke din bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.

Girseyê piştî ku demekî dirêj rê li ber trafîkê girt, îcar li kolanan berbelav bû û dest bi meşê kir. Êrişên leşkeran ên li dijî çalakvanan didomin û girse jî ji bo ku hemû kom li cihekî bên ba hev û dest bi meşê bikin li ber xwe dide.

Bi fîşekên plastîkê êrîşî parlamenteran kirin

Bi hezaran kesan demekî dirêj rê li ber trafîkê girtin û piştre jî meşa xwe li kolanan berdewam kir. Li hêlekî êrîşa leşkeran berdewam dike û li rexa din jî girse careke din hate ba hev. Di vê navberê de fîşekên plastîk û bombeyên gazê yên ku leşkeran diavêtin girseyê, li Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ketin. Ji ber guleya plastîk a li singê wê ketî, Îmîr bi ser hişê xwe ve çû.

Ciwanên li kolanên din ên bajarokê li ber xwe didin, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û tililiyan xelekên govendê gerandin.

Li dijî êrîşan berxwedan mezin dibe 

Her ku êrîşa leşkeran dewam kir, berxwedana gel mezin bû. Bi hezaran kes bi tenekeyên çopê li hemû kolanên bajêr barîkat danîn. Her wiha gel bersiva êrîşa bombeyên gazê û ava şid jî bi keviran da.

Di vê navberê de leşkeran li ber avahiya HDP’ê gule berî hewayê dan. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin hene.

Leşkeran bi gazê êrîşî daweta li bajêr jî kirin. Kesên ku beşdarî dawetê bûne, ji gazê bandor bûn. Xwediyên dawetê û kesên beşdarî meşê bûn bertek nîşanî leşkeran dan.

Berxwedana li her du aliyên Rêya Armûşê ya ku bajêr dike du beş, mezin dibe.

Leşkeran êrîşî rojnamegeran kir

Leşkeran êrîş birin ser rojnamevanên ku meşê dişopînin. Hate ragihandin ku leşkeran rojnamevan avêtine erdê, pê li pişta wan kirin û îşkence li wan kirin.