20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterê Iraqê li dijî êrişên Tirkiyeyê derket

Parlamenterê Iraqê Mûhammed Seyhud, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên ser Herêma Kurdistanê û Şengalê derket û xwest ku Hikûmeta Iraqê li dijî êrîşan bêdeng nemîne.

Parlamenterê Iraqê Mûhammed Seyhûd, der barê êrişên Tirkiyeyê yên dijî Herêma Kurdistanê û Şengalê de ji Rojnews’ê re axivî û nirxandinên girîng kirin. Parlamenter Seyhûd, bal kişand ser bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya dijî êrişên Tirkiyeyê û ev tişt gotin: “Hikûmet nikare bi tu hincetan li dijî êrişên Tirkiyeyê, bêdeng bimîne. Parlamentoya Iraqê dikare bi rûniştineke taybet êrişên Tirkiyeyê yên dijî serweriya Iraqê  dimeşîne nîqaş bike û hin biryaran bigire. Dewleta tirk piştî gundên nêzî  xetê dest bi êrişên Herêma Kurdistanê jî kirin. Divê hikûmet van êrişan bide sekinandin.”

Seyhûd, bang li hikûmetê kir ku ji bo sekinandina êrişan dest bi xebatên dîplomasiyê bike.