22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşvanên azadiyê li navçeya Payîzava ya Wanê gel silav kirin

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyên demokratîk ên li Wanê dest bi “Meşa Mezin a Azadiyê” kirin, li navçeya Payîzavayê gel silav kirin.

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên tev li “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin bûn, piştî navenda Wanê derbasî navçeya Payîzavayê bûn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî di nav de, gelek kesên tev li meşê bûn li bajar xelk silav kir û derbasî avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bûn.

‘Aktorê herî girîng Ocalan e’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser girîngiya meşê û ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji bo ku gelê kurd mafên xwe bi dest nexe û xwedî statûyekê nebe, ev sed sal in di nava hewldanan de ye. Tu rêbaz neman ku serî lê nedabin. Pereyê ku ji kedkaran kom dikin, ji bo neçareseriyê xerc dike. Nikarin welêt birêve bibin û di nava aloziyê de ye. Sedema krîza aborî û vê aloziyê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Li gorî me çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi kêrî karê Tirkiyeyê were lewma me dest bi vê meşê kir. Heke pirsgirêka kurd bê çareserkirin, muxatabê vê meseleyê heye. Gelê kurd dibêje; ‘Muxatab Ocalan e, Îmrali ye.’ Bila gelê kurd bigihije mafê xwe û Tirkiye demokratîk bibe. Rêya vê jî guftûgo ye. Ji bo van muzakereyan jî aktorê herî girîng Abdullah Ocalan e.”

Peyamên namzetên şaredariyê

Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Payîzavayê Berfîn Kuşman jî got ku dê têkoşîna wan a ji bo rakirina tecrîdê bidome û ev tişt anî ziman: “Weke gelê kurd em azadî û zimanê xwe dixwazin.”

Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şadal jî got ku wan bi coşeke mezin dest bi meşê kirine û da zanîn ku dê têkoşîna wan bi ser keve.

Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî bi lê kir ku sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û wiha got: “Muxatabê pirsgirêkê, birêz Ocalan e. Bi sala ye tecrîd lê tê ferzkirin. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û birêz Ocalan azad bibe.”

Beşdarên Meşa Mezin a Azadiyê bi tililî û dirûşman ber bi navçeya Elbakê ve hatin oxirkirin.